Dûrî -I-,dûrî,i

Dûrî -I-

A+ A-

Ez ê bêjim nikarim têbigihêm,
dê dîsa dûrî bikeve erdnîgariya min.
Her ji bo çi be
Her ku navê te dibêjim,
Her pelandina dilê min dibe bêdengî
û digire ser evîna min.

Dûrî
ji te ne nêzîktir e,
Dûrî bi me herduyan re ye,
Bêdengî ji me herduyan xurtir e,
Zext serdest in,
û di bêtehiyê de ez bûme cegerpola.

Dema dibêjim tu
di ferhenga min de tenê pirs dimînin,
Tenê hevokên pirsan,
Bersiv li ser dûriyê,
Û hezkirina min,
li dûriyan bû nexweşiyeke kronîk.

Berî niha bi salan dîsa ji bo te,
Dîsa li dûriyê
Min gotibû “tika dikim”,
Ew ji min standin.
Lê hîn jî tika dikim,
Hîn xwe bê te
Hîn te bê xwe nafikirim.

2001


Gotinên miftehî :