1. Tekst

  2. Helbest

  3. Mahabad Felat
  4. Du helbest: Welat û Xwerîbî
Du helbest: Welat û Xwerîbî,du,helbest,welat,û,xwerîbî

Du helbest: Welat û Xwerîbî

A+ A-

Welat 

tu mîna masiyekî yî 

ku di nav bahra dilê min de 

quncik bi quncik 

li pariya herî xweş digerî 

lê tu nizanî ku 

ew dil bi xwe jî 

di nav bihuşta dilê te de 

pariyeke pir piçûk e?..


1999 - Stockholm

* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *

Xerîbî

ez li wir bûm

ez li wir bûbûm ji xwe

ew gund jî li wir bû

ew jî li wir ava bûbû ji xwe

rojekê

tofanek rabû

û em dane ber xwe

peşî ez ber pê ketim

dû re jî gund

niha

ne ez li wir im

û

ne jî gund

2000 - Stockholm Mahabad F. Arda


Gotinên miftehî :