Dêrsim,dêrsim

Dêrsim

A+ A-

“Gelî evîndaran; îjar ez çûbûm sala 1820’an, li nava Çiyayên Dêrsimê bûm îşev.

Demeke ku min xeyal nedikir, demek pir dûrî jiyana min a îro bû. Min ew rewş qet di tu wêneyên dîrokî de nedîtibû. Tenê min ji devê mirovan bihîstibû. Ji wan re digotin “Zaza”, Wan jî serî hildabûn ji bo li vê herêmê serbixwe bijîn. Malên xwe di şikeftên çiyayên xwe de bicîh kiribûn, zarokan di berqefên tahtan de dilîstin. Wan û sewalan carinan bi hev re pincar dixwarin. Taht didan alî, ax derdiket, ew ax paqij dikirin ji keviran û tê de genim diçandin. Li ber Çemê Mûnzûrê, hûn bibêjin buhuşt jî rast e ji bo wir; hewayek germ, ziha û bê hêwî. Çemekî sipî, zelal; bi zivirok û şîpeyên xwe, bi deng, bi stran û xuşexuş bû. Fêkiyên ku bi awayê xwezayî şîn bûbûn li perê çem, ji wan re dibû xwarin. Kesî wekî wan masiyên çeman bi tahmek xweş nedixwarin. Kesî wekî wan mast û dewê bi tahm yê ku ji gihaya vê axê çêdibû, nedixwar. Û kesî wekî wan ji xwedîkirina pêz fêm nedikir, wekî bapîrên xwe Med’an bi ser pez de mirî bûn. Yekî rîsipiyê wan digot; “koka me dihere heta Mazdek em her tim li ser vê axê bûne, ji kûrahiya dîrokê de. Kesî zora me nebiriye heta niha”. Û digotin “kes nikare me bikin bindest, sefer heye ji bo bindestkirina me, lê serkeftin tuneye.” Mirovine esmer û zihîfokî bûn. Şervan û şerkar bûn, bi heybet bûn. Peyama Mazdek, ya Zerdeşt bi wan re bû, wekî her biyaniyên ku diçû nava wan, rê min jî didan ew peyam. Tim di nava wan de ev gotin dihat guhê min; “em ehlê başiyê ne, em ehlê xweşiyê û xweşikiyê ne, çi peyvên xweş û nexweş hene li herêma ku axa me jî tê de ye, rû daye. Lê belê pêşiyên me ji wan peyvana yên xweşiyê, yên aştiyê dane hevdû û kirine pirtûkek bi navê Zend-Avesta û dû re ji wê pirtûka pîroz dinya xweş û geş bû, gelên dinyayê xwendin, ji ber kirin û li gor warê xwe hişmendî û ol jê derxistin û pirtûkên pîroz wekî; Tewrat, Zebûr, Încîl û Qur’an hatin holê. Ji wan jî ol, bawerî li dinyayê gişî belav bûn. Em xwediyê xweşiyê ne digotin, em xwediyê dildariyê ne, lê ku şer hebe em xwîna xwe dirijînin. Ew hebûn îro li pêş çavê min, ew Zaza bûn.

Belê min rastiya van peyvana bi xewna xwe selmand û temaşe kir. Lê min ev jî temaşe kir; roj hat û ew roja mirinê; wekî Nînova bişewite şewitî warê wan.”

Dawî wekî pêşiyên xwe MED’an wan jî xwe spartin çiyayên xwe, min ew jî dît.

Med, erê Med, hûn zanin qewmekî şerkar bûn Med, siwarî bûn, “Hespên wan hebûn, hespên wan, yên bi navê Nîsêan, ên esîl, bilind û xweşik, ku di demên berê de jî Asûriyan dilê xwe dibijand wan hespan. Çiyayên wan hebûn çiyayên wan, yên ku weke hespên wan bilind û esîl. Dîndarên wan hebûn, dîndarên wan yên ku weke “Mag” an di destekî wan de gopal di destê din de agir û buxur. Cil û bergên wan hebûn, cil û bergên wan… ên wekî ‘Kandîs’ ê Med’an ku Pers bi ser wan bergan direhilîn. Guharên wan hebûn, kil û çavên wan hebûn, şahr hebû li serê wan.”

“Xwîna wan xweşik bû… ji ber ku wê xwînê bi qasî tiliyekê qeymax girtibû.”    

