1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Eliyê Xemxur
  4. Girtin û Berdan Çi Ne?
Girtin û Berdan Çi Ne?,girtin,û,berdan,çi,ne

Girtin û Berdan Çi Ne?

A+ A-

Belê, her wekî min gotiye, şaredara me hate girtin. Û çendek rojan di girtîgeha Mêrdîn de ma û hate berdan. Ji bo nûçeyên der barê şaredara me ya Qoserê de hûn dikarin li malpera ajansa ANF'ê binihêrin.
Şaredara me zû hate berdan. Ji ber ku wekî min gotiye, niyeta dewleta tirk ew bû ku şaredara me îadeya ziyaretan bike. Ji ber wan nekir, dewletê ew jî kir.
Divê mirov çanda vê dewletê bizane. Ev dewlet dûmahîka Osmanî ye. Padîşahekî Osmanî, rojekê dinihêre ku wezîr tî bûye û ji tînan lêvên wî  terikîne. Wezîr, ji ber mijareke girîng nikare here avê vexwe an jî avê ji xwe re bixwaze. Padîşahê Osmanî bi dengekî hêrs dibêje:- Wezîîîr!- Fermo padîşahê min!Padîşahê Osmanî dibêje:- Here tasek av bi lez bîne.- Ser serê min, şahê şahan!
Wezîr bi lez diçe, tasek av tîne û pêşkêş dike. Lê padîşahê Osmanî venaxwe û dibêje:- Vexwe!
Wezîr bi meraq dibêje "Ser serê min şahê şahan" û tasê bi ser xwe dadide, vedixwe. Piştre padîşahê Osmanî dibêje:- Derbasî cihê xwe bibe, îcar.
Piştî bêdengiyekê wezîr bi meraq dipirse:- Şahê şahan, heke tu hêrs nebî, ez dixwazim sedem û hîkmeta wê tasa avê hîn bibim. Gelo çima te av bi min da vexwarin?Padîşahê Osmanî bi hêrs dibêje:- Min tasek av bi xêra xwe da te, hey bêşukir! Ma ne ji tînan lêvên te terikîbûn.
Îcar çîrokek bi vî rengî jî li Lubnanê di navbera şervanên PKK'ê û rehmetiyê Qedafî de derbas bûye.
Qedafî cih daye wan û destûra baregehekê daye. Lê piştî 6 mehan qet kes neçûne serdana Qedafî. Serokê Lîbyayê hêrs dibe û dibêje "hemû PKK'iyan bigirin û bavêjin girtîgehê."
Nûçeya girtinan bi lez diçe ji Serokê PKK'ê re. Ew jî bi nameyekê, bi lez sedema vê operasyonê dipirse. Li ser vê yekê Qedafî bersiveke wiha dide:- We hat cih xwest, hûn bûn mêvan. Lê piştî min cih da we û pê ve, rojeke bi tenê jî kes nehat vexwarina çayeke min. Li ser vê yekê, min jî ferman da ku çayekê bidin wan û wan dîsa bibin cihê wan. Mesele ev e.
Heke em vegerin serê çîrokê, hûn ê fam bikin ku polîsê tirk ne ji niyeta xerab, lê tenê ji bo parastina mafê xwe yê "îadeyî zîyaret" şaredara me girtiye. Heke ne wisa bûya, me dê tê dernexista ku dê were girtin. Heke ne wisa bûya, piştî 4 rojan jî nedihat berdan.
Ji kesên faman re.


Gotinên miftehî :