Dîsan qertafa dema bê,dîsan,qertafa,dema,bê

Dîsan qertafa dema bê

A+ A-

Min berê, di hejmara 30yî de, ya bi jimara 4-10 Rezber 2005 a Tûrik (ku vesera Azadiya Welat a hefteyî ye), nivîsarek bi sernavê "Awayê nivîsîna qertafa dema bê" nivîsîbû. Piştre, piştî ku birêz Amed Tîgrîs di Malpera Amîda de, bi sernavê "Lêkera ‘dê’ û rastnivîsîna wê" nivîsarek nivîsî, ji ber ku li ser heman mijarê bû, min jî xwest ku heman nivîsa xwe bêyî ez tu guherînan tê de bikim, di Amîda Kurd de biweşînim. Lê beriya min birêz Samî Berbang, bi navê "Gelo ‘dê’ lêker e yan daçek eş" di Malpera Amîda de bersiv da mamoste Amed Tîgrîs.

Bi gotina kin û kurt, min heman nivîsara xwe di Amîda de weşand.Li aliyê din, jixwe min nivîseke din jî li ser heman mijarê ango li ser qertafa dema bê dinivîsand. Lê mamoste Amed Tîgrîs destê xwe zû girt û bi sernavê "Lêkera ‘dê’ li daçekên zimanên tirkî û erebî naçe, li lêkerên alîkar ên zimanê hînd û ewropî diçe" nivîsarek di Amîda Kurd de weşand. Tê de li min û Samî Berbang rexne digire û li ser îdiaya xwe isrardar e ku /dê/ ne qertaf û ne jî daçek e.Ligel vê yekê, ez ji şêwaza (uslûba) wî ya nivîsa navborî ku tê de bersiv dide min û Samî Berbang û her wiha rexne li me digire, bigilî û gazin im.

Tenê dixwazim vê yekê bidim xuyakirin û hew.Ez bêm ser mijarê. Em her sê jî li ser ku divê /dê/ an jî /ê/ ji cînavkê cihê û bi serê xwe bê nivîsandin, hemfikir in. Tiştê ku em her sê ji hev cuda diramin navlêkirina li /dê/yê ye, ku ew mîna /ê/, /wê/ û /yê/ jî tê gotin û nivîsandin.Min di nivîsara xwe de ji /dê/yê re gotibû qertafa dema bê, Samî Berbang jî gotibû daçek. Mamoste jî jê re dibêje lêker.Min lêkolîneke biçûk kir ku bê ka gramerzanên me ji vê /dê/yê re çi gotine û çi nav lê kirine. Ez dixwazim pêşî jêgiran (îqtibasan) ji wan bikim û paşê bi mijara xwe de herim. Ez serê pêşîn ji xebata nemir Celadet Bedirxan û Roger Lescot dest pê bikim: "ezê, tuê (tiwê ve tê dahi), ewê, vb. biçimleri çeşitli zamirlerin dê belirteciyle birleşip büzülmesinden gelir; dê belirteci ise her halde başlangıçta dilek-şart kipi için normal bir kullanımdı." 1Em vê jêgiriyê wergerînin û paşê jî bala xwe bidinê bê ka wan çi gotiye: "Teşeyên ezê, tuê (tiwê û tê jî), ewê û hwd. ji têkilhevbûn û çûna bi ser hev de ya hokera dê ya bi hin cînavkan re pêk tê; hokera dê jî dibe ku berê ji bo raweya şert-daxwazê bikaranîneke normal bû."Wek ku tê dîtin wan ji bo /dê/yê hoker gotiye.