“ ‘Kandîsên’ xwe ji xwe kirin çek û pûsat girê dan, li hespên xwe yên wekî ‘Nîsean’ siwar bûn, xwe ji çiyayên xwe de berjêr kirin. Kalê wan di nava kincên xwe yên spî de agir û bixur bilind kirin û bi rê ketin. Rûmet û hurmet prensîbên wan bûn, şûr û mertalê wan bûn. Ji hezkirina hundurê wan, ji şewqa şûrê wan,

“Ew hebûn… xwîna wan xweşik bû… ji ber ku wê xwînê bi qasî tiliyekê qeymax girtibû. Rênas Jiyan”

Di dewr û demekêde, di salên berî zayinê de, qewmekî Arî hebû wekî me got bi navê Med. Hûn zanibin ku ev çîrok dirêj e, le ezê wekî xulase vebêjim. Îjar ev qewm ji navenda Asiya hatibûn ser axa Kurdistanê li gor gotinbêjan. Wan ji serokên xwe re digotin “Kawa”, gelek serokên wan hebûn bi vî navî. Serokê olî jî bi navê “Qerpan” dihat binavkirin. Ji xwedayekî bi navê “Homa” bawer dikirin. Dema ku hatin ser vê axê bi sê beşan bûbûn û hatibûn; kes nizane ku di navbera çend salan de, le di demek pir pir dirêj de em bibêjin. Îjar gelî cîranan beşa mezin li başûrê Kurdistanê, beşa biçûk li Azerbeycan û yên din jî nêzî Tehran li Ragesê bi cih bûne, li gor çîrokên dîrokî û li gor gotina gotinbêjên hinek dîrokzanan. Di dema serokê xwe yê bi navê Keyxusrev de pir bi hêz bûn, bi erk bûn, bi hişmet bûn. Bi sedhezaran şervanên wan hebûn. Ji wan artêjek bi heybet ava kiribûn, erd û ezman dihejandin. Li gor tê gotin jî, tîr, kevan û şûrê her şervanî hebûye. Pir dixebitîn û plan li himber dijminê xwe diafirandin. Dibêjin fenek, xapînokek şeran jî afirandibûn Medan, wekî xefikekê bû ku gelek artêj jê ditirsiyan. Dema ku şer destpê dikir artêja wan ji ber artêja dijmin direviya. Lê bêhnek din ku dijminê wan digotin ‘êdî me ew têk birin’ û diketin kêfxweşiya serkeftinê, şervanên Medan bi carekê vedigeriyan û tîr li dijminê himber xwe dibarandin. Dibêjin yekî ewropî li ser wan ev peyv belav kiriye li dinyayê; Marcelinê Romayî wisa gotiye ji bo vê fenê; “Bi vê yekê tirs û xof bi ser dijminê xwe dixistin û ew têk dibirin.” Û şervanên wan serê tîrên xwe yên ku di dohn de dakirî, vêdixistin û bi kevanê berûyê davêtin. Cihê ku ew tîr lê diketin, di nava agir de dima, dema ku av lê dibû jî hê pir gur dibû ew agir.

Gelî bira îjar, cîranê wan hebû bi navê Asûr. Nizanim hûn zanin an na, dibêjin Asûran pir zulum li cîranên xwe tevan dikir. Ew zilma xwe li Medan jî dikir di zemanê serdestiya xwe de. Tê gotin ku di sala B.Z 745’an de Qralê Asûran Diglatpilasa 65 hezar mirovê Medî ji dêleva bacê bi koleyî biribû welatê xwe.

Hinek dem derbas bû gelê Medî ji bo vê yekê diqirqilîn û êdî debar nedikirin. Di bin serokatiya Serokê Karkaşî lawê Diyako Kaweyê Mezin de, fermandar û serokê qebileyek din î Medî yê Manayî Mamîartîşû, serokê Sapardayî Dûsanî, li himber Asûran serhildanek mezin dan destpêkirin. Şerên giran kirin, xwîn wekî çeman herikîn. Dawî dawî Medan Asûr ji welatê xwe derxistin. Li herêmên din yên welatê wan, du heb Kawayên din yên Medî jî li himber Asûran serî hildan û bi tûmî Asûr têk birin, dawiya erka Asûran hat li ser rûyê erdê. Ew roj ji wan re, ji Medan re bû Newroz, ew newroza ku aniha jî tê pîrozkirin. Bi desthilatiyê re Ekbatan-Hemedan Kirin paytexta xwe.

Têbinî: Nîsean: Navê hespên Medan e. Mag: navê oldarên wan e, serokên olî nin. Kandîs: Navê cil û bergên Medan, yên şervanan in. Şahr: cawê ku ji hevrişim çêdibe ne. Di dîrokê de jinên Medan ew her tim bi nexşan xemilandine û dane serê xwe, ew e, navê wê şahr e.


Gotinên miftehî :