1. Tekst

  2. Daxuyanî

  3. Kovar Kovara W
  4. Hejmara 36'mîn a Kovara W
Hejmara 36'mîn a Kovara W,hejmara,36,mîn,a,kovara,w

Hejmara 36'mîn a Kovara W

A+ A-

Ji Edîtor
Paul Valéry ji bo helbestê dibêje ku “Rista pêşîn dana Xwedê ye, jê pê ve jî xebat e”. Em ji ser gotina Valéry helbestnivîsina kurdî li qelemê bixin dê gelek helbest mirar bibin. Ji ber ku wê dana Xwedê ku em jê re bibêjin hevîrtirş ji bo qedimandin û destpêkirina hevîrekî ye, lê dema ku strîna hevîr –xebata li ser helbestê- tune be tê wê wateyê ku em bi hevîrtirş bera ser arvan didin û dixwazin ji arvan û hevîrtirş hevîrek –helbestek- pêk bê.

Dîsa di vê çarçoveyê de divê em gotina Rênas Jiyan jî bînin bîra xwe dibêje ku “Helbest ne dirb e, derb e” Îcar ligel van bibîrxistinan helbesta me li ku dilûse? Em ê aşê helbesta ku mazmazka gotinê ye li ber ava kîjan çemî bidin gerandin? Ma gelo hêja ye ku ava aşê me yê helbestê lehî û şekelî bin ku mebesta me jê acizbûn, verişandin, têkçûnên serelî ne? An jî hêja ye ku ava aşê me çemekî dike lemelem be ku em têkevin timaya genimhêrandineke zêde? Bi kurtasî ji bo helbesteke mayînde da ku bibe dunde divê mirov bibe muptelayê xebatê û hewce bike di nava cîhana vegotinê de bibe peregende. Di hejmara 35’an de nivîseke bi navê “Diyako” derketibû. Em niha zelal dikin ku nivîskarê wê nivîsê ne rêzdar Bîlal Çelîk ê ku berê di Wyê de nivîsên wî hatine weşandin e.

Nivîskarekî ji Rojhilat bi navê Diyako ew nivîs ji me re şandibû. Nivîskarê hêja, hogirê hêvîbexş rêzdar Azad Ronakbar jî ji nav me koç kir. Xwedê bi rehma xwe wî şa bike. Û Modikan! Modikên me yên êşê! Modikên me yên eşqê! Modikên me yê hestan! Modikên me yê hestiyan! Ax! Axê! Tu ji ku hînî welidandina hestiyan bû? Ma ax jî hestiyan dizê! Xerzano! Şerzano! Me dikujin bi çil û çar terzan! Wekî ku tê zanîn Kovara Wyê weşana Enstîtuya Kurdî ya Amedê ye. Xwendevanên li girtîgehan gelek caran ji me Hînker û ferhenga kurdî-tirkî û tirkî-kurdî dixwazin ku ev weşanên hanê jî yên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ne. Navnîşana Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ev e; “Cibali Mah. Atatürk Bulvarı Ünlü İş Merkezi A Blok Kat:3 No: 21/82 Unkapanı – Fatih / İstanbul. Telefon: 0 212 621 82 00 - 37 Divê em tiştekî bi xwendevan û nivîskarên kovarê re par ve bikin ku ji ber kar û barên me, me ev hejmar bi mehekê dereng derxist. Em ji ber vê derengmayînê lêborîna xwe dixwazin.

Ev hejmar wê wekî hejmara “Reşemî-Adarê” derkeve. Me berê dabû diyarkirin ku dosyeya “Adar-Avrêl” dê “Li ba jinan wêjeya kurdî” be, ji ber derengmayînê dê ev dosye di meha “Avrêl-Gulanê” de bê weşandin. Ji bo beşdarbûna vê dosyeyê herî dereng divê heta 15’ê Adara 2011’an nivîs werin ber destên me. Xwendevanên hêja wek kes û şopên wêjeyî em dixwazin herêm û hinek bajarên xwe ji aliyê çandî û wêjeyî ve bikin mijara dosyeyan. Çarçoveya dosyeyên me dê wiha bin, wêje û wêjevanên wî bajarî, wêjeya devkî û dengbêjî, muzîk û muzîkjenî, lîstikên şanoyî, çîrokên gund û wargehan, cil û berg, mihrîcanên herêmî û hwd. Dosyeya Pûşper û Tîrmehê “Silîva” ye. Nivîskarê/a ku dixwaze beşdarî dosyeyê bibe herî dereng divê heta 15’ê Gulanê nivîsa xwe bişîne.

Em ji niha ve Newroza we pîroz dikin...

Hûn dikarin vir bitikînin û Naveroka Hejmara 36'mîn bibînin.


Gotinên miftehî :