Dûrî -III-,dûrî,iii

Dûrî -III-

A+ A-

Bi hêviya dê biqedînî vê dûriyê
Do di bêtebûnê de razam
Dema min bê te çav vekirin
Min dubare got dûrî hîn birîna min a herî kûr e.
Bi salan re qalik girtibû
Lê her ku ya dida axavtin tu bû
Min ji êşa wê re negot tiştek
Niha bête xwîn jê diçe
Ne ji ber ku nikarim bipêçim
Ji ber ku li dûriyê me dimirim...

Bi hêviya tê werî vir kêfxweş bûm
Wekî zarokekî biçûk
Qey ez ê bireviyama pêşiya te,
wekî wî ez ê kevin bikeniyama
Min ê wekî wê ya kevin tu bidîta..

Negiriyam li nehatiya te,
Wekî wî ez ê zarok ê kevin.
Ew ez ê kevin ê bê te,
ku li dûriyê mezin bû...
Lê!
Lê ew bihara hîn nikarim bê xwe bifikirim
Lê ew yara ku bê wê nafikirim
Ma bînim xwe ?
Tê bistînî ?
Ma ji bo ew ez ê kevin e, tê bixî hembêza xwe?
Ma tê wê yara min a kevin jî bidî min?

Lê ma tu heyî?
Hezkirina min a dilpola!

2002


Gotinên miftehî :