1. Tekst

  2. Daxuyanî

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Gelo Pêşengek Tune ?
Gelo Pêşengek Tune ?,gelo,pêşengek,tune

Gelo Pêşengek Tune ?

A+ A-

Mirov xwe têxe şûna girtiyekî cezayê îdamê girtiye.

Girtiyekî ku li derve çend milyon piştevanên wî, dilxwazên wî / wê hebin.

Lê deng ji wan milyonan neyê. Ji bo wî tenê gotinên vala, sloganên soro-moro, kampanyayên îmzeyan ku nizanin teslîmî ku dibe û tiştên wiha dikin.

Îradeya girtî naşikê. Baweriya wî winda nabe. Ji kirinên xwe poşman nabe.

Ku ez bim, li şûna ez endamê neteweyek wisa bim, bila ez di hundir gayê brincî yê Roma de bême şewitandin çêtir e. Ez ji bo wan li hêviya îdamê bim, ew jî li hêviya îdama min bin.

Ev çi êş e ku nayê kişandin? Ev çi gotin e ku nayê daqurtandin? Ev çi deng e ku nayê piştguhkirin?

Li Amedê 2 milyon kes hene. Li Hewlêrê pirtir. Li Stenbol hîn pirtir kurd hene. Li cîhanê hîn pirtir hene.

Lê her tişt jiyan e, ne hejmar e.

Her tişt aqil e.

Bi baqilî û zanabûn hezar kes jî dikarin dewletek ku îdaman dike rawestîne. Belê dikarin. Tenê divê bizanin ku dê çi bikin. Heta berî wê jî, ew hezar kes divê biryarê bidin ku bi rastî ew armanc dikin îdam bên rawestandin.

Pîvan 1: Di vê çalakiyê de madem ku rakirina mirin û îdamê tê armanckirin, tu çalakiyên ku mirov tê de bimirin dê neyên kirin.

Pîvan 2: Di vê çalakiyê de hêz û aliyê ku vê helwestê nebînin dê bi qasî ku nikarin nebînin, bikevin zerarê û ew hêz dê tercîh bike ku li şûna ewqas zerar, rawestandina îdamê çêtir e.

Pîvan 3: Çi dibe bila bibe, di hundirê saetekê de jî bi tu tiştekî din re têkildarî dê nebe û rojeva çalakîkiran dê neyê guhartin.

Gelo hezar kes peyda nabin?

Ji vê netewa ku qala milyonan dike gelo hezar kes peyda nabin?

An peyda dibe, lê pêşengek tune?

Gelo ji vê neteweyê pêşengek peyda nabe?

Me pêşengek divê, ne wisa ?

Tew nebe ji bo mirovek neyê dardakirin.


Gotinên miftehî :