1. Tekst

  2. Gotar

  3. Abdullah Demirbaş
  4. Ji bo Şaredariyan pirzimanî
Ji bo Şaredariyan pirzimanî,Ji,bo,?aredariyan,pirzimanî

Ji bo Şaredariyan pirzimanî

A+ A-

Me ji bo hemû Şaredariyan ramana pirzimaniyê pêşkêş kir. Di ser vê yekê re salek borî.

Li gor salên borî mirov niha dikare bêje ku me gavên girîng avêtine û em hatine astekê. Li şaredariya me niha xebatên bi vî rengî didomin û piştî ku vê dawiyê hinek biryarên nû hatin standin, êdî ev dê bi leztir bibin.

Kovara şemamokê ya zarokan niha hem bi formata xwe, hem jî bi naveroka xwe rûnişt. Êdî em di formata şemamokê de dikarin bi hêsanî pirtûkên zarokan jî çap bikin. Heta şemamok êdî divê dewlemendiya dimilkî û ya suryanî jî vehewîne nav rûpelên xwe. Bi vî rengî zimanên ku têra xwe pêşketine, dikarin rûpelên xwe hinekî ji zimanên dost re veqetînin. Qesta min ew e ku rûpelên tirkî dikare hinekî din dilê xwe ji zimanên herêmî re veke.şemamok bi vî rengî hate astekê ku mirov dikare êdî Cluba Zarokan jî ava bike. Heta zarokên ku bibin aboneyê şemamokê hem dê şemamoka xwe belaş bistînin, hem jî dê bibin endamê Cluba Zarokan jî. Meclisa me ya Zarokan jî bi vî rengî xurtir dibe û li ser bingehekê rûdinê.Heke armanca me pirzimanî be, naxwe komputer jî amûreke girîng a şaredariyan in. Çima dê komputer bi zimanekî tenê bixebitin. Xebatkarekî ku bixwaze bi zimanê dayika xwe bernameyekê bi kar bîne, divê bikaribe bi dest bixe. Em bêjin, li gor zagonan divê hemû nivîs bi tirkî bin, lê mirov dikare wê nivîsa tirkî jî bi bernameyeke komputerê ya kurdî binivîse. Ev tiştekî din e.Ji bo vê yekê ev 2 sal in xebatên bi vî rengî didomin. Em niha hewl didin ku di van xebatan de jî astekê ava bikin. Bi vî rengî em hevkariyekê bi komeleya Karger re jî dikin. Cara yekem me bi hevkariya Kargerê, Koma Pc Kurd û rojnameya Azadiya Welat kovara Pc Kurd bi qasî 10 hezar heban çap kir û belav kir.

Ev ceribandin bû bingeha xebateke nû ku em hewl didin êdî ayinde be.Bingeha komputergeriya kurdî li gor rastnivîsa ziman e. Heke ev rast be bernameyên kurdî dikarin pêş de herin û bibin pêdivî. Ji bo vê yekê em ê di dema pêş de hewl bidin ku bi Kargerê re civînekê bi beşdariya zimanzanan li dar bixin, bernameyeke ku kontrola rastnivîsa kurdî bike, bê amadekirin.

Li aliyê din, gelê me ku tê şaredariyê, divê ne ku axaftina xwe tenê bikaribe bi kurdî bike, divê daxwaznameya xwe ya nivîskî jî bikaribe bi kurdî pêşkêş bike. Em divê van xalan bêhtir bînin ziman û hewl bidin ku zagon bi vî rengî bên guhartin. Li ser deriyê jûra şaredar divê hem şaredar bête nivîsîn hem jî Başkan… Û beşên din ên şaredariyê jî bi vî rengî.

Pirzimanî ji bo şaredariyan ne tawanbariyek e. Divê mirov bê tirs vê yekê bixwaze. Daxwaza vê yekê ji tirsê bêhtir, ditirsim ku bi xîretê ve têkildar be. Em ê hewl bidin ku vê xîretê nîşan bidin.Bi vî rengî li gor ku zagon derfet didin, divê şaredarî, bi zimanên wekî kurdî (kumancî, dimilkî), suryanî û hwd. jî  karên xwe bikin. Bi qasî ku zagon derfetê didin divê ev yek bê kirin. Pirsgirêka me niha ji tengasiya zagonan wêdetir e. Pêşî divê bi qasî ku zagon derfetê didin xebat bên kirin û ew hêz çêbibe ku dema zagonan derfetên zêdetir dan, mirov bikaribe bi cih bîne û berfirehtir bike.


Gotinên miftehî :