1. Tekst

  2. Gotar

  3. Jîr Jan Amedî
  4. Hêza Metaforan An Jî Di Şibandinê De Şaşiyeke Mezin Heye
Hêza Metaforan An Jî Di Şibandinê De Şaşiyeke Mezin Heye,hêza,metaforan,an,jî,di,şibandinê,de,şaşiyeke,mezin,heye

Hêza Metaforan An Jî Di Şibandinê De Şaşiyeke Mezin Heye

A+ A-

Mirov, metaforan dikare weke bi mebesta zêdekirina bandora derbirandinê, şibandina di navbera têgîn û tiştên ku xwedî heman wesfên hêsinî û manewî nin de, bide nasîn. Her çi qas ji aliyê wateyê ve bi peyvên wek xwezayî, şibandin, dirûvpêxistin an jî lêçûn bê ziman jî, di jiyana me ya rojane de, wateyên pir cuda di nav xwe de diparêze. Ev cudahî, ji ber firehiya qada bikaranînê pêk tê.


Di wateya hevpar de, ji xeynî metaforê hemû têgîn di wêjeyê de hat bikaranîn, lê bikaranîna têgîna metaforê di her qada jiyanê de dest pê kir. Bi vî awayî jî di qadên din de jî tê bikar anîn. Yek ji rêbaza herî bi bandor e, ji bo bi hêzkirina derbirandin û zindîkirina bîrê tê bikaranîn. Ji bo taybetiya çalakiyekê an jî wesfê hebûneke baştir vebêjin, ji hin tişt û çalakiyan sûd tê wergirtin û ev bi rêya anîna hişî pêk tê.

 Em dikarin têkelên ku metaforan pêk tînin, bi çar hêmanên bingehîn vebêjin:

A ku dişibe (Müşebbehun bih)


A ku tê şibandin (Müşebbeh)


Aliyê şibandinê (Vech-i şebeh)


Daçeka şibandinê (Edat-ı teşbih)

Metaforên ku di van mercan de pêk tê, ji aliye erkdariyê ve, ji tevahiya hemû endaman mezintir dibe xwedî wate û ev jî me ber bi têgîn û têgihiştinekê ve dibe.

Şibandin, di heman demê de an jî bi aweyekî cuda, bikaranîna çalak a vacê (mantık), hest, xiyal û ferasetê ve tê şêwandin. Bi vî aweyî jî bihêzkirina derbirandinê pêk tê. Di wêjeyê de bi giranî ya ku dişibe, li gor ya tê şibandin derbirandineke lawaztir e. Lê dibe ku di qada civakî û siyasî de şêwandinên berevajiyê vê hebin.

Dema metafor di wêjeyê de, bi mebesta xemilandina gotinan tê bikar anîn, em dikarin bandorên vê ji gelek aliyan ve bibînin. Him derbirandinê dewlementir dikin, him jî di pêkhatina têgîn û hêmayan de xwediyê bandoreke mezin in. Metafor, derbirandinên bi hêz in, ku deng li sehekên me dike û têkiliyên mayînde di navbera hesekên me û dinya der ve de pêk tîne. Bandor, li nêrîn û nîrxandinên me yên li hemberî çalakiyan û tiştên din dike. Bi gotineke hêsantir mirov dikare bêje ku, li ser nêrînên me xwediyê bandoreke bi hêz e. Her çi qas di jiyana me ya rojane de bên bikar anîn jî, gelek caran em hay jê tune ne.

Bandora metaforan a li ser zimên tê bikar anîn û bandora vê ya li ser ramanê, dibe mijara lêkolînên girîng. Êdî di her qadê de, serî li nîrxandinên lêkolînî hatine kirin, afirandina metaforên nû, tê dayîn. Tê dîtin ku bi vî awayî jî bandor li derbirandina mirovî dike. Gotineke di nav gel de heye :”çil caran hun ji yekî re bêjin tu dîn î, ew kes bi rastî jî dîn dibe.” Piştî metafora dînbûnê kete serê meriv, dubarekirin hêz dide metaforan. Her çi qas di serî de gotinên wiha neyên pejirandin jî, bi demê re dibe perçeyek ji mirov. Mirov hay ji vê tune ye. Dema hay jê dibe jî ji bo guhertina vê pêdivî bi têkoşîneke dijwar çê dibe. Gelek kes bi wêrekî tevnagere û hewil nade ku van ramanên xwe yê ji paş de li ser hest û mêjî cih digirin biguherîne.

Herkes bi zanebûn an jî bixwe bi metaforan re dijî. Di zarokatiyê de “ tebitîn, bêdeng bûn wek elametê biaqilbûnê tê dîtin.” Ev metafor di her qada jiyanê de xwe dide der.

Pirsgireka bingehîn a ku em ê li ser bisekinin, bandora metaforan a li ser kes, civak û rêxistinan e. Lewre, her çi qas di metaforan de mebest, şibandina ya lawaz ji bo ya bi hêz be jî ev di her qadê de ne wisa ye. îro êdî di gelek qadên wek qadên civakî, sîyasî, aborî, rêxistinî, leşkerî de bi bandora xwe ya li ser ramanê derdikeve pêşiya me.

