1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Ji vî zopirî ve çi dixuye?
Ji vî zopirî ve çi dixuye?,ji,vî,zopirî,ve,çi,dixuye

Ji vî zopirî ve çi dixuye?

A+ A-

Erê, gelî hevalan, bi rastî jî em nema ji hevdu tiştekî fam dikin. Ji alî dîrokî ve em Kurd tu carî ne di asteke ev qas baş de bûn, lê bi qasî wê jî em tu carî ne ev qasî di astek berovajî de bûn jî.

We çi ji Hevpeymana Civakî, an Rêgezên Bingehîn ên Destûra Sûriyeya Demokratîk fam kir, gelî civakê?

Çawa em nema ji hevdu tiştekî fam dikin, yanî niyet, kirin, gotin, hinêr û awa eletewş tevlihev bûne. Bêpergalî çûye di qaqa asîmanan re derketiye.

Tu hefte nemane ku em ji bo tiştekî nabêjin "Errrrik, ma ev jî?"
Hela ji xwe van sûndxwariyên dijminên Apociyan, van revokên ku reviyane û wekî "jêket û pêketan" dev davêjin her cure pêşketin û paşketinan, nahêlin ku êdî baş û xerab ji hev bên naskirin. Baş e, herî baş nexwe ew rola xwe dilîzin, tê famkirin.

Qey bala we nekişand ku Gelê Bakur xwe li hember êrîşên dewletê "zêde" bêdeng kiriye? Na!

Hûn qet lê hay nebûn ku nivîskarên Kurd, bi taybetî yên Kurdînûs ev çend sal in ku nema nirxandinan dikin, nema deng ji xwe tînin, ne wisa?

Dibêjin hinek ajal hene ku erdhejan zû hîs dikin. Belkî em jî ji wan ajalan bin, heke dê ev gotin dilê we rihet bike.

Lê na, bi serê min û we, hûn wê şerefê jî nadin me, bi ahd be.

Carinan mirov di dilê xwe de dibêje gelo bi rastî van hevalan Parêznameyên tên weşandin xwendin? An tenê guhdarî kirin? Ev girîn ge, guhdarîkirin cuda ye.

ZIMAN AQILÊ CIVAKÊ YE!

Hevok...

Hevok, bi zimanê piraniya Kurd pê dizanin (Tirkî) "cümle", bi zimanê cîhanê (Îngilîzî) "sentence", bi zimanê ku li Sûrî pir tê zanîn Erebî ("edeb" a wê ew qasî xurt ku "edebiyat" a wê xwe bê hinkûf dizane û heta gelek Kurd "wêjeyê" hinkûfê "edebiyatê" nabînin jî) "عقوبة" "'uqûbe".

Di Îngilîzî de hevok "sentence" û sentez "synthesis" ji hevdu re difîkînin.

Di Erebî de jî hevok ""عقوبة"  û sentez "تركيب" ji hevdu re difîkînin.

Di Kurdî de gotina "hawe" heye, ji kesên "bê edeb" re "bêhawe" tê gotin. Hawe "edeb" be, "wêje" nabe "edebiyat" û em dizanin gotina wêje gotinek sexte ye, nîşeya wê bi awayekî nivîskî di dîroka me de heye, bila li vir bimîne.

Hevok girîng e û "bêhawe" nabe. Çawa ku di Îngilîzî û Erebî de hevok û sentez ji hevdu re difîkînin, di kurdî de jî hevok û hawe ji hevdu re difîkînin. Di ser re, hawe ji edebiyatê re jî difîkîne.

Û "hinêr" heye, ji "hunerê" cuda ye. Huner di qada peykersazî, mûzîkjenî, wêjeyî, wênesazî de ye. Lê "hinêr" tiştekî din e.

Mînak, yekî ku vê nizanibe dê navê pirtûka Sun Tzu (xwendina Kurdî Sûn Zi) wiha binivîse "HUNERA ŞER". Lê Gelê Kurd ji tişta ku Sun Tzu dibêje re "hinêr" dibêje. Yanî ew "HINÊRA ŞER" e.

Bê çawa we di jiyana xwe dîtiye ku dayikan gotiye "ev zarok pir bêhawe ye", her wisa jî teqez we dîtiye ku dayikan gotiye "hewar e, çi hinêr bi vî / vê re hene".

Hinêra di mirov de afirînerê hunerê ye, huner encama wê ya çavber û guhber e.

Hawe, hawa, awa, wiha tev ji hevdu re difîkînin, di mijara "hevokê" de.

Hinêr û hawe dema di hevokê de digihîjin hev tofan radibe.

- Em ê hevokekê binivîsin, lê ç-awa? 
- Wiha(wa) binivîse. 
- Bi wî (h)awayî nenivîse.

Aqilê di ziman de û aqilê di serê Mêşa Hinguv de wekî hev in. Cudahiya aqilê wan û aqilê ku ev gelawêj, asîman, gerdûn û gerstêrk ava kirine jî tune. Bê şik.

