Hêviya Gelan,hêviya,gelan

Hêviya Gelan

A+ A-

Li  paytexta Norwêcê Osloyê, di ber deriya salona National Theatre (Şanoya Neteweyî) li cihê ku her sal xelata Nobelê ya ji bo aştiyê digihîjê xwediya/ê xwe, di rojên 26-27 Mijdarê de pankartek hatibû daleqandin û bi her sê rengên "kesk û sor û zer" hatîbû xemilandin, li ser hatibû nivisandin New World Embassy: Rojava / Sefaretxaneya Cîhana Nû- Rojava. Ev di serî de ji bo her kesî hêjayî pirsîn û hizirînê bû. Sefaret îfadeyeke dewletê ye û ji bo têkiliyên di navberê dewletan de tê bikaranîn. Lê dema mirov dikeve nava salonê û li axaftinên 2 rojan guhdarî dike, tiştêkî din derdikeve holê, çîrok û serpêhatiyên cîhaneke nû bûn ku navê wan jî Rojava ye.  

Salona National Theatre saloneke dîrokî ye, bi  aliyê xwe yê mîmarî û hem jî bi tabloyên li ser dîwar ku sembola berxwedan û têkoşîna azadiyê li hemberî faşîzma Nazî û êriş û dagîrkeriya Hitler in, lê ya ji salonê bi xwe balkêştir ew e ku salon nîv glover bû ku bi rengên kesk û sor û zer hatîbû avakirin. Mîmariya Salona Civînê li ser heman dîzayna mîmariya Meclîsa rêvebiriya xweser e ku di qonaxa avakirinê de ye li Rojava. Ew meclîsa ku modela bi hevrebûna hemû gelên Rojava û Bakurê Sûriyê ye. Di nava salona nîv glover ya civîna 2 rojan ya Osloyê de hemû al, stêrk û sembolên saziyên Rojava, alên YPG, YPJ, QSD, PYD û revebiriya Rojava û sembolên gelên bin dest bi dîwar ve hatîbû kirin. Di nava wê salona balkêş de, kursî bi rengekî glover ji bo beşdar û mêvanan hatîbûn danîn, bêyî ku cudahî di navbera kursiyan de hebin. Axaftvanên konferansê li navendê, li dora maseyê li hev dicivîn û nihêrîna xwe îfade dikir û beşdaran jî bi nihêrîn, rexne, pêşniyazên xwe tevlî civînê bûn.

Bi axaftina vekirinê, axaftvanên Rojava wekî sefîrên şoreşê û hemû kesên beşdar jî wekî sefîrên xwezayî hatin binavkirin, ji ber ku Rojava şoreş, model, fikir û peyameke nû ye û em hemû jî erkdarên xwezayî yê gehandina vê peyamê ne. Damezrîner, organîzator û kesê herî bi bandor yê Civata Cîhaneke Nû ku ya 4. e û ji sala 2012´an ve li pey hev li bajarên Berlîn, Bruksel, Utrecht û herî dawî Osloyê hat lidarxstin,  Jonas Staal e. Di civînê de wî got "Peyva herî bi rûmet di vê şoreşê de berxwedan jiyan e, êdî bûye bi berxwedanê ji bo avakirina jiyaneke nû”.

Belê her tişt pirr bi zanabûn û bi agahî hatîbû avakirin ji bo wê civîna 2 rojan. Bi rastî jî bi tevahî li gorî navê xwe bû ( Civata Cîhana nû ), ew cîhana nû ya ku beriya bi 39 salan hêmanên wî hatin danîn. Lidarxistina vê cîvînê di rojên 26-27´ê Mijdarê de ku rastî 39 saliya damezirandina PKK´ê tê û axaftinên beşdarên ji gelên û rêxistinên cuda, rastiya vê berxwedana 39 salan di asta cîhanê de pişt rast dike.

Hevserokên PYD´ê Asya Abdullah û Salih Mûslim, hevserokê TEV-DEM´ê Aldar Xelîl û berdevka rêvebiriya xweser li Ewrupa Sînem Mihemed, bi peyvên tije hêvî yên şoreşê rastiyên siyasî, civakî, aborî, diplomasî heta xeter, zehmetî û alengariyên Rojava îfade kirin û ji modela konfedralîzma demokratîk heta derfetên ku bi şoreşê hatine afirandin û wê werin afirandin, raxistin ber çavan.

Şervanê YPG Macer Gifford, dema qala beşdariya xwe li refên YPG´ê û şerê li hemberî DAIŞ´ê kir, got “Li Rojava hêvî heye, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo cîhanê hemûyî. Wer bawer dikim, hêvî ji her tiştî girîngtir e”. Ya rastî jî li cihanê, sîstemê hêvî ji bo jiyanê nehiştiye, rihê PKK´ê di şoreşa Rojava de ji bo gelan bûye hêvî. Rêber Ocalan dema dibêjê, "hêvî ji serkeftinê girîngtir e“, îro di 39 saliya xwe de bûye hêvî ber bi avabûna jiyaneke nû ve. Ev rastî di hemû peyvan de, di çavên kesên beşdar  û axaftvanên ji gelê Azawad, Tamîl, Samî, Katalan, Yunan û Rojava  de dihat dîtin. Jinên ku ji herêma Katalan, jina Emazîxî ya ji Lîbya, Endameke partiya fêminist a Swêdê, jineke Ekolojîst ya ji Yewnanistanê û yên ji Inglistan, Holanda, ji bo têkoşîna jinên Kurd gotin „Ew têkoşîna ku bûye dibistan ji bo me û gihiştiye asta zanista jineolojiyê“

Konfederalîzma demokratîk ya ku modela çareseriya pirsgirêkan li ser bingeha demokrasî, azadiya zayendî, ekolojî û aboriya komînal hat ravekirin, ji aliyê hemû beşdaran ve tişta herî zêde hatî minaqeşekirin bû.

Endamê Parlamena gelê Samî ya Norwêcê, Runar Myrnes Balto got, “Konfedralîzma demokratîk ku ji bo me wekî gelê Samî modelek e ku bersiva pirsên me jî dide, em bi ser 4 welatan de parve bûne, tenê li Norwêcê şêniya me 52 hezar in û heta niha mafê me nîn e em bi zimanê xwe perwerde bibin. zimanê me winda dibe.” Belê zimanê vî gelî winda dibe ji ber ku her tişt li gorî serweriya netewe dewlet hatiye xêzkirin. Netewe dewlet ku li her derê heman tişt e, li Rojhilata Navîn wekî xezeb û nefreteke li dijî gelan hat nirxandin. Tekane modela ku bersiva pirsên gelan bide, konfedralîzma demokratîk e.  Yên wekî sefîrê Rojava û heta sefîrên xwezayî hatin pênasekirin mîna ku li civîna 2 rojan hatin destnîşankirin, erkên wan tevî misogerkirina siberoja şoreşê di heman demê de guhestina felsefe û modela vê Hêvî û Şoreşê ye, bi her çar aliyên Cihanê de.


Gotinên miftehî :