Ez niha der barê vê yekê de tiştekî nebêjim û jêgiriyên xwe bidomînim. Paşê ez dê yeko yeko li ser terîfan rawestim û raman û nêrînên xwe derpêş bikim. Qanatê Kurdo di xebata xwe ya bi navê "Gramera Zmanê Kurdi (kurmanci-sorani) de, der barê vê /dê/yê de wiha dibêjê: "Wextê paşwext bı vi teheri tê çêkırınê: pêşpırtıka ‘bı’ dıgıhije pêşkoka bınyata nıha, nişanên dêman (kesan) ji dıgıhijne paşkoka bınyata nıha, lı paşi wê pırtıka ‘ê’ ji dıgıhije paşkoka cinavên dêman." 2Min dest neda rastnivîsê û min ew wekî wê hişt. Ji daxuyaniyê Profesor Qanatê Kurdo dixuye ku, wî ji /ê/ re ango ji /dê/yê re, pirtik gotiye.Piştî Qanatê Kurdo, em binêrin bê rehmetî Kemal Badıllı der barê vê mıjarê de çi gotiye û çi navî lê kiriye: "Bu kipin yapım eki birinci şivede dê- ve ikinci şivede de ê/yê-dir. Bu ek çekimlenecek fiilin istek şeklinin hikayesi kipinde bı-lardan önce gelir." 3Em van gotinan ji tirkî wergerînin kurmancî hîna em bala xwe bidinê bê Kemal Badıllı jê re çi gotiye: "Qertafa çêkirinê ya vê raweyê di şêweya pêşîn de dê û di ya duyemîn de jî ê/yê ye. Ev qertaf di dema kêşana lêkeran a di şeklê raweya daxwazî ya çîrokî ya lêkeran de, beriya bi-yan tê." Wekî di vê daxuyaniyê de aşkera dibe, rehmetî Kemal Badıllı ji /dê/yê re qertaf gotiye.Bi dû Kemal Badıllı re ez niha jî cih bidim daxuyaniyên nemir Feqî Huseyn Sagniç ku mamostetiya min kiriye: "Daçeka nımandına demê ‘ê’ ye.

Gorê devokên herêman ‘ê’ ya daçek bı serê xwe ji tê bıkaranin. Weki: Ê bıxwe. Bı ‘w, d, t’yêve ji tê danin. Weki: Wê bıxwe, dê bıxwe, tê bıxwe." 4Min dest neda vekîta rehmetî Feqî Huseyn jî û hema min wisan jê jêgirî kir. Rehmetî ji /dê/yê re jî navê "daçeka nimandina demê" guncan dîtiye.Ez ê jêgiriya xwe ya dawîn, ji Mûrad Ciwan bidim. Birêz Ciwan wiha dibêje: "Özneden sonra "dê" gelecek zaman çekim edatı (konuşma dilinde [ê], [yê], ya da [wê] gelebilir. En yaygın kullanılan biçim [ê] dir) getirilir." 5Em van gotinan jî wergerînin ser kurmancî û paşê bala xwe bidinê bê Mûrad Ciwan navê /dê/yê çi daniye: "Mirov piştî kirdeyê, daçeka kêşanê ya dema bê (di zimanê devkî de dikare [ê], [yê], an jî [wê] were. şêweya bikaranînê ya berbelav [ê] ye) tîne."Mûrad Ciwan jî navê daçeka kêşanê ya dema bê ji "dê"yê re guncan û munasîb dîtiye. Em bi kurtî bibêjin ku her yekî jê re navek daniye. Em dîsan bînin bîra xwe bê kê çi gotiye:Di xebata hevpar a Celadet Bedirxan û Roger Lescot de jê re "hokera dê", Qanatê Kurdo jê re "pirtik (ango qertaf)", Kemal Badıllı jê re "qertaf", Feqî Huseyn jê re "daçeka nimandina demê" û Mûrad Ciwan jî jê re "daçeka kêşanê ya dema bê" gotiye.Em ji berêvkî de pê de herin û li ser terîfa lêker (ku birêz Amed Tîgrîs ji /dê/yê re lêker dibêje), hoker, daçek (Samî Berbang vî navî li /dê/yê dike) û qertafê rawestin.

Pêşî em bi terîfa lêkerê dest pê bikin. Qanatê Kurdo ji bo lêkerê vê terîfê dike:"Jı wê xeberêra dıbêjin fêl, ya ku fêlên merıyan, kirê wan û bûyina wan nişan dike. Dema ku jı merıvekira dıbêjın ‘fêlê wi usanın’ dıxezın bêjın yanê kırına wi, rabûn û rûnıştına wî usane. Ew xeberên rabûn, rûnıştın, xeyset û kırına merıvan, tıştan nişan dıkın. Ji wan xeberanra dı rêzımanêda dıbêjın fêl." 6Ji van gotinên Prof. Dr. Qanatê kurdo jî xuya dibe, ji bo ku em ji peyvekê re bibêjin lêker gerek xwedî hin taybetiyan be. Divê ku karekî, bûyînekê, tevger û rewşekê ragihîne. Her wiha hin kes gotinên ku divê têgihên kes û demê jî bidin, li vê terîfê zêde dikin. Ji nav cureyên peyvan, hêmana herî girîng lêker e.Li gora vê terîfê, bi ya min em nikarin ji /dê/ re bibêjin lêker. Wek tê zanîn ku di zimanê me de, dema bê ya nêzik bi alîkariya lêkera "kirin"ê pêk tê. Mînak: "Ez dikim biçim."