Ku te li Kurdiya yekî guhdarî kir û te îdeolojiya wî fam nekir, tu hîn di Kurdî de ne şareza yî.

"
- Qal, apê gur, ka qalûn?
- Qal, her û weeeer.

"

Hevalên Hêja,

Ez bi qurban û gorî, hûn Kurdên herî jîr, Erebên herî fêmkar ên Sûrî civiyan ser hev û ji destê we reşnivîsek (bi pisporî navekî din lê nayê) wiha derket?

Şerm e ji we re! Erebî, Kurdî û Tirkiya wê, hersê li ser hev dikin reşnivîs.

Awayê nivîsîna zagonan heye. Heye, ha! Ne henek e!

Awayê nivîsîna peymanan, hevpeymanan heye.

Peyman, hevpeyman û zagon jî ne yek in, hersê sê tiştên ji hev cuda ne.

Girîng e, mijar li ser qedera me ye, pêşeroja me, ku kêr di qirika me de ye û hûn "Herî baş ên ser rûyê cîhanê" hewl didin stuyê me ji şûr rizgar bikin, di vî halî de ne?

Hevoka "Herî baş ên ser rûyê cîhanê" wergerînin Erebî û ji dîlekî DAIŞ bipirsin, bila ji we re bêje bê çi ye. Ev 2500 sal in ku ev hevok di metnên olî de wekî hêviya gelan cih digire. 

Hûn pêşbîniya di gotina "pêjna lingê mêrxasan tê" de ne (helbest, Bilûra Min, Celadet Elî Bedirxan).

Ev cure tekst, reşnivîs li we nayê. Ev ziman li we nayê. Ev bêpergalî ye, bêhawî ye, bê hunerî, bê edebî ye.

Ma hûn ji bo gelên Sûrî fikreke nû pêşkêş dikin?

Ma hûn ji fikra Amerîka, Rûsya, Îran, Turkî cudatir, ji tezên wan cuda sentezekê pêşkêş dikin?

- Erê!

Lê hevokên we, zimanê we, awayê îfadekirina we, haweyê bilêvkirina we ne ew e, ez bi qurbana we.

Welatê Hevbeş çi ye? Bê şîrove, bê hevokên pêşniyazwarî, bê hevokên nirxandêrî, bê hevokên rexnewarî. Wekî FERHENG jî nabe. Divê tu bêjî Welatê Hevbeş ev e û qediya.

Ev çi ye?

" Welatê Hevbeş:
Wek gelê Sûriyeyê pêdiviya me bi danasîneke  nû ya têgeha welatê hevbeş heye. Têgeha welat ji feraseta yek etnîste, yek ziman û yek dîn nayê avakirin. Lê belê  welat ji hemwelatî, pirziman, pirnetew û pirolî tê avakirin. Eger welat li ser vê ferasetê were avakirin dê yekîtî û biratiya gelan pêk were. Berevajî vê yekê eger welat ji hestên tevlîbûna yek etnîste were avakirin, beşekî mezin ji hemwelatiyan dê ji derve bimînin. Ev feraset parçebûnê çêdike û faşîzmê ava dike. "

Ev nirxandin e, ev ne encam e. Ev pêşniyaz e, ev ne soz e, ku ne soz be nabe peyman, ku ne biryar be jî ne zagon e. Qalibê van tê de tune.

Qey hûn di nav aloziya Rojhilata Navîn de fetisîn? Qey hûn bi nexweşiya "tu ferqa wan ji hev tune" ketin? Ev nexweşiya herî girîng a Rojhilata Navîn e, mirovan serxweş dike, her derê li ber çavên wan dike teşt, hemû gotin, bêje, hevok dibin wekî hev, destê her kesî di bêrîka her kesî de xuya dike, yek navê dostan datîne dijmin, yek navê dijminan datîne Xwedê, hinek xeyalên xwe, hinek hêviyên xwe dikin dîn... DAIŞ dibe USA, YPG dibe Esed, Rûsya dibe Turkî.

Wisa nabe. Wiha jî nabe.

Cara yekem e, ku em Kurd bi xwe jî dibînin ku metneke Apociyan a wekî pêşniyaza sîstem û jiyaneke nû derketiye holê. Xeyala Apociyan, pêşbîniya wan, fikra wan cara yekem wekî metnek fermî derdikeve holê. Lê di rewşek xerab de.

Ez ê gotina herî giran ji we re bêjim, li hember vê bê tefsîriya we encax ev tê gotin:

- Qey ji ber ku Serok di destê dagirkeran de girtî ye, halê we ev hal e? Şerm e!

Li metnên wî binihêrin, 2013-2015, yên wekî peyman nivîsiye, di wê quncikê de bi tena serê xwe çawa nivîsiye û we di Mecîsa himhimî de çi-çawa nivîsiye. Qet li wê hinêra we Rojava nayê, ku nav li cîhanê daye.

* Zopir bi Kurmancî bilindahiyên bê dirb, bê hawe, ne girîng.


Gotinên miftehî :