Hin zimanzan, diparêzin ku ji bo ramanê şîrove bikin, ji metaforan bi bandortir rêyeke dinê tune ye. Lêkolînên di hêla diyarkirina arastebûna civatan (rêxistinan) de, di pêkhatina zanîstiya nazariye (zanîsta birdozî) yê de hatine kirin, dide nîşandan ku di sî salên dawî de zêdebûnek çê bûye. Lêkolînên hatine kirinê, weke di perwerdeyê de hatiye bikar anîn, bi hêsanî dikare di jiyana civakî de jî were bikar anîn.

Em bi mînakên metaforên di jiyana me ya rojane de, mijarê hinekî din jî vekin: em bêjin ku ; hun bi salan xwediyê porê dirêj in, him hun û him jî derdorê we hînê porê we yê dirêj bûne. Ji bo por kurtkirinê hun diçin cem kuafor, ew jî we ji bo şêwazeke nû qanih dike. Piştî porkurkirinê, hun bi zorê guhertinan bi xwe re dipejirînin. Bandora şêwaza nû a porê we, bi şîroveyên derdorên we diyar dibe. Piştî demekê ceribandina şêwazeke nû an jî domandina şêwaza we yê berê, dîsa wê ewqas guhertin bi zehmetî pêk bên.

Bandora metaforan a li ser beralîkirina jiyana me hînbûnên me jî diyar dike.

Me li jor qala hin lêkolînan kir. Bi taybetî jî, gelek sazî ji daneyên encamên ji lêkolînên ku ji bo dahûrandin û çavdêrkirina arasteya civakî, ku civaknasan têkildar dike, hatiye bidestxistin sûd werdigre. Yek ji van saziyan jî siyaset e.

Saziya siyasetê, bi xurtî ji metaforan sûd werdigrin. Bi vî aweyî beralîkirineke hişmendî tê armanckirin. Welat, him di hêla neteweyî de him jî di hêla navneteweyî de ji bo beralîkirina girseyan, metaforan wek navgîneke bernamekirina psîkolojîk tên bikar anîn.

Min fîlmekî bi navê “Gund (The Vîllage )” temaşe kiribû. Her çi qas min ji zû ve temaşe kiribe jî, ji bîra min neçûye. Fîlm, li ser jiyana gelê bajarokekî biçûk e. Gelê vî bajarî di nav daristaneke şîn de bi aramî dijîn, bi vî awayî hatiye çê kirin. Bi tirsa jîndarên di daristanên ku wan dorpêç kiriye de, ku qet nedîtine dijîn. Kes nizane jîndarên di daristanan de çi nin. Hin ciwan meraq dikin, difikirin ku derkevin derveyê bajêr, lê ditirsin. Rojek yek ji wan ciwanan diceribîne dikeve nav daristanê û tiştekî nabîne. Bi şev hemû xaniyên bajarok bi sorekî xwînî tê nîşan kirin. Gundiyên ku vê wek hişyariyekê dibînin, cardin newêrin ku peymanê binpê bikin.

Lê, ji ber pêdiviyeke lezgînî divê yek biçe bajaroka herî nêzik. Vê peywirê didin keçeke kor. Dema keça kor dikeve nav daristanê, rastî gelek buyerên ecêb tê. Têdigihêje ku ji bajarokê wê hin kes li wir hene.

Piştê vedigere dixwaze van tiştên ku têgihîştiye bîne ziman. Pîr û kalên bajarokê biryar didin ku keçikê jî tevlî lîjneya rûspiyan bikin. Rastî jî di daristanê de tu jîndarên jê bê tirsîn nîn in. Lîjneya rûspiyan ji bo ciwanên bajarokê neçin dereke dinê, planekî ewha çê kirine.

Metaforên ku di her qada ku dê rê bide jiyana me, piştî ku ji sentezên teknîkî û girîng tên derbas kirin bi zanyarî ji aliyê kes û girseyan ve tê bikar anîn. Welat, xeletî û rastiyên xwe di ser metaforên re li ser girseyên ku birêve dibin bikar tînin. Demeke dirêj bi metaforên wek “Rûmên tirsonek, Erebên pîs, kurdên bi boçik an jî ji tirkan pê ve dostên tirkan tune ye” mebest ew bû girseyan beralî bikin. Ez bawer im bi wan mînakan ev baştir hate têgihiştin.

Komara Tirkiye’yê bi salan, bi aweyekî sîstematîkî xwest metaforeke wek “kurd tune ne” biafrîne. Ji bo peyva kurd tenê ji aliyê têgînî ve be jî, ji her aliye qada jiyanê ve dûr bihêle gelek hewil dan. Bi peyitandina birêz Îsmaîl Beşîkçî “bi taybetî jî ji bo ji qada çapemenî û akademîk dûr bihêlin, sere xwe gellekî êşandin. Ev qadên nîqaşê ne û nasandinên rast wê ji vir derketina.” Ji aliyê Serokomarê vî welatî ve, belavkerên rojnameyan wek “terorîst” hatin binavkirin. Akademîsyen û rojnamevanên ku peyva kurd û kurmancî bikar anîn, ji karên xwe bûn, rastî danekirin û cezayan hatin.

