1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Rûken Sarılı
  4. JI BO RASTNIVÎSÊ ÇEND NÎŞE
JI BO RASTNIVÎSÊ ÇEND NÎŞE,ji,bo,rastnivîsê,çend,nîşe

JI BO RASTNIVÎSÊ ÇEND NÎŞE

A+ A-

mamosteruken_farqin@hotmail.com 

http://twitter.com/rukensarili

 

Tîpên Kelijandinê:

 

1)     Li gorî rêbazên rastnivîsê; Beriya tîpa ‘y’ tîpên ‘î-ê’ nayên bikaranîn, li tîpa ‘i’ yê vediguherin.

 

Mînak:  Şaş >> Ev dîyarî ji bo te ye.                                    Mînak: Şaş >> Ev, dêya hevala min e.

Mînak: Rast >> Ev diyarî ji bo te ye.                       Mînak: Rast >> Ev, diya hevala min e.

 

 

2)     Li gorî rêbazên rastnivîsê; Beriya tîpa ‘h’ (ji xeynî peyva cîhan) tîpên ‘î-o’ nayên bikaranîn. Tîpa ‘î’ li tîpa ‘i’yê, tîpa ‘o’ li tîpa ‘u’ yê vediguhere.

 

Mînak: Şaş >> Em ji cîhê xwe dûr ketin.       Mînak: Şaş >>  Divê em li hev gohdarî bikin.

Mînak: Rast >> Em ji cihê xwe dûr ketin.     Mînak: Rast >> Divê em li hev guhdarî bikin.

 

 

3)     Li gorî rêbazên rastnivîsê; Beriya tîpa ‘w’ tîpên  ‘u-û’ nayên bikaranîn, li tîpa ‘i’ yê vediguherin.

 

Mînak: Şaş  >> Navê xwesûwa wê, Berfo ye.                    

Mînak: Rast >> Navê xwesiwa wê, Berfo ye.

 

Di raweyên deman de bikaranîna lêkerên gerguhêz;

 

Dema ku lêker gerguhêz bin; Divê di demên borî de kirde her tim tewandî, bireser her tim xwerû be. Ji ber ku bireser xwerû ye, yekjimarî û pirjimariya bireserê bi lêkerê tê diyarkirin.

 

Mînak: Şaş >>   Min wan dît.

Mînak: Rast >> Min ew dîtin.

 

Di raweyên deman de bikaranîna lêkerên negerguhêz;

 

Dema ku lêker negerguhêz bin; Divê di hemû deman de kirde xwerû be.

 

Mînak: Şaş >>  Min çû, wê li dibistanê dît.

Mînak: Rast >> Ez çûm, min ew li dibistanê dît.

 

Qertafên ku lêkerên pêkhatî çêdikin, her tim li pêşiya lêkera xwe tên nivîsandin. Qertafên demê û hwd. nakevin navbera lêker û qertafa pêkanînê.

 

Mînak: Şaş >>  Ez avê divexwim. 

Mînak: Rast >> Ez avê vedixwim.

 

Lêker

 

Lêkerên hevedudanî; Dema ku navdêr bin, bi hev ve tên nivîsandin.

 

Mînak: Şaş >>  Perwerde kirina zarokan, karekî girîng e.

Mînak: Rast >> Perwerdekirina zarokan, karekî girîng e.

 

Lêkerên hevedudanî di rewşa tebatî de bi hev ve û bi awayê raderî (mastar) tên nivîsandin.

 

Mînak: Şaş >> Xwendekar hatin hişyar kirin.

Mînak: Rast >> Xwendekar hatin hişyarkirin.

 

Lêkerên hevedudanî di avaniya dançêker de bi hev ve û bi awayê raderî (mastar) tên nivîsandin.

 

Mînak: Şaş >>  Ew, dixwazin mala xwe bidin paqij kirin.

Mînak: Rast >> Ew, dixwazin mala xwe bidin paqijkirin.

 

Koka lêkeran di dema niha, dema bê  yan jî di raweya fermanî de tê bidestxistin.

 

Dema Niha: Xwendin: Di + xwîn + im.

Dema Bê: Xwarin:       Di + xw + im.

Raweya Fermaniyê: Avêtin: Bi + avêj + e/in!

 

Koka dema borî, di dema boriya têdeyî de tê bidestxistin. Bi gotineke din, hemû lêkerên bê rader di rewşa koka dema borî de ne.

 

Li Gorî Lêkerên Gerguhêz:       

 

Mînak: Min rojname xwend. Te heval dît. Wî li şanoyê temaşe kir.

Wê diyarî da. Me name şand. We xwarin xwar. Wan nivîs nivîsî.

 

Li Gorî Lêkerên Negerguhêz: 

 

Mînak: Ez ketim. Tu hatî. Ew çû. Em n. Hûn fikirîn. Ew firîn.

 

Cînavk

 

Cînavkên “xwe” û “hev û din” hem di cihê hêmanên xwerû, hem di cihê hêmanên tewandî de

tên bikaranîn.

 

Mînak: Tu li xwe dinihêrî.                 Mînak: Em li hev û din dinihêrin

Mînak: Te li xwe nihêrt.                    Mînak: Me li hev û din nihêrt.

 

 

Cînavka “” û “” ne li gorî zayendê, li gorî deman peywirê digirin. Cînavka “kî” xwerû, ya

“kê” tewandî ye.

 

Mînak: Kî dipirse? Dîlan dipirse. / Baran dipirse.

Mînak: Kê pirsî?    Dîlanê pirsî. / Baranî pirsî.

 

Qertaf:

 

Qertafên veqetandekê (zayendê) her tim bi navdêran ve tên nivîsandin. Dema ku ev qertaf bikevin cihê navdêran ango di rewşa cînavkên xwedîtiyê de bin, cuda tên nivîsandin û li gorî rewşa dengdarî yan jî dengdêriyê, tîpa kelijandinê (y) digirin.

 

Mînak: (wekî qertaf) Ev, pirtûka min e.

Mînak: (wekî cînavk) Ev pirtûk, a min e.

 

Qertafên tewangê ji cînavkên kesane yên tewandî; “wî, wê, wan” pêk tên.

 

Î/nêr/yekjimar    Ê/mê/yekjimar      An/pirjimar

 

   

Ji ber tewang û ravekê, koka peyv û navdêran nayê wendakirin:

 

Çewt                           Rast

 

Tirkiyê                        Tirkiyeyê

Komelê                       Komeleyê

Rojnamê                     Ronameyê

Dîclê                           Dîcleyê

Licê                            Liceyê

Cixarekê                     Cixareyekê

Netewê                       Neteweyê

Nexweşxanê               Nexweşxaneyê                        


Gotinên miftehî :