1. Tekst

  2. Gotar

  3. Dilawer Zeraq
  4. Huneriya Wêjeyê
Huneriya Wêjeyê,huneriya,wêjeyê

Huneriya Wêjeyê

A+ A-

Wêje, ji hin aliyan ve ji huner û ciwankariyên dîtir cuda ye. Ji ber ku; wêne, hunera rûbarî; peyker, hunera baresteyî; dans, hunera livdarî; mîmarî, hunera şûngehî; muzîk, hunera dengî; şano, hunera dramatîkî û wêje jî hunera zimanî ye.* Û gava em bala xwe didin, her rûpelek rûbarek; sînorê her kaxizekî şûngehek; her peyvek dengek; her nivîsa xwedî serpêhatî dramayek e.

Loma jî, em bi hêsanî dikarin bêjin ku wêje di gelek waran de hunerên dîtir dixe nava xwe û di nava wan de cî dide xwe; ev rewşa hanê jî şûngeheke taybet û jidil ava dike ji bo wêjeyê.

Ev jidiliya wêjeyê, di xewleciyên nivîs û deqê de veşartî ye. Ji bo hestpêkirin û çêjjêhildana vê jidiliyê, çalakiya xwîner hewce ye; û vê jidiliya behsî xeberê jî, bi vê çalakiyê ji hev tê veçirandin. Loma jî, ev hewcetiya çalakbûna xwîner, bi taybetî li ber hunerên muzîk û şanoyê, wêjeyê, dixe rêzeke paş.

Ji ber ku muzîk û şano du huner in ku ew bi xwe çalak in û bîner û guhdar di pêkanîna wan de tebatî ne; yanê gava ku divê deng û guh çalak be, muzîk li dar e û gava çav û deng û guh hewce be, şano li dar e. Ev lidarî û çalakiya her du huneran, bîner û guhdaran ji hemdê xwe zêde tebatî dike.

Li hêla dî, muzîk, ji ber taybetiya xwe a çalakbûnê, bervekirî ye ji populîzmê re. Ji ber ku populîzm, di naveroka xwe de, serê pêşîn çalakbûna mirovan asteng dike û piştre jî her ku diçe vê çalakbûnê dikuje; û kesê guhdar bi xwe ve girê dide û wî dike wanekê xwe. Kesê ku dikeve ber bayê vê yekê, zû bi zû hay ji xwe nabe ku ji kirdebûna xwe dûr ketiye; û ew bi awayekî bêhişberî kêfê ji vê rewşê digire. Loma jî muzîk, di vê biwarê de, hin caran pir bi hêsanî rastî şiqitîna şûngehê tê.

Wêje, wekî şûngeh, tebatî ye. Bi taybetî ji hêla çalakkirinê ve, di biwareke dîtir de cî digire. Ji ber ku xwedî gelek şûngehan e, ji bo lêbanîn û xwelêanînê, hewce ye xwendevan karibe di heman kêliyê û di wan hemûyan de xwe bi cî bike. Vê hewcetiyê, roleke dîtir dide kesîdeyê; rola çalakbûnê.

Loma jî, kes û mirovê çalak zû bi zû nakeve ber bayê populîzmê û di xwendina xwe a berhema wêjeyî de, hewcetiya bi hestpêkirina kesîdebûnê, kirdebûnê dihise. Vê hewcetiyê, bi her xwendinê re, mirovî bêtir dike kirde û di her carê de bi hebûniya xwe jî dihise û di warê hêlînê de hestê jêbêparmanê pê re çênabe.

Her wiha, berhemeke muzîk û şanoyê, dikare bi heman awayî bê dubarekirin. Yanê stranbêjek dikare stranekê, bi heman awayî bêje û amûrjenek jî dikare bi heman awayî lêde. Şanogerek dikare bi heman awayî bi rola xwe rabe û bilîze. Ev taybetiya dubarebarbûnê, şûngeha wê berhema hunerî pêdandî dike.

Berhemeke wêjeyî, piştî kêliya afirandinê, êdî xwedî şûngehan e; -ev şûngeh; rûbar, deng, guh, sînorê kaxiz û nivîs in.- Û ne piştî dubarekirinê, lê di wê kêliya ku afirandin bi dawî dibe û bi şûn de êdî pêdandî ye. Yanê, berhema wêjeyî, tu carî, careke dî û wekî xwe nikare bê nivîsandin. Loma jî, Wêje û berhemên wêjeyî, her di şûna xwe de ye û tu ba û baroveya populîzmê nikare şûngeh lê bişiqitîne. Û cudatiya huneriya Wêjeyê jî di vê taybetiya wê de veşartî ye.

*Rûbar: Yüzey (Çavkanî: Ferhenga Têrmên Matematîkê. Zeraq, Dilawer. Wenda, Mem. Xebata Çapnebûyî)


Gotinên miftehî :