Encama Kongreya Çaremîn,encama,kongreya,çaremîn

Encama Kongreya Çaremîn

A+ A-

Daxuyanî û Agahdarî

Kongreya Komeleya me (Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê) ya çaremîn a asayî roja 31'ê gelawêjê li Amedê, li hêwaya şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin pêk hatiye.

Kongre bi beşdariya 56 delegeyan bi awayekî serkeftin bi dawî bûye û rêveberiyek nû ya ji 7 kesan pêk tê hatiye hilbijartin.

Li gor vê yekê:

Mehmet Yilmaz, Remziye Aslan, Ilhami Sidar, Hogir Berbir, Netice Altun Demir, Dilgeş Deryaspî û Rodî Zinar wekî endamên eslî yên rêveberiya komeleyê hatine hilbijartin.

Her wiha rêveberiya Komeleya me roja 1'ê gelawêja 2013'an civîna xwe ya yekem a rêveberiyê pêk aniye. Di vê civînê de Serok, Hevserok, Sekreterê Giştî û Hesabgir bi riya hilbijartinê hatine belîkirin. Di encama vê hilbijartinê de ji bo Serokatiya Komeleya me Mehmet Yilmaz, Ji bo Hevserokiyê Remziye Aslan, ji bo Sekreteriya Giştî Ilhami Sidar, ji bo Hesabgiriyê jî Hogir Berbir hatine hilbijartin.

Rêveberiya Komeleyê roja 2'ê gelawêja 2013'an civîna xwe ya yekemîn li dar xistiye û der barê xebatên pêşerojê û hin mijarên din de gelek biryar girtiye.

Em ê roja 3'ê gelawêjê vê daxuyaniya xwe di rûberga xwe ya Amîda Kurd de biweşînin.

Komeleya Nivîskarên Kurd | Amed | 03.09.2013


Gotinên miftehî :