Girêk III,girêk,yek,yek bi yek,yekîtî,kurd,kurmanc,kurmik,kurmê darê,cegerxwîn

Girêk III

A+ A-


Ez ji hewşa qesrê derketim û bi lez ber bi mala Bûbo ve reviyam, roj çûbû ava û tarî hêdî hêdî diket erdê, berî ku her der baş tarî bibe û ez bitirsim divêya biçûma û bihatima.

Di ber xanîyên kerpîçan û keviran re ku nîvê wan jî di bin erdê de bûn bi lez direviyam. Sola min a lastîkî ji paş ve li lingê min dixist û diêşand, sibe dê dîsa dora gûzika min bibûya peq.

Çawa ku ketim hewşê, min dît Apê Bûbo bi serê bizinekê girtiye û jina wî jî didoşe, çav li min ket şaşo maşo bû, serê bizinê berda û jinikê jî bi lez bizin da alî, ji bo şîr nerijîne û satil ji ber revand. Apê Bûbo bi tasewas got:

- Çi bû? Xêr e înşale?
Min bi hilmçikandî got “Kekê min got sibê em ê bi hev re herin şûna zozanan û vegerin, lê ji ber ku dinya hênik e em ê peya herin, bimeşin. Bila haya wî jê hebe.”

Apê Bûbo wekî rihet bûbe berê xwe da bizinê, dît ku li wî alî pirsgirêkek tune:
- Kî û kî?
- Ez û tu û ew.
Dîsa li xwe varqilî, ziq li rûyê min nihêrî, min jî rûyê wî didît. Ew ditirsiya ku min gotinên wî ji min re kiriye ji kekê xwe re gotibe û kekê min ew wekî fesadîyeke navxweyî qebûl kiribe û doza tiştekî lê bike. Wê kêlîkê min tirsa wî hemû fam kir û min xwest ber dilê wî xweş bikim:
- Nizanim çi mesele ye, lê wî û dêya min behsa kurmikê ava bîran dikir.
- Kurmikên çi?
- Ava bîran tijî kurmik bûye.
- Ê ma em dikarin çi bikin?
- Kekê min digot mirov bîrek nû vede dê destê pêşî bê kurmik be.
- Ew jî rast e, de Xwedê mezin e.

Gotina wî ya dawî wa ji zikê têr bû, tirs ji ser çûbû, xwîn bi canê wî de hatibû, ji xwe têr bû, axe ji karekî re ew kiribû hevalrê.

Ez di lingê ling de vegeriyam, êdî rêya min serberjêr bû, wisa bi lez direviyam ku hepên min dihejiyan û min ew hîs dikirin, diranên min li hev diketin. Ji tirsa cinan, pîrhebok û tiştên wisa min newêrî bû li ber dîwarên malan jî binihêrîya. Di ber mizgefrê re jî derbas bûm û bi lez ketim hewşa qesrê. Wekî êdî xetere qediyabe û ez di cihekî ewle de bim, rawestiyam, hêdî hêdî bi pêlpêlkên kevirî de hilkişiyam jor.

Hîn me taştê dixwar dengê kurê Bûbo yê biçûk ji ber derîyê hewşê hat, ji Xelef re digot “bavê min dibêje axe wê kengî bi rê bikeve”. Xelef jî jê re got "bila niha were, taştê amade ye". Haya min jê tunebû ku dilê kekê min heye bi Bûbo re taştê bixwe. Lê min baş dizanibû ku kekê min ev bername hemû li ser gotinên do yên Bûbo amade kiriye. Meraqa min ew bû ku dê çi jê re bibêje û tirs û tasewasa wî çawa ji holê rake.

Bûbo bi lez xwe gihand ser taştê. Dema dît ku em taştê dixwin, got “axê min li qisûra min menêre, wele heke Alan ji min re behsa taştê kiribe jî ez lê hay nebûme”. Hîn min li çavên wî dinihêrî bersiva kekê min hat:

- Bawer ke min do behsa taştê nekiribû, lê vê sibehê min ji Xelef re got heke Bûbo hat hema bila rasterast were ser taştê.
- Mala te ava be.

Û rûnişt, çarmêkî rûnişt.

Rêya ku em pê de diçûn bi kevirên reş, ên şematok û gulover dorpêçkirî bû. Wekî neqebeke ji kevirên reş bû. Ev qas kevirên reş, yên rûyê wan dûz, şematok û bê qul ji ku hatibûn, çima hemû wisa gulover bûn, min meraq dikir. Dîsa bala min çûbû ser wan keviran û dema ew di rêya teng re dimeşiyan ez di ser wan gomeyên reş re demişiyam. Ji ser yekî dipekiyam ser ê din. Hemû jî mezin bûn, bi qasî deh mêr jî nikaribin rahêlênê. Bi dengê “Cegerxwîn gotiye ‘hûn nebin yek, hûn ê herin yek bi yek’ re ez li mijarê varqilîm. Kekê min bi rûyekî mizicîn got: “Tu dizanî Cegerxwîn kî ye?”

- Dizanim, axê min! Meleyekî kevn e, ji alîyê Stewrê ye, ji ber zarokên bavê wî çênedibûn, çûne Ziyareta Siltan Şêxmûs, piştî lawkê wan çêbûye jî navê wî kirine Şêxmûs, dûre xwendiye bûye Mele Şêxmûs, dûre ji dîn derketiye bûye kominîst, lê rehmetîyê bavê te digot “peyvên wî wekî zêr in, we dît rahêlinê û veşêrin”.

Ne mimkûn bû min ev çîrok ji bîr bikira, ez hîn jî di ser keviran re dipekiyam. Hişê min ji ber xetereya ketinê ji yê wan hişyartir bû, belkî.

Kekê min bi dengekî nîvdeng, wekî bêje “bidomîne”, got “Erê” û xwe kerr kir.

Bavê min digot “kurê min, ji ber tu zarok î lê kurê axê yî, gelek gundî dê şîretan li te bikin û zewqa şîreta li mezinan bikin. Dema wisa kirin, baş guhdar bike lê dûre bêje 'her kesî heye aqilek, li cem bîrbiran du aqil' û tu tiştekî din mebêje."

Apê Bûbo zewqa şîreta li mezinan dikir. Lê kekê min wisa nedigot û hey guhdar dikir.

- Axê min, do jî min hinekî ji Alan re got.

Aha, xwe berda, tişta ku ditirsiya min gotibe, niha ew ê bêje.

- Axê min, di gund de yekîtî tune, her kesek li pey tiştekî ye. Yek dibêje “min zû zarokên xwe bizewicanda, cihê bikira û şûna xaniyekî din bi dest bixista”, yê din dibêje “min zarokekî din jî çêkira ji bo pişta min li hember malên din xurtir bûya”.

Axê min, em wanî nabin tiştek. Kurmanc wanî ne, nabin însan. Tu çi jî bikî kurmê xwe ye, ji xwe dixwe, bi xwe dikeve.

Kurmanc ev e. Gotinek heye, kurt û Kurmancî, dibêjin “jê ket û pê ket”. Yanî wekî dehşikên keran, hema çawa mezin dibin berê berê radibin ser dêya xwe.

Û min nedît, dîna min dît Bûbo li erdê bû û kekê min di ser dilan de rûniştî bû û dev û pozê Bûbo di xwînê de dida der:

- Wexta mirov meşiya, ha yekî kêm ha yekî zêde, çend bênamûs û ehmeqên wekî te ji wê şerefê kêm bimînin ew qasî baş e, hey ker kurê kerê.