Doza KCK’ê,doza,kck,amed,tirk,dozger

Doza KCK’ê

A+ A-

Ev du sal in rojeva dadgeha tirk ya Amed’ê bi doza KCK‘ê ve tije ye. Ji ber ku ev doz siyasî ye û herweha naveroka wê vala ye, dozger jî nizanin çawa tevbigerin. Tenê ew dizanin ku, divê heman doz bidome, lê heya kengê?

Ji ber nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê, û herweha ya muxalefetê, bi taybetî ya MHP’ê, dozgerên dadgeha Amed’ê neçar in ku serbixwe tevnegerin. Ez bawer im hemû dozgerên li Amed’ê baş dizanin ku, tu bingehekê dadî tine ku ew rayedarên BDP’ê di zîndanê de girtî bihêlin.
 
Weke tê zanîn, li Silivri’yê doza Ergenekon’ê didome, dozgerên wê derê jî nikarin serbixwe tevbigerin û neçar in li gorî helwesta AKP’ê biryaran bigirin. Ji bo helwesta derdorên alîgir ên Ergenekon’ê siviktir bibe, operasyona KCK’ê hate destpê kirin û doza wê jî weke ruvanş tê bikar anîn. Kî çi dibê bila bibê, ez dibêm qedera her du dozan bihev ve girêdayî ye. Di vê salê de, bi taybetî piştî hilbijartinan, wê hin encam derbikevin holê.

Ji destpêka dozê vir ve, girtiyên KCK’ê helwesta xwe a ji bo axiftina bi kurdî didin pêş. Di vî warî helwesta girtiyên KCK’ê û zihniyeta dewleta tirk di nava şerekê de ne. Ev helwesta girtiyan hewceyê pesindayînê ye û divê were pîrozkirin. Ne ji ber xebatên wan ên siyasî be jî, tenê ji bo vê helwesta wan be jî, pêwîst e gelê kurd li wan xwedî derbikeve. Lê mixabin, ji derveyê derdorên PKK’ê û BDP’ê, ez zêde hevkariyekê kurdan nabînim.

Di hefteya borî de girtiyên KCK’ê biryar girtin ku êdî dernekevin pêşberî dozgeran. Helwesteke di cih de ye û divê were dewam kirin. Bi vê helwesta girtiyên KCK’ê, maskeyê durû yê AKP’ê jî ketiye erdê. Digel kêmasiyên xebatên lobî û dîplomatîk yên BDP’ê û rêxistinên din ên Kurdên Bakur, li Ewropa’yê jî, bi taybetî rayedarên saziyên pêwendîdar ên Yekîtiya Ewropa’yê, êdî nema baweriya xwe bi gotinên « Vekirina Demokratîk » yên hikûmeta AKP’ê bînin.

Bi kinasî, ji vê merhelê bi şûn de, êdî doza KCK’ê bûye ya hemû Kurdên Bakur. Lewre, divê hemû Kurd, herweha ên Başûr, Rojhilat û Başûrê Rojava jî, piştgiriya helwesta girtiyên KCK’ê bikin. Ev ne tenê doza BDP’ê, an jî ya PKK’ê ye, bûye ya hemû Kurdan.


Gotinên miftehî :