Kî û kê,Kî,û,kê

Kî û kê

A+ A-


"Ez dixwazim pirsa û ji te bikim. Eger tu dibêjî ferq di navbera her duyan de nîn e, li gora herêman tên guhartin -weke kengê û kengî-, jixwe pirsgirêk nîn in, lê eger tu jî weke Celadet bêjî ji hev cuda ne, -çawa ku `ew` û `` ji hev cuda ne-  wê demê ez ê hin pirsên cuda ji te bikim. Ez destpêkê dixwazim nêrîna te bigirim."
Li ