1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Diyarbekir ?îr û ?ekir
Diyarbekir ?îr û ?ekir,Diyarbekir,?îr,û,?ekir

Diyarbekir ?îr û ?ekir

A+ A-


Carinan derfet bi dest nakevin ku mirov binivîse. Carinan jî destên mirov li nivîsê nagere. Hin caran mijareke li gorî dilê mirov peyda nabe. Nivîsandina du ti?tan ji bo min gelekî hêsan e; bûyerên rojane û nîqa?a li ser mijarekê. Lê nivîsandina li ser mijareke cihereng, nemaze jî der barê zimanê kurdî de hin caran zehmet dibe. Ji ber ku ez li ser heman mijarê ji pêveka Azadiya Welat Tûrik re jî dinivîsim, ez zêde tengav dibim, lewre jî ez belekiyê dixim nav nivîsên Amîdakurd.

Çênabe ku ez heman nivîsê ji du cihan re bi?înim, ew li derveyî pîvanên min ên nivîskariyê ye. Hin caran ez mecbûr dimînin, ji hevalên rojnameyê dixwazim ku nivîseke min a ji ser Amîdakurdê bigirin, ji ber ku nivîsandina ji bo rojnameyê mecbûrî ye, heke ez nenivîsim dê tevlihevî çêbe. Divê rojname di dema diyarkirî de derkeve û bigihêje ber destên xwendekaran, lê malper ne wisa ye, ez nenivîsim jî valahiyeke pir mezin çênabe, spas ji xwedê re, gelek kesên ku dikarin wê valahiyê dagirin hene.

Bi gotina bawermendan xwedê ji hevalê Mahabad razî be, ew jî tu caran zorê li me nake da ku em nivîsa xwe zû binivîsin. A rast divê ez her hefte nivîsekê bi?înim, lê belê heta niha ji bilî wan demên ku me li ser mijarekê nîqa? kiriye, min hîn bi rêkûpêkî nivîsa xwe nenivîsandiye.

Her wekî min got, nivîsandina nivîsên polemîkî ji bo min ne pir zehmet e. Li aliyê din dema li holê nîqa?ek hebe, mirov zû li nivîsandinê germ dibe. Lê belê ez hêvî dikim ku êdî pergalekê bidim rûni?tandin, qet nebe 15 rojan carekê nivîsa xwe binivîsim.

Dema ku ez dibêjim, min derfet nedît belkî hin heval bawer nekin, lê ev mehek e, hîn ez hefteyekê li ser hev neçûme Enstîtuya Kurdî. Di Cejna Qurbanê de em li  Ba?ûr bûn, me cejna xwe li nav gelê me yê li Wargeha Mexmûran derbas kir.  Pi?tî wê jî em hatin Edene û Mêrsînê, ev hefteyek e, em vegeriyane Stenbolê,  lê ji ber kar û bar min nekarî riya xwe bi saziyê bixim û li ber kompûrê rûnim, nivîseke binivîsim.

Berî ku ez dawî li vê gotarê bînim, min divê li ser serdana xwe ya Kampa Mexmûran çend ti?tan bibêjim. Cihê dax û mixabiniyê ye ku mirov li welatê xwe bibe penaber. Digel hemû tengasî û astengiyan jî gelê kampê nemaze di warê perwerdehiya kurdî de gavên girîng avêtine.  Ji dibistana seretayî heta lîseyê hemû perwerdehî bi kurdî ye, êdî 70 ciwanên ji kampê jî li Zanîngeha Selahadînê dixwînin.

Ev yek ji bo perwerdehiya bi kurmancî gaveke girîng e. Divê hemû kurd destê alîkariyê dirêjî gelê me yê li kampê bikin. Nemaze jî mamoste û ?agirtên li dibistanên Swêdê dikarin biçin serdana kampê û hem ji tecrûbeya wan sûdê werdigirin û hem jî ji aliyê materyalên dibistanê û rêbazên fêrkirinê de alîkariya wan bikin.

Di vê nivîsa xwe de min nexwest ez bela xwe di kesî bidim, lewre jî tevî ku gelek mijarên polemîkê hene jî min xwe nêzî wan nekir, lê belê dîsa jî her wekî dibêjin beqê gotiye, "Ger nequrim, ez ê bidirim." Ez jî heke li ser gotinên Serokê Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê Ebûbekir Çelebî, çend ti?tan nebêjim ez ê bipeqim. Birêz Çelebî gotiye, "Divê soranî bibe zimanê standart ê kurdan" ez jî dibêjim, li ser seran her du çavan, lê tu pê?î di mala xwe de zimanê standart li ?ûna tirkî bi cih bike, pi?tre ji kurmancan doza vê yekê bike. Di encamê de ez dixwazim helbesteke xwe diyarî wî bikim.
Ebûbekir
?îr û ?ekir
Te devê xwe çima vekir
?erm dike ji xwe Diyarbekir
 
Dem: 8 sibat 2006 çar?em
(© www.amidakurd.com)
  
Samî Berbang
[email protected]

Gotinên miftehî :