A li vir ji bo "kirin"ê mirov bi hêsanî dişê bibêje ku ew lekera dema bê ya nêzik, an jî lêkera alîkar a ji bo kişandina dema bê ya nêzik e. Lê ji bo /dê/ em nikarin navê lêkerê jê re guncan bibînin. Ji ber ku em qet nebe niha nikarin bibêjin ku /dê/ lêker e û eslê wê ev bûye û nizanim bi qonaxa demê re ev tişt bi serê wê de hatine, lewma bi ser hev de çûye, qunciviye ser hev û bûye mîna dê û hwd. Ji bo ku lêker be, divê radera (mesdera) wê hebe, li gorî deman bê kişandin û wateyeke wê ya ku gava bi serê xwe ye, hebe.Niha jî em bên ser hokerê. Em terîfa wê jî ji xebata Qanatê Kurdo wergirin: "Jı wan xeberanra (şoranra) dıbêjın fêlniş, yên xwerûya fêlan nişan dıkın, yan ji nişan dıkın çı qeydeyi, bı çı teheri iş dıkın, yan çı dıbe, dıqewıme. Bı gıliki fêlniş nişankerê fêlane, yan fêlnişankere." 7Nemir Qanatê Kurdo ji bo hokerê fêlnîş dibêje (ku hinek jê re rengpîşe û hevalkar jî dibêjin) û terîfeke li gorî zimanê kurdî dike. Jixwe tiştê ku em pê dizanin ev e, hoker bandor û hîkarî li wateya lêker û rengdêran dikin. Ji aliyê dem, cih, pîvan, wesf û têgihên pirsê ve bi erka xwe radibin.Gelo li gorî vê terîfê mirov dikare ji /dê/ re bibêje hoker, ku di xebata Celadet Bedirxan û Roger Lescot de, ya bi navê Kürtçe Dilbilgisi (Kurmanci) ev nav lê hatiye kirinş Mixabin erk û peywira vê /dê/yê ne hokerî ye, belkî ji ber ku tê gotin hoker ji aliyê demê ve jî bi erka xwe radibe, serê hin kesan tevlihev bibe. Lê mebest ji demê ne dema kêşanê ya lêkeran e.Niha jî em bala xwe bidinê bê Samî Tan di berhema xwe ya bi navê Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê kurmancî de, daçek çawan tarîf kiriye. Wî di nivîsa xwe ya navborî de ji /dê/yê re daçek gotibû: "Ev beşa hevokê bi serê xwe ne xwediyê tu wateyê ye. Lê di nava hevokê de beşên din ên peyvê ji aliyê wateyê ve sergihayî dike.

Dîsa daçek ji aliyê wateyê ve (wekhevî, dijberî, sedem, cih û bergeh) di navbera peyvan de têkiliya wateyî pêk tîne." 8Belê daçek di navbera peyvan de pêwendiyê dibestîne, tekiliyê datîne. Nexwe li gorî vê pênasê em çawan dikarin ji /dê/yê re bibêjin daçekş Samî Berbang (Tan) li gorî terîfa di xebata xwe de kiriye, bi nivîsara xwe re ketiye nav nakokiyê. Ji ber ku kêşana dema bê, bi /dê/yê an jî, bi /ê/yê" (ku carinan di hin rewşan de mîna /wê/ û /yê/ jî tê gotin û bikaranîn) tê kişandin û bi vê jî di navbera peyvan de pêwendiyek nayê danîn, pê rewşa demê tê diyarkirin.Em bînin bîra xwe ku Feqî Huseyn ji /dê/yê re daçeka nimandina demê û Mûrad Ciwan jî jê re daçeka kêşanê ya dema bê gotiye. Lê em van navlêkirinan rast nabînin.Piştî ku em li ser terîf û pênasa lêker, hoker û daçekê rawestiyan, niha jî em li ser terîfa qertafê rawestin. Prof. Dr. Muharrem Ergin ji bo qertafan (ango pirtikan) wiha dibêje: "Ek, kelime bünyesinde görülen, tek başına mânâsı olmayan ve kullanılmayan, ancak köklere birleşmek suretiyle kullanılan ve mânâ ile bir vazife gören şekillere denir. Kısacası ekler kelime bünyesindeki gramer vazifeli şekillerdir."

Em serê pêşîn van gotinan wergerînin kurmancî û paşê berdewamî bi nirxandinên xwe bidin. "Qertaf ji wan şekilan re tê gotin ku, di binyata peyvan de tên dîtin û bi tena serê xwe ne xwedî wate ne û nayên bikaranîn, lê belê gava bi rayeka peyvan ve dibin tên bikaranîn û bi wateyê, bi peywirê radibin. Bi kurtasî qertaf, şeklên wezîfedar ên gramerî yên di binyata peyvan de ne."Ligel van gotinan em dikarin hin tiştên din jî li erk û peywira qertafan (pirtikan) zêde bikin. Qertaf ew dengê herî biçûk an jî pêkhata deng e ku wezîfeya peyvan diyar dike an jî bi kêrî çêkirina peyvên nû tê û xwedî wateyeke guherîner e.Em bidin bîra xwe ku Qanatê Kurdo û Kemal Badıllı ji "dê"yê re qertaf gotine. Ev gotin bi tena serê xwe têr nake. Çimkî qertaf bi tena serê xwe nayên bikaranîn û wateya peyvê diguherînin, her wiha wezîfeya peyvan diyar dikin.Min jî di nivîsara xwe ya navborî de ji /dê/yê re, qertafa dema bê gotibû. Feqî Huseyn ji /dê/ re daçeka nimandina demê û Mûrad Ciwan jî daçeka kêşanê ya dema bê gotiye.

Li vir tiştê ku ez tevî wan nabim peyva daçek e. Eger nemir Feqî Huseyn di şûna daçekê de "qertafa nimandina demê" û birêz Mûrad Ciwan jî "qertafa dema bê" gotibûna, tu îtirazeke min çênedibû.Îcar em bên ser mijara qertafan û li ser cureyên qertafan bisekin. Celadet Bedirxan têgihên pêrkît (ne pêşkît) û parkît bi kar anîne. Lê peyveke giştî ku cureyên qertafan (pirtikan) bigire nav xwe bi kar neaniye. Eger bi kar bianîbûya, min dê di şûna qertaf de ew bi kar bianiya. Ji ber ku ez alîgir im divê ku em têgihên rêziman ên Celadet Bedirxan bi kar bînin, da ku di warê termînolojiya têgihên rêzimana kurdî de tevlihevî û sergêjahî çênebin.Wek tê zanîn sê cure qertaf hene. Qertafên kêşanê, yên çêkirina peyvan û yên kesan (şexsan). Qertafên kêşanê tên pêşî an jî paşiya rayekên lêkeran û wateyên têgihên dem, pirs, pirejimarî, erênî, neyênî hwd. didin.Qertafên çêkirina peyvan; ev qertaf jî tên pêş û paşên rayek an jî gewdeyên peyvan an jî dikevin navbera wan û wateyeke nû li peyvê zêde dikin. Wek tê zanîn di zimanê kurdî de pêrkît, parkît û navkît (paşgir, pêşgir û navgir) hene. Ji ber ku mijara me ne li ser cure û çeşîdên qertafan e, ez dê bi van gotinan tenê qîma xwe bînim û nekevim nav kitekitan.

Ev qertaf ji ber ku wateya peyvê diguhêrin divê ku bi peyvan ve bên nivîsandin.Qertafên kesan; di dema kêşana lêker, navdêr, rengdêr û hwd. de, em bi wan qertafan kesan nas dikin. Gelo ew kesê yekejimar ên yekemîn, duyemîn û sêyemîn in an jî kesên pirejimar ên yekemîn, duyemîn û sêyemîn in. Di dema kêşana lêkeran de em van qertafên kesîn bi lêkerê ve dinivîsin. Lê dema em ne lêker lê navdêr û rengdêran bikêşin em van qertafan cihê dinivîsin. Hin kes ji van qertafan re qertafên lêkera bûnê, hin kes qertafên kesîn û hinde kes jî cînavkên pêvebestî, cînavkên kesan, cînavkên paşgînkirî û hwd. dibêjin.Bi dû van gotin û daxuyaniyan, ez dixwazim bibêjim ku lewma min ji /dê/ re got qertafa dema bê. Qertaf tenê, bi serê xwe têgineke berfireh e û sê cure pirtikan (qertafan) digire nav xwe. Ez dubare dikim /dê/ ne qertaf, qerdafa dema bê ye.

Bi vî awayî ancax mebest dikare bê fehmkirin û diyarkirin.Piştî ku min der barên cureyên qertafan de hin kurteagahî dan, îcar ez dixwazim bêm ser vê qertafa dema bê /dê/ ku çima cuda tê nivîsandin û heta bilêvkirin. Kesên ku bi alfabeya latînî ya kurdî dinivîsin, hema bêawarte vê qertafê (ango dê) ji cînavk û lêkerê cuda dinivîsin. Ev /dê/ wek /tê/, /wê/ û -/yê/ jî derdikeve pêşberî me. Jixwe /tê/ şêweya xerabûyî ya /dê/ ye. Herçî /wê/ ye, şeklê deformebûyî yê /ew ê, ewê/ ku bi ser hev de çûye, kurt bûye, /e/ya wê jê ketiye û ketiye rewşa /wê/. Jixwe ev /wê/ tenê ji bo kesên sêyemîn ên yekejimar û pirejimar tê gotin û bikaranîn. Ev /yê/ jî, îcar şeklê din î yê /ê/ ye. Li vir tîpa /y/ê tîpa kelijînê ye. Bi piranî ev qertaf ji lêker û cînavkan cuda tên nivîsandin.Lê belê kesên ku qertafa dema bê /ê/ bi kar tînin, di zimanê me yê nivîskî de em dibînin ku hema bibêjin bi piranî bi cînavkê re dinivîsin. Eger em dêhna xwe bidin zimanê xwe yê devkî em dê bibînin ku meyla bikaranîna qertafa /ê/ bi cînavkê ve heye. Ez wisan texmîn dikim ku di vî warî de, bandora zimanê devkî li gramerzanan û kesên ku serê xwe li ser vekîta zimanê kurdî diêşînin, heye.Ji vî aliyî ve ew ne neheq in jî.

Bi rastî gava em li kêşana deman û raweyên lêkeran bifikirin em dê bibînin ku tenê di wexta kêşana dema bê û awayên wê yên din de du qertaf li dû hev tên ku bi wan dem û rawe çêdibin. Nimûne:Ez dê/ê biçim. Li vir /dê/ an jî /ê/ qertafa dema bê, /bi-/ qertafa raweya fermanî, /-ç-/ rayeka lêkerê ya dema niha û bê, /-im/ jî qertafa kesê yekemîn ê yekejimar e. Mînakeke din: Ez dê biçûma; li vir jî dîsan em dibînin ku hem /dê/ û hem jî /bi-/yê dane dû hev. Gava em neyîniya van demên ku bi "dê/ê" pêk tên çêdikin, tenê /bi-/ dikeve, /dê/ (an jî /ê/) nakeve. Lê di dema kişandina dema niha de em dibînin /di-/ dikeve û qertafa neyîniyê /na/ dikeve şûnê. Mînak: Ez diramim. Ez naramim. Lê gava ku em neyîniya dema boriya berdest (çîrokiya dema niha) çêkin rewş wiha ye.

Min dixwar (min nedixwar). Divê bala we jî kişandibe, digel ku qertafa neyîniyê /ne-/ hate pêşiya /di-/yê jî ew neket. Lo gorî rêziman divê ku biketa û cihê xwe bida /ne-/yê, lê eger biketa ji aliyê demê ve rewş diguherî û wate têk diçû. Ev neyîniya çîrokiya dema niha diket rewşa neyîniya dema boriya têdeyî: Em gotinên xwe bi van mînakan zelaltir bikin.Min xwar (Min nexwar).Min dixwar (min nedixwar).Heke em /di-/yê biavêjin û tenê /ne-/yê bikar bînin, tevliheviya demê ya neyîniya dema boriya berdest û dema boriya têdeyî pêk tê.Wek bibîrxistinekê ez dixwazim bibêjim. Di wexta kêşana lêkeran ên ji bo dema niha, dema bê (demên din ên ku bi alîkariya qertafên wan jî tên kişandin) û raweyan de ev qertaf (/dê/, /di-/ û /bi-/) tên pêşiya lêkeran:Ez dixwim (ez naxwim)Min dixwar (min nedixwar)Ez dê bixwim (ez dê nexwim)Min dê bixwara (min dê nexwara)Bixwe (nexwe)Bixwara (nexwara)Ji bilî neyîniya dema boriya berdest, du qertafên demê li dû hev nayên. Bi ya min, a ji ber van sedeman e ku qertafa dema bê /dê/ bi tena serê xwe dimîne û ji lêkerê direve; her ber bi cînavkê ve diçe û dixwaze wekî pê ve bibe. Îcar di rastiya xwe de, diviya ku qertafa demê, tevî qertafa neyîniyê wekî qertafên demê yên din, bi lêkerê ve bihata nivîsandin. Lê belê wek awarteyek, hema em bibêjin hemû rêzimanzan û kesên ku li ser vekîtê serê xwe diêşînin, meyldar in ku /dê/ bi serê xwe be.

Çi heye ku ji bo heman qertafa dema bê /ê/, ne xwedî eynî ramanî ne. Ji ber ku ev her du jî eynî tişt in, divê ku /ê/ jî bi serê xwe be, ne ku bi cînavkê ve be.Wek encam: Yek di warê navlêkirina /dê/yê de gelşek heye, divê ev çareser bibe. Didu, her kes /dê/yê ji cînavk û lêkerê cihê dinivîse. Ev rewş dilê mirov xweş dike ku her kes hemfikir e û heman helwestê nîşan dide. Lê gava ku wek /ê/ be dîsan ji lêkerê cuda lê belê îcar hin kes bi cînavkê ve û hin kes jî ne bi cînavkê ve dinivîsin. Divê ku ev tevlihevî ji holê rabe û gava wek /ê/ bê bikaranîn jî, divê ku ne bi cînavkê ve be. Çimkî cînavk cureyeke peyvê ne û bi tena serê xwe ne, tenê qertafên wan ên tewangê li wan zêde dibin û bi wan ve tên nivîsandin.Qet nebe, divê ku ji aliyê rastnivîsê ve hevgirtinek û standardek hebe, mesela navlêkirina li têgînên zimên meseleyeke din e û bivê nevê enflasyona navlêkirina li terîmên zimên hene.

Hêdî hêdî, bi qonaxa demê re dê berbihevhatinek çêbibe û em dê ber bi navlêkirineke tenê ve herin. Xwezî mesele bila tenê navdanîna li /dê/yê bûya. Ma em dê ji yên din çi bikinşÊn din, hin jê ev in:

Gerguhêz: têper, derbasî, gerandîVekît: rênûs, rastnivîs
Cînavk: cînav, pronav, bernav
Parkît: paşgir, paşqertaf, paşpirtik, xurdepaş, paşdank, paşdanî, dawîne, dawînk, dûpaşk, paşkok
Pêrkît: pêşgir, pêşqertaf, pêşpirtik, xurdepêş, pêşbend, pêşdan, pêşdanî, pêşgîn
Lêker: kar, fêl, pîşkHoker: rengpîşe, hevalnav, fêlnîş, hevalkar....

Çavakanî1) Bedirxan; Emir Celadet & Lescot; Roger; Kürtçe Dilbilgisi (Kurmanci), Weşanên Doz, çapa pêncemîn, rûpel 161, Stenbol, 20002) Kurdo, Qanatê; Gramera Zmanê Kurdi (kurmanci-sorani), Koral Yayınları, çapa duyemîn, rûpel 202, Stenbol, 19913) Badıllı Kemal; Türkçe İzahlı Kürtçe Gramari (Kurmançça Lehçesi), Med Yayınları, çapa duyemîn, rûpel 147, Stenbol, 19924) Sağnıç, Feqi Huseyn; Hêmana Rêzımanê Kurdi, Melsa Yayınları, Çapa Yekemîn, rûpel 141, Stenbol, 19915) Ciwan, Mûrad; Türkçe Açıklamalı Kürtçe Dilbilgisi – Kurmanci şivesi, Weşanên Jîna Nû, çapa yekemîn, rûpel 113, Balinge/Sweden, 19926) Kurdo, Qanatê; berhema navborî, rûpel 1177) Kurdo, Qanatê; berhema navborî, rûpel 2588) Tan, Samî; Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, çapa yekemîn, rûpel 175, Stenbol, 20059) Ergin, Muharrem; Türk Dil Bilgisi, Bayrak basın-yayın, tanıtım, çapa 19’an, rûpel 114, Stenbol


Gotinên miftehî :