Girêk IV,girêk,iv

Girêk IV

A+ A-

Alîyekî me Metînî bûn, alîyê din Mehelî bûn. Metînî Kurmanc bûn, lê me ji zimanê Mehelîyan tiştek fam nedikir, digotin "bi Dimilkî dipeyivin". Yextîyaran pir behsa şerê Metînî û Mehelîyan dikir, çîrokên jihevkuştina wan bi qasî girîngîya çûna ser heyvê giran giran dianîn zimên. Wê demê gurûzîyê digirt ser canê mirov, mirov hêvî dikir ku rojekê şerekî wiha neyê serê mirov jî û ew qas bobelatên xerab neyên jiyan.

Lê di gundê me de şer û pevçûn wekî kûçik û pisîkan li hev digeriyan. Ku Mehelîyan bi deveyên xwe genim dianîn û di biniya gundê me re ber bi Dêrika Çiyayê Mazî ve diçûn, gundîyên me wekî çav li kûçikê ku dike zexîra wan biherimîne li wan dinihêrîn heta ji ber çavan winda dibûn. Tu tişt tunebûya jî yekî bang dikir:

- Hooo! Li deveyên xwe miqate bin, ha!
. ...!

Ji xwe me ji zimanê wan tiştek fam nedikir, bê çi bersiv didan. Dûre gundîyan digotin "paşa çîno, paşa esto" û dikirin tiqetiq dikeniyan. Min dilê xwe xweş dikir ku Mehelî dûr in û deng naçe wan mirovên girs, ku bi delkan dimeşiyan. Dûre gundîyan wateya wê gotinê dubare digotin, wekî tiştekî pir girîng be û berê qet nehatibe gotin:

- Paşa çîno yanî paşe tune, paşa esto yanî paşe ez im. Mehelî wisa ne, dibêjin qey mezinê dinyayê ew in.

Min tiştek ji vê vegotinê jî fam nedikir, lê ji bo cahiliya xwe nedim der qet nediaxivîm. Ew bikeniyana ez jî dikeniyam, ew xemgîn bibûna min jî xwe xemgîn dikir. Lê min qet fam nedikir, bê çima, li vî gundê ku ne zad lê tê çandin û ne bexçeyekî fêkîyan lê heye, çima ji Mehelîyan re dibêjin "li deveyên xwe miqate bin". Gelo Mehelîyan fam dikir ku ew çima wisa dibêjin...

Her kes ji xwe têr, her kes bi xwe razî, her kes di ser kumê xwe re bû. Di rewşek wiha de tirsa min timî ew bû ku rojekê pevçûnek di nav wan de derkeve dê hevdu zîval zîvalî bikin.

Me Apê Bûbo li wir, li erdê hişt û em vegerîyan. Min tenê carekê li paş xwe nihêrî, ku hîn di navbera me de çar pênc metro hebû, dema rûyê xwe ji erdê radikir û axa ketibû devê xwe tevî xwînê tû dikir erdê. Ji bo bawer bibe ku em diçin an na li aliyê me nihêrî û hîn nû min çavên wî yên bi axa ku bi xwîna wî re bûye herî hatiye seyandin dît. Min nedidît bê li me kîjanî dinihêre jî, wekî pertolekî ket erdê û tenê dengê "aaaax" jê hat.

Piştî ku min bawer kir em baş bi dûr ketine û nema dengê me diherê, min bêdengîya kekê xwe qedand:

- Ji qewlê bavê min ve, te ev werîsa hemû berê gerandibû?
- Kuro tu nizanî bê çi xenzîr e!

Min ji dengê wî fam kir ku çîroka Apê Bûbo dirêj e:

- Kesî berê gilîyê wî nekiriye.
- Ma bavê min dihişt? Me kengî devê bavê min vedikir, digot "em giş ne ji xwînekê ne, tevlihevîyê dermexin, dê kes sax nemîne, ev erd û gund hemû ji Metînî û Mehelîyan re bimînin". Em diçûn û dihatin me guhê xwe li hember fesadîya gundîyan giran dikir, me xwe kerr dikir, me deng nedianî xwe.

Te dît bê çi got? Dê here û were bêje axe sax bûya nedihişt Xelefo xanî lêke. Hey ker kurê kerê, hey axê di (...). Lawê nizanim çi, axê kengî nehiştiye hûn kîjan xanî lênekin. Hew me gotiye bila her kes li dora merivên xwe lêke û hew.
- Em bêjin wî dixwest tevlihevîyê derxe, îcar di ser de te lê jî xist, aha ji te re tevlihevî.
Bi hêrs berê xwe da min û bi hêrs pozkê sola xwe li erdê xist, toz avêt metroyekê pêşiya xwe, wekî min û tozê bike yek, got:
- Tu çima wer bizdonek î, lo?
- Ez tenê ditirsim sêla ku bavê min rast kiriye, xera bibe.
- Binihêre, Alan! Dibe ez rojekê şaşiyekê bikim, lê rehbera te bila timî ev be, şensek te ya din tune, birê te çi kir tê pê re bî, mirin be mirin, kuştin be kuştin. Te fam kir?
- Erê!
- Îcar tu çavên xwe ji çi ditirsînî?
- Gundî hemû ne ji xwîna me ne, li hemberî me bibin yek em ê çi bikin?

