1. Tekst

  2. Gotar

  3. Henîfe Hisên
  4. Hemû awir zivirîn ser Babê
Hemû awir zivirîn ser Babê,hemû,awir,zivirîn,ser,babê

Hemû awir zivirîn ser Babê

A+ A-

Em nikarin tenê bibêjin Bab û derbas bibin. Ev herêm li bakurê Sûriyê hem ji hêla jeopolîtîk ve, hem jî ji hêla tevna xwe ya civakî ve xwedî cihekî girîng e. Bab bi çend kîlometreyan nêzî Helebê ye, her wiha li ser devê rêya wê korîdorê ye ku di navbera Efrîn û Kobanê de vedibe. Dîsa ji bo Reqa jî pirr girîng e.

Ji bo vê, hemû hêzên ku li ser Heleb û Reqa hesabên wan hene, girtina vê deverê ji bo wan pirr girîng e. Ji bo vê di serî de dewleta dagirker a Tirk û hêzên din vê herêmê weke devereke ku mehdê  wan veke dibînin, û hesabên pirr qirêj li ser kirine. Weke tê zanîn di vê dema dawî de trafîkeke hevdîtinê li Tirkiyeyê û di navbera hêzên herêmê û ên cîhanî de çêbû, di navbera Tirkiye, Sûriye û Îranê de. Dîsa di navbera Emerîka û Tirkiyeyê de, di navbera Rûsya û Tirkiyê de jî çûnûhatin çêbû.

Ev hevdîtin hemû jî ji bo lihevkirina li ser van herêman û pêşîlêgirtina pergala federasyona demokratîk a bakurê Sûriyeyê hatin kirin. Heya radeyekê van hêzan li hevdû kirine, lê tiştên ne di hesabên wan de jî derketine holê. Hemû jî bi hevdû re di nava şerekî lihevkirî de ne. Ya balkêş ew e ku hemû jî bê agahiya hevdû bi me re dikevin têkiliyê û dixwazin hêzên me ji bo xwe bi kar bînin. Ji ber ku baş dizanin ku bê hêzên me nikarin ti plana xwe bi ser bixînin. Lê hemûyan jî li ser tiştekî li hevdû kiriye. Wê 20 km ji axa Sûriyê bidin dewleta dagirker a Tirkiyê yanî ji Sînorê Tirkiyê ji Cereblûs heta Raî bidin Tirkiyeyê. Dewleta dagirker a Tirk jî ew grûbên çete yên weke Eniya Fetih el-Şam, Tabûrên Sultan Murat, DAIŞ û Eniya el-Nûsra ku xwe guhartine, kirine qalikekî din, tînê li wê xetê bi cih dikê û bi hêzên me re dide şerkirin.

Ji ber ku armanca wan ew e ku bi wê xetê tenê bi sînor nemînin, bên Babê bigirin û paşê jî berê xwe bidin Helebê. Bêguman, ev ne di hesabê van hêzên cîhanî de bû. Dîsa hemûyan qebûl kiriye ku rexmî Tirkiyeyê, korîdorekê heya Efrînê bidin hêzên me, da ku me razî bikin. Ji milekî ve koalîsyon vê yekê dixwaze û ji milê din ve Îran û Rûsya vê yekê dixwazin. Ji ber ku koalîsyon dizane ku ger em çembera li ser Efrînê neşikînin em ê nikaribin beşdarî operasyona Reqayê bibin. Rûs jî ji bo em bikevin navbera wan û Tirkiyeyê û ew jî li ser hemdê xwe werin Babê û Helebê bikin garantiyê.

Hemû jî behsa hebûna hêza me dikin û dibêjin bêyî we nabe. Heya niha ti hêz nabêjin ka hûn ewqas fedekarî dikin, em ê doza Sûriyê ya demokrasiyê çawa çareser bikin û doza Kurd û hemû pêkhateyên din çawa misoger bikin. Ev ji bo wan ne pirr derd e.

Dewleta Tirk a dagirker jî ji vê yekê sûdê werdigire û hemû grûbên çete li derdora xwe kom dike û şûrê xwe kişandiye li her kesî gefan dixwe. Niha behsa operasyona mertalên Firatê tê kirin. Haya koalîsyonê û Rûsya pirr baş ji vê heye, li hesabê wan jî tê. Her roj Tirk dibêjin me Cereblus girt em ê werin Minbicê û Girê Spî jî. Vê, weke şantaj bi kar tînin. Ka ew ê bikin nekin pirr ne diyar e, lê hêzên koalîsyonê ji wan bêhtir bi hewas in. Dibêjin binêrin, Tirk wê werin Minbicê û Girê Spî jî bigrin, ji bo xatirê we em bi Tirkiyeyê re nîqaş dikin da ku wan bisekinînin. Çima vê dikin, gelo heyranê çavên me ne? Bêguman na, bi vê peyamekê didin. Yanî binêrin ger weke ez dixwazim hûn nekin, Tirk wê êrîşî we bikin, Tirk li me guhdarî nakin.

Em jî vê dibêjin Kurdan û dostên wan ji van çîrokan êdî têr xwarine, li pêşiya me tenê şensek heye ew jî berxwedan e. Mîna Kobanê û hemû cihên din çawa me bi berxwedanê bi ser xist, em ê li wir jî bi berxwedanê bi ser bixînin. Ji vê yekê hêzên herêmî û cîhanî bi me re bin jî û ne bi me re bin jî em ê vê yekê bikin. Ji bo vê, bila  gelê me hemû vê yekê baş zanibe, em bi xwe nekin kes ji me re nake. Hemû serferber bibin û li gorî rastiya gelê şerker bijîn.

Nîşe: Ev gotar di roja 19.09.2016'an de di rojnameya Yeni Özgür Politika de hatiye weşandin.


Gotinên miftehî :