Rastiyên jiyanê zû an jî dereng dê mirov û rêxistinan bi rastiya xwe re, rûbirû bike. Piştî ku ev têgîn ji aliyê gel ve bê bikar anîn, kontrolkirin û beralîkirinê xwe bi xwe neçar dimîne ku pêk bîne. Li vir pêdiviya afirandina metaforan derdikeve holê. Rastiya şemartina hebûna peyva kurd, wek têgînî û piştî daxwazên kurdan di raya giştî de gihişte asta nîqaşkirinê, bi rêya metaforên nû pêdivî bi beralîkirina hişmendiyê çê bû. Di şûna navên rast li bûyerê bikin de, ji bo afirandina ramanên cuda metaforan çê kirin. Bi têgehan leyistin.

Nasandinê cîhê xwe pir baş girt. Wê demê, metafor bi wateya di Tirkiyê’yê de tê bikar anîn “lênehatî” hunera lîstina bi têgînan e, ya lawaz weke bi hêz an jî ya bi hêz wek lawaz tê nîşandan.

Kurd ji ber hebûna xwe di qadên siyasî, civakî û akademîkî de nikaribûne bînin zimên, neçar mane ku serî li qada şer bidin. Di rewşeke wiha de, ji bo kurd mafên xwe bidest bixin, diviya bû ku navlêkirina her celeb hewildana wan, wek “daxwaza lêvegerîna mafên Kurdan” bihata binav kirin, metaforeke wek “pirsgireka kurd” hat bipêş xistin.

Bi têgînên, kurd û pirsgirekê ya anîna cem hev, haet hewildan ku kurd pê bawer bin, ku bi xwe pirsgirek in û hişmendiya jêderka pirsgirekê bi xwe ne. Bi salan, hemû partiyên kurdan her çi qas pirsgirekê weke “kurdistan” bibînin jî, di bingeha nîqaşên wan de “pirsgireka kurdistan” nebû mijar. Lewre, ev metafor, dibe ku bibûya sedemên nîqaşên din.

Metaforên wek vê pir in. Hemin mijar hatiye vê astê, dayîna çend mînakan binivîsim. Pirsgireka perwerdehiya bi zimanê zikmakî. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî ne pirsgirek e, maf e. Têgîna “mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî” heke li welatekî zimanê kêmwelatiyan be, ev têgîneke rast e û ne metaforek e.

Têgîn, dema ji bo neteweyên di welatê xwe de dijîn bê bikar anîn metaforeke ku ramana çewt diqelêbe ye. Bi mebesta bandorkirin û beralîkirina hişmendiyan tê bikar anîn. Pirsgireka kurdan a perwerdehiya bi zimanê zikmakî heye, lê pirsgireka bingehîn, jiyana kurdan a bi zimanê xwe yê netewî, tê nîqaşkirin.

Kurd li welatê xwe dijîn û zimanekî wan ê zindî heye. Ji bo bi zimanê xwe bijîn û zimanê xwe bidin jiyîn, hewil didin. Nîqaş mijara mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî, ber bi nîqaşkirina waneyên hilbijartî ve dibe. Wê bingehekî amade bikin ji bo metaforeke ku bikaribin bêjin “va me zagonên waneyên hilbijartî derxist.” Bi mebesta sekinandina li hemberî van nîqaşan, her çi qas bêguneh bixûye jî, gotina “perwerdehiya bi zimanê zikmakî” gotineke ne rast e.

Elîyê kurê ebdulmutalîb dibêje ku; “tiştê hun nizanin nebêjin, lewre piraniya rastiyan tiştê hun înkar dikin, ew in”.

Metaforên nav malbatî û jiyana civakî jî zor girîng in. Akademîsyen ji bo xwendekarên xwe divê metaforên qenc bikar bînin. Rêvebir, ji bo serwextkirina xebatkar û rêxistinên ku rêveberiya wan dikin divê metaforên rast bikar bînin.

Rewşenbîr dema metafor biafirînin û bikar bînin divê hevbandoriyê baş lê bihizirin. Metaforên ku bikar tînin tovên ramana civakî ye. Di nîqaşên li ser ekranan de, di TV, rojname, kovar, blogan de, di malperên ragihandinên civakî de, bi kurtasî metaforên ku di her qadên jiyanê de bikar tînin, him hişmendiya wan bi xwe û him jî têgihiştina civakî diyar dike. ji bo pêşxistina metaforên rast, divê hunera şibandinê baş bê zanîn. “şebeh” (şîn, be û he) ji peyva şupheyê tê û di hundirê xwe de şikê dihundirîne. Divê em hinek jî, ji vî aliyî ve li metaforên ku mijarên li ser dixebitin tên afirandin, binêrin.

Ji tirkî werger : Ulfiye Ozcan Ewê bidome