1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Evîn Hêvî û Bawerî
Evîn Hêvî û Bawerî,evîn,hêvî,û,bawerî

Evîn Hêvî û Bawerî

A+ A-

Sê pirsgirêkên mezintirîn in ku çareserkirina wan hêsanî û xweşiya jîyanê ye. Sê çîya ne ku gihîştina sertara wan, bidestxistina jîyanê ye. Sê stûnên bingehîn in ku yên din li ser wan ava dibin. Sê jan û sê jîyan in; Evîn, Hêvî û Bawerî.

Mirov bi xwe hebûnek pir sosret e. Him pir hêsan e, him pir zahmet û him jî pir tevlîhev e. Û ji destpêka bûyîna xwa ta îroj timî ji bo jîyanek asa, xweş û baş têkoşiya ye. Lê sosreta herî mezin jî di vir de daye der ku di vê têkoşîn û lêgerîna xwe ya jîyaneke asa û xweş de, pirê caran jîyanê li xwe kiriye jar û keratî. Mirovan hev xwarine. Bi vî rengî bûne xwedî dîrokeke trajî-komik.

Mirov her çiqas hebûnek madî be jî, bi hestên xwe heye û bi hestên xwe watedar e. Dîsa, bi hestên xwe xerabî û nepakiyan dike, bi hestên xwe xera dike, lê bi hestên xwe pakiyan û başiyan jî dike. Bi hestên xwe çê dike, bi hestên xwe diafirîne, bi hestên xwe diguhurîne.

Û bi hestên xwe, li Xwedayê xwe, an jî li xwe digere!

Evîn, Hêvî û Bawerî jî di nav van hestan de yên sereke û bingehîn in. Çawa ku hebûna wan hêzek mezin e, tunebûna wan jî malkambaxiyek mezin e. Ne tenê malkambaxî, lê wendakirina jîyanê ye.

Mîna hemû tiştî, evîn, hêvî û bawerî jî, di jîyanê de him bi serê xwe xwedî wate ne û him jî bi gelek aliyên xwe mîna hev in, bi hev ve girêdayî ne û bi hev re watedar in.

Dema hunermendê nemir Mihemed şêxo dibêje;

Tu yî bihişta rengîn Gul û reyhan û nesrîn Tu yi jan û tu yî jîn Dîlber tu yî tu yî Zîn

Di vir de hestên xwe yên evînî tîne ziman. Ew dîlber dikare welat be, an tiştek din. Ev ne pir grîng e. Lê tiştê grîngtirîn di vir de hestên wî yên evînî ne ku bi jîyanê re dike yek.

Seydayê Cegerxwîn jî weha dibê:

Heta di eşqê wer nebî

Dil wek bîyokê zer nebî

Wek Mem evîn perwer nebî

Ma tê bi wê Zînê çikî

Ta wek Cegerxwîn dîn nebî

Ev vîn di dil de şîn nebî

Talî bi te şîrîn nebî

Ma tê bi wê jînê çikî

Evîna welat, evîna dîlberê, evîna jîyanê, evîna xwezayê, evîna zanyariyê, evîna hunerê û hwd. Yên ku ji bo bidestxistina daxwaziyên ji jiyanê mirovan dikine nava tevgerê, hestên evînî ne. Eger mirov ji tiştekî hez neke, mirov nikare ji bo wî/wê têbikoşe. Eger mirov neçarî têkoşînê bibe jî, mirov bi ser nakeve. Ji bo serkeftin û bidestxistina daxwaziyan, evîneke xurt divê. Evîndarên mezin, bi keda xwe dîyar in. Lewre ew kedkarên herî mezin in. Keda mirovan çi be, evîna mirovan jî ew e. An jî evîna mirovan çi be, keda mirovan jî ew e. Ev di her tiştî de weha ye.

Seydayê hêja Gurdilî (Seydayê Mele Umadîn) dibêje: "Ê evîndarê te bî, wê tim li ser çol û çîya bî."

Evîndarên mezin in ku şopa xwe di jîyanê de dihêlin. Û yên diafirînin, ên diguhurînin.

Eger evîna zanyariyê nebûna, dê filosof û zanyar nebûna. Eger evîna welat nebûna, dê têkoşerên wî nebûna. Eger evîna hunerê nebûna dê huner û hunermend nebûna. Eger ne ji evîna mezin a Mem û Zînê bûna, dê ew jî nebûna. Û eger û eger…

Mirovên bê evîn, mîna çoleke zipî zuwa ne. Ji mar û dûpişkan pê ve tu zindî nikare li nav bijî û tu tişt di nav wan de şîn nabe.

Hêvî, amûreke ji polayê ye ku mirovan bi jîyanê ve girê dide.

Her mirov li gor daxwaziyên xwe yên ji jîyanê, xwedî hêviyekê ye û li dûv diçe. Ew kesên ku hemû hêviyên xwe yên ji jîyanê wendakirine, lê ji Xweda bawer in, hêviya xwe bi wî alî ve girê didin. Lê hêviyeke wan her heye. Wey li wî kesî ku bi temamî bê hêvî mabe. Him ji dêrê û him ji mizgeftê bûbe.

Dema mirov dikeve tengasiyekê, gotina herî xweş û pir ku ji aliyê nas û dostên mirovan ve tê gotin, ev e; "hêviya xwe wenda neke." Ji ber mirov, ji serboriyên jîyanê dizanin, dema mirov hêviya xwe wenda bike, mirov ezim û îradeya xwe û pê re jî gelek tiştên xwe wenda dike.

Mirov baweriyê bi çi bîne, xeta jîyana mirovan jî li gor wê durust dibe. Xeta jîyana mirov, rengê jîyana mirov e ku rê li ber kiryarên mirovan vedike. Baweriya mirovan çi be, kesayetî û kiryarên mirovan jî li gor wê reng digirin. Lê li vir tiştekî grîng heye ku mirov çiqas bi baweriya xwe ve girêdayî ye. Ger mirov ne pir girêdayî be, ew bawerî jî lawaz e. Û mirov li du şopa baweriya xwe bi gavên xurt naçe. Lê dema bawerî xurt be, mirov baweriya xwe serdestî jîyana xwe digire û pir bi hêsanî dikare ji bo wê bimire. Bawerî, hêza dil e. Çavkaniya îradê ye ku jîyana mirov bi wê xurt dibe. Li hember hemû tengasiyên jiyanê, mirov bi wê li ber xwe dide.

Wiha xuya ye ku Evîn, Hêvî û Bawerî jîyan bi xwe ne. An, jîyan Evîn, Hêvî û Bawerî ye. Belê ne hebûna mirovan a fîzîkî ne, lê mirov tenê bi hebûna xwe ya fîzîkî jî ne tu tişt e. Lewra ew kesên ku hestên xwe wenda dikin, mirovahiya xwe jî pê re wenda dikin. Jîyan li wan teng dibe. Dinyaya mezin li wan dibe yek metrekare. Tarî, zilûmat û bê hewa. Pirên wan dawî li jîyana xwe ya fîzîkî jî tînin. Bi destên xwe!..

2007-06-25


Gotinên miftehî :