Helwestek,helwestek

Helwestek

A+ A-

Doh, Pervîn Buldan, li ser navê Colemêrgê di rûpela xwe ya twitterê de tiştek nivîsîbû û min jî weke nerazîbûn di rûpela xwe ya facebookê de wiha gotibû: Du golikên min hebin, ez Perwînê nadim ber, lê ew niha li ser serê me ye mixabin. "Zimanzan"a bêziman...

Ji ecibandinan bêtir rexne û gazin hatin. Argumantên gazinên ji min jî bi kurtî ev bûn: “Rêvebereka kurd e, xwedî ked û berdêl e, rûmetek e, loma jî gotinên te giran bûn û bi tenê ji bo ziman mirov van gotinan ji keseka wisa re nabêje.”

Ez ê gotina dawî, pêşî bêjim: Ev hemi ji kêmasiya çanda demokrasiyê tên. Lewra li nav gel û welatên pêşkeftî û xwedî çanda demokrasiyê, dema siyasetmedarek ku li ser qedera wî gelî û wî welatî xwedî gotin be û şaşiyek bike, pêşî ji aliyê gel û rewşenbîrên wî gelî ve bi tundî tê rexnekirin û mahkûmkirin. Ji kovarên qerfî re dibine amûr. Heta caran dibine armanca hêkên xerabûyî û caran wan davêjine nav tenekeyên çope jî.

Ev reaksiyon û refleksên wê civakê, wî gelî yên pir normal in ku ji xwe divê hebin. Di encama van reaksiyon û reflexên civakê de ew kesê/a hatiye rexnekirin yan dest ji karê xwe berdide, yan jî careka din heman kêmasiyê nake.

Em pîroziyek li bi taybet siyasetmedarên xwe bar dikin û wan weke nirx û rûmetên gel dibînin û wan û hemû şaşî û kêmasiyên wan an ji derî rexneyan dibînin, an jî ji xwe ji kokê ve wan nabînin û naxwazin bêne dîtin û rexnekirin jî. Dema em wisa dikin, ew bi xwe jî barê “pîroziyê” û “rûmet”ê didine ser milên xwe û derbarê rexneyan de dikevine heman şaşiyan ku loma jî şaşiyên xwe dehbare û sedbare jî dikin. Ya din; em fedakarî û bedêldayînê û kar û bikêriya rêveberî û siyasetmedariya gelekî têkilî hev dikin. Kî zêde fedakarî kiribe an bedêl dabe, nayê wateya ku herî zêde jî ew dikare û jêhatîtir e ku rêveberî û siyasetmedariya gelekî bike. Ev nêrîn û nêzîkayî şaşiyeka mezinî din e ku rê li ber pêşkeftina gel û siyasetê jî digire. Lewra pêşkeftin, bi çareserkirina şaşî û kêmasiyan dikare pêkan be û kêmasî û şaşî dikarin bi dîtin, destnîşankirin, pejirandin û rexnekirinan bêne çareserkirin. Lê ev mekanîzma di nav me de çep dixebite mixabin ku loma jî civak di pêşkeftina xwe ya çanda demokrasiyê û xweşbîniyê de bi taybet, pir dereng bi pêş dikeve û ev bi xwe re gelek encamên neyînî jî diafirîne.

Şaşiyeka din; di bin nave rexneyan de, dijminahî tê kirin. Ango beşek din a ji civaka kurd ku li dijî Tevgera Azadiyê ne, 24 saet di kemîn û kozikan de (Hûn li ser klavyeyên kompîturan û di rûpelên medyaya civakî de fam bikin), li benda yek gotineka ku dikare şaş bê famkirin in û ku li ser wê sedan zêde bikin û tofanek rabikin. Eger demeka dirêj tiştek nebînin, an jî di demên nazik û hesas de, weke hinek wan biquncirînin, ji ciyê xwe hildipekin, “bi ser hişê xwe ve tên” û dest bi derew û manîpulasyonan dikin û pê re jî êrîşên qirêj. Navê vê jî dikine rexne û li ser van “rexne”yên xwe, agirê dijminahiya navbera kurd geş û gur dikin û erkên xwe yên “kurdayetî”yê pêk tînin.

Bi kurt û kurmancî; em yan lê nadin, yan jî dikujin. Her du jî şaş in û her du jî ne di xizmeta pêşkeftina vî gelî de ne. Li gel silavan

Mahabad Felat Arda

2016-08-03

[email protected]


Gotinên miftehî :