Mizicî. Di ber xwe de kir hif pif, xwe li ber xist. Dîsa dest bi meşê kir, lê hîn li min dinihêrî, herdu birûyên wî hema bêjin gihaştibûn hev, bala xwe hemû dabû ser min:

- Bavê min bi te nedaye famkirin, baş li min guhdarî bike, heta em bigihîjin qesrê ez ê ji te re bêjim û ez careke din dubare nakim. Te got "erê"?
- Erê.

Wî gewdê xwe yê gir bi pêş de ajot û dest pê kir:
- Fikrek ji fikra me çêtir li ber gundiyan tune, ev yek. Tenê li dora mala me dikarin li vir bisitirin. Wekî din encax bar bikin, herin Edenê, Mêrsînê. Li wir dê çi gûyî belav bikin? Dê wekî keran ji xelkê re bixebitin. Ma li vir ji min û te re çi dikin? Ma erdê me dajon, an çandinîya me dikin?

Tişta bavê min fam nekir, piştî avakirina Komara Turkî êdî rêncberî nema, her kes bû axê xwe. Lê hîn jî li vir hikmê eşîran heye, ji ber wê qewet baş e, me jî xwe bi van gundîyan girtiye, wan xwe bi me ve girtiye.

Bavê min nihêrî merivên wî tune, dora xwe bi feqîr û berdîwaran tijî kiriye. Lê piştî pêncî-şêst salî îcar ew berdîwarên wekî Bûbo hemû bûn neh-deh mal û tew îcar aqil didin me.

- Ez jî dibêjim em sêla bavê min xera nekin.
- Li min guhdarî bike, peyva min neqediyaye.

Tişta ku bavê min kiriye navek li eşîrê kiriye. Berê navê malbata me Mala Hecî bû, te ev nû bihîst, ne wer?
- Erê!
- Ha! Bavê min ji gundîyan re got "navê eşîra me ji van sê giran tê û Sêgirkan e". Ji ber wî hawî gundî hemû zû ketin ser. Jixwe bavê min kone bû, dema gundîyan henekek bikira digot "kuro ma henekên Sêgirkan ecêb in ha, kesî berê tiştekî wiha nebihîstiye", gundiyan mêranîyek bikira digot "kuro ma Sêgirkî pir wêrek in" û ev hawe xist nav hemûyan. Niha tu devê kê vekî hemû başî û xerabîyên xwe bi Sêgirkîyê ve girêdidin.

Sêla bavê min rast kiriye ev e. Ya din jî, gundî kom dikir dibir ser keviran, salê xanîyê malekê dida lêkirin. Axatîya wî hew ew bû ku destê xwe pê nedikir, lê bi wan dida kirin. Xizmeta wan dikir, a rast. Ma wekî din axatîya wî çi bû?

Ma bavê me jî axa bû, kuro?
Hela here nav Metînîyan, hela bê kê xanîyê kê lêkiriye? Hela here nav Mehelîyan. Hela binihêre bê kî dihere û tê behsa pevçûnê, kuştinê, belavbûnê û ziqûmê dike. Bavê min bixwe xanîyê Bûbo daye lêkirin, binihêre wekî qesrekê ye. Ku wê xwe bi însan ke bila rûnê, yan na bila sibe kamyonekê bîne û biceheme here.

Gotina wî ya dawî bi min pir giran hat. Wekî keda bavê min hemû wekî mastê rojê di firînekeke zinarê re bê hawe were rijandin. Wî jî dizanibû ku me hemûyan pir ji çîroka bavê min hez kiriye û em zarokên wî hemû dixwazin vê çîrokê firehtir bikin. Li min vegerîya û wekî sirê xwe yê herî mezin bêje, got:

- Eşîr meşîr neman, Alan! Mebêje qey hîn em ê pêncî salên din jî eşîrê mezin bikin, na! Em êdî gund in, em gundîyên hev in. Êdî kes ne mecbûrê me ye, bajar hene, qeza hene.

Dûre ji bo ber dilê min xweş bike gotina xwe ya dawî kir û deng ji xwe biland:
- Bavê min, heke pêncsed sal berê hatibûya dinyayê û wekî Sêgirkan ava kir bikira, belkî ne Farisan, ne Ereban, ne Tirkan karibûya pê. Lê çi fêde, di çirika dawî ya meşkê de gihaşt ser çîroka dinyayê, ev jî dudu û qedîya.


Gotinên miftehî :