1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rizoyê Xerzî
  4. Duristî û wêrekî lazim e
Duristî û wêrekî lazim e,duristî,û,wêrekî,lazim,e

Duristî û wêrekî lazim e

A+ A-

Êdî kesê ku bixwaze rolekê di çareseriya vê pirsê de bilîze, li şûna xapandin û dek û dolaban samîmiyet û duristî lazim e, li şûna hesabên biçûk ên hilbijartinan, fedakarî û wêrekî lazim e.

Niha hemû çav vegeriyane ser CHP’ê û Kemal Kiliçdaroglu gelo dê bikaribin bi Tevgera Kurd re bikevin nava têkiliyan an na? Bê guman wekî hêvî ji alî kurdan ve gelekî zor û zehmet e ku bawerî bi CHP’ê were ji ber dîroka vê partiyê û nêzîkahiya wan ya ji bo pirsgirêka kurd ji alî her kesî baş tê zanîn û tiştekî ku hêvî bide kurdan di vê dîroka wan de peyda nebûye. Ev partî jî wekî partiyên din di dema desthilatdariya xwe de herdem bi siyaseta inkar û tunekirinê nêzî Tevgera Gelê Kurd bûye û hemû nêzîkayên xwe li ser bingeha xapandin û dek û dolaban ava kiriye.

Di destpêka guhertina serokatiya vê partiyê de bi çûna Denîz Baykal û hatina Kemal Kiliçdaroglu re ne tenê kurd her kes li Tirkiyeyê li hêviyê bû ku hin guhertinan pêk bîne û pêşî li ber hin siyasetên wê yên bi serokatiya Denîz Baykal xitîmîbûn vebe. Lê mixabin Kemal Kiliçdaroglu nikaribû bi guhertineke nû û gaveke bi ceger hin guhertinan pêk bîne. Mînaka herî berbiçav di vê mijarê de mînaka Kiliçdaroglu û mesela pêşîvekirina bo turbanê ye ku ew jî di pratîkê de xitimî, dema ku Kiliçdaroglu dît ku dê wekî meseleya heyfa bavê lê were û bi vê pêşîvekirinê dê gelek alîgirên partiya wî ji destê wî herin, ji gotina xwe vegeriya û gav paş de avêt.

Niha jî piştî ku di civîna sosyalîstên enternasyonal de, Kiliçdaroglu bi Selahattîn Demîrtaş re hate ba hev, awir zivirîn ser îhtîmala lihevkirinekê di navbera BDP û CHP’ê de, dibe ku bi giştî tiştekî wiha di raya giştî de peyda bûbe lê ji alî kurdên ku ji nêz ve rojevê dişopînin tu hêvî ji lihevhatineke wiha bi wan re peyda nebû.

Piştî ku daxuyaniya Kiliçdaroglu ya li Stenbolê beriya ku bikeve rêya Amedê hê bêtir ev bêhêvîtî di cih de derket ji ber Kiliçdaroglu wekî kesekî ku were tewambarkirin bersiva rojnamevan- an da û got: “Bila kes tiştekî li vê serdana min a Diyarbekirê bar neke, bi tenê ji ber balafirgeha li Rihayê tuneye ez li Diyarbekir daketime.”

Heke CHP bixwaze rolekê di çareseriya pirsgirêka kurd de bilîze pêwîst e ku rayedarên vê partiyê û Kiliçdaroglu li şûna hesabên siyasî yên biçûk, hesabên mezin bikin ji ber ev mesele mesela hemû Tirkiyeyê ye û bi çareserkirina vê meselê gelek rê li ber Tirkiyeyê vedibin ku li şûna mijûliya bi şer û pevçûnan, bi pêşketin û refaha gelê Tirkiyeyê re mijûl bibe. Ji bilî mirina bi deh hezaran mirov, lêçûnên vî şerî jî bi tirilyonên dolaran bûye mal li ser vî welatî û rê li ber êş û azaran mezin vekiriye ku bi salan nayê dermankirin.

Êdî kesê ku bixwaze rolekê di çareseriya vê pirsê de bilîze, li şûna xapandin û dek û dolaban semîmiyet û duristî lazim e li şûna hesabên biçûk ên hilbijartinan, fedakarî û wêrekî lazim e ji bo çareseriyeke aştiyane û bi rûmet.

Gelê kurd û tevgera wî ji bo çareseriyeke wiha fedakariyên mezin kirine û tevî her tiştî ji bo çareseriyê amade ne lê dor hatiye ser rayedarên dewlet û hikûmetê ku ew jî xwe ji bo çareseriyê amade bikin û gavên bi ceger bavêjin.

Êdî hêviyên wan kesên ku hê jî dixwazin kurdan bi dek û dolaban bixapînin hêviya îblîs a çûna cinetê ye ji ber gelê kurd êdî xwe nas kiriye û li bi rêxistina xwe ve hatiye girêdan û bûye xelek li dora çareseriyê û di her fisendê de dibêje bedel çi be bila bibe ew bi israr di çareseriyeke aştiyane ya bi rûmet de israr dike.


Gotinên miftehî :