1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mihemed Orhan
  4. Du nûçe û dû rexne
Du nûçe û dû rexne,du,nûçe,û,dû,rexne

Du nûçe û dû rexne

A+ A-

Roj bi roj dezgehên ragihandinê li her çar parçeyên Kurdistanê zêdetir dibin. Ligel zêdebûna hêjmara televizyon, rojname, govar û radyoyan, herwiha hêjmara malperên kurdî û bi taybet jî malperên bi zaraveyê kurmancî (bi tîpên latînî) zêde dibin. Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de balê bikişînim ser du nûçeyên ku di malpera avestakurd.net de hatine weşandin. 


Yekemîn rojnameya kurdî 22ê nîsana 1898an ji aliyê malbata Bedirxaniyan ve li derveyî welat hat çapkirin. Piştî vê yekê bi dehan rojname û govarên kurdî li Kurdistan û derveyî Kurdistanê hatin derxistin. Di salên notî de û bi taybet jî piştî damezirandina yekemîn televizyona kurdî ya bi navê Med TV (1995) televizyonên esmanî yên kurdî roj bi roj zêdetir bûn. Niha jî hêjmareke zêde ya televizyonên herêmî û esmanî yên kurdî hene. 


Dixwazim di vê nivîsa xwe de tenê behsa zêdebûna malperên kurdî bikim. Niha hêjmarek zêde ya malperên kurdî hene û her roj jî ev hêjmar zêdetir dibin. Lê mixabin ji ber nebûna zimanekî hevgirtî û dibistanên bi kurdî (Mebest kurmancî û bi tîpên latînî) di nivîsandina nûçeyan a di malperên kurdî de rengekî nexweş dide çapemeniya kurdî û bi taybet jî çapemeniya elektronî. Hinek malperên kurdî bêyî ku kesên şarezayiyên wan di warê ragihandinê de hebin, dest bi nivîsandin û belavkirina nûçeyan dikin. Ev yek jî dibe sedem ku li cihê rojnamevaniya kurdî ya di warê elektronî de ber bi pêş ve biçe, berevajî ber bi paş ve diçe. Hinek malperên kurdî hinek nûçeyan belav dikin, mirov ne dizane çavkanî ji ku wergirtine, ne dizane ji aliyê kê ve hatine nivîsandin û ne jî ji ber ciwan nenivîsandin û ne şarezayiya di warê nivîsandina nûçeyê de, wê nûçeyê bixwîne. Mixabin ne spota nûçeyê heye, ne manşet wekî manşetê ye û ne jî di nûçeyê de bersiva her şeş pirsên 3Ç û 3K (Çi?, Çima?, Çawa? û Kî?, Kengê? û (Li) Kudere?) tê dayîn. Ev yek jî dibe sedem ku nûçe nîvço bimîne. 


Ger di nûçeyekê de bersiva her şeş pirsên me li jor destnîşankirî neyê dayîn, bê guman nûçe nîvço dimîne û wekî nûçeyeke seqet tê bi navkirin. Ev yek ne tenê di çend malperên nûçeyan ên kurdî de heye, bi giştî ev yek hê di dezgehên çapemeniyê yên kurdî (TV, radyo, rojname û malper) de nehatiye rûnişkandin. Bêguman gelek sedemên vê yekê jî hene û dikarim çend mînakan bênim ziman. Ya yekem, hê kurd nebûne xwediyê zimanekî standar, hê zanîngeh û enstîtûyekî kurdî ku bikare bi awayekî baş di warê ragihandinê de rojnamevanên şareza û pispor mezin bike, tune ye. Bê guman wê ev rewş heta demekî din jî bidome. Herwiha gelek sedemên din ên cûdatir jî hene.


Tenê du nûçeyên malpera avestakurd.net wekî mînak li jêr behs dikim... Bi hêviya ku wê berpirsên malperê bi şaşî fêm nekin, ev tenê wekî rexneyekê ye û bi baweriya min wê ev bibe sedem ku şaşitiyên di çapemeniya kurdî ya elektronî de tên kirin, dûbare nebin. Ev nivîsa min ne ji bo dijberiya wê malperê, berevajî ji bo şaşitî carekî din neyên dûbarekirin û bi zimanekî hê ciwantir nûçe bên nivîsandine. Bê guman ti dezgehekî kurdî û cîhanî ya ragihandinê bê kêmasî nîne. Herwiha her dezgehek çar û çar nîne. 


Nûçeya yekemîn: Ev nûçe, 21 Tebax 2012 Sêşem 20:04 hatiye weşandin


Helkewt Zahir di sala bê de dizewice


AVESTA KURD - Hunermendê Kurd û mudurê berê yê televîzyona KOREK TV Helkewt Zahir ot (got) di sala bê de ewê (wê) bizewice.

21 Tebax 2012 Sêşem 20:04


Helkewt Zahir ku gelek hunermendên navdar yê (yên) weke Loke û Leyla Ferîqî afirandine, tê tewanbarkirin ku wî muzîka erebî xistiye nava ya kurdî, wê tewanbariyê red dike û dibêje ew muzîkeke kurdî ya modern pêşkêş dike û dibêje dema wî tune ye ew bersiva her rexneyekê bide.


Li gora hevpeyvîneke ji bo kovara Wênekan, Helkewt Zahir dibêje ew amadekariya vekirina kanaleke televîzyonê ya hinerî (Hûnerî) dike û wî ji wezareta rewşenbîriyê destûra vekirina kanalê wergirtiye.


 AVESTA KURD


Ji bo temaşekirina orjînala nûçeyê: http://www.avestakurd.net/magazn/helkewt-zahir-di-sala-b-de-dizewice-h1571.html  


Şîrove: 


Tevî di nivîsandina vê nûçeyê de gelek şaşitiyên din jî hene, lê paragrafa min li jor sor destnîşankirî, tevî paragrafekî ji sê rêz û nîvan pêktê, lê wekî hevokekê hatiye destgirtin. Herwiha di nûçeyê de tê gotin ku ‘Helkewt Zahir ku gelek hunermendên navdar yê weke Loke û Leyla Ferîqî afirandine…’ Gelo ma hunermend tên afirandin? Dikarî li vir nivîsîban, Helkewt Zahir gelek hûnermendên weke Loke û Leyla Ferîqî bi hunerê daye naskirin û bûye sedem ku di warêhûnerî de pêşbikevin.


Nûçeya duyemîn: Ev nûçe 13 Cotmeh 2012 Şemî 09:07 hatiye weşandin.


Barzanî: Dema têkoşîna çekdarî derbas bûye


Avestakurd – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bang li hemû Kurdan (Kurdên parçeyên din) kir ku êdî bir rêka demokrasî û aştiyê têkoşîna xwe bikin û dema têkoşîna çekdarî derbas bûye. 

13 Cotmeh 2012 Şemî 09:07


Serokê Herêma Kurdistanê di Kongreya Cîhan a Zanistî ya Kurdan de ku li paytexta Hewlêr pêk hatî de, axivitinek pêşkêş kir. Kongre ku bi axivitina Serokê Herêma Kurdistanê hate vekirin, Serokê Herêmê di axivitina xwe de bang li hemû Kurdan kir (Kurdên Bakur, Rojava, Rojhilat) ku têkoşîna çekdarî deynin aliyekî û bi rêka demokrasî û aştiyê têkoşîna xwe bikin. Serokê Herêmê got "Ji bo em hedefên xwe pêkbînin, dema têkoşîna çekdarî derbas bûye. Divê em bi rêkên weke parlemento, bi rêkên demokratîk û rêka diyalogê û aştiyê re têkoşîna xwe bi rêve bibin."Her weha di berdewamiya axivitina xwe de got "Divê em bi hêza çek daxwazên xwe nekin. Berûvajî, em ê nikaribin piştgiriya raya giştî a navnetewî bigirin." Serokê Herêma Kurdistanê behsa komkujiyên bi destê diktator Sedam Husên kir û diyarkir ku heta niha jî em çarenûsa 180 hezar Kurd nizanin. Hêjayî gotinê ye, ji her deverên cîhanê zanyarên Kurd û kesatiyên navdar zanyarên biyanî beşdarî di Kongreya Kurd û Zanist de bûn.


Şîrove: Di paragrafa duyemîn a vê nûçeyê de tê gotin ku ‘Serokê Herêma Kurdistanê di Kongreya Cîhan a Zanistî ya Kurdan de ku li paytexta Hewlêr pêk hatî de, axivitinek pêşkêş kir. Dema mirov vê nûçeyê dixwîne, wisa têdigihe ku Hewlêr herêmeke û navê paytexta wê nehatiye nivîsandin. Dikarî wisa nivîsîba, Barzanî di kongreya zanistî ya cîhanî ya li paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê hatî lidarxistin de gotarek pêşkêş kir. 


Encam: 

Di wê baweriyê deme ji bo mirov bikare van kêmasiyên di nûçeyan de çareser bike û carekî din dûbare nebe, divê nûçeya ku dinivîse bide kesekî din. Ew jî di ber çavan re derbas bike û piştre bê belavkirin. Gelek kesan nas dikim, nûçeya xwe dinivîsin, bêyî ku bi xwe carekê di ber çavan re derbas bikin di malperan de belav dikin. Ev yek jî dibe sedem ku nûçeyek sererast dernekeve. Ji bo vê yekê divê kesê nûçeyê dinivîse ewqas ji xwe razî nebe û bikaribe nûçeya xwe bide kesek din, ew jî bixwîne û piştre ji bo sernivîskar bê şandin. Piştî ku ji aliyê sernivîskar ve hat sererastkirin, ji nû de di malper an jî rojnameyê de bê belavkirin.


Têbinî: Ev nivîs ne ji bo dijberiya kes, malper an jî aliyekî hatiye nivîsandin. Bê guman di hemû dezgehên ragihandinê yên kurdî de pirsgirêkên di warê nivîsandina nûçeyan de hene. Ezê hewl bidim ku di rojên pêş de li ser nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Firat (ANF), Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) û hinek malperên din mînakên bi vî awayî destnîşan bikim. Ev yek ne ji bo şikandina aliyekî, bi baweriya min berevajî ji bo sererastkirina tiştên bi şaşî û lez tên nivîsandine. 


Mihemed Orhan

[email protected]


Gotinên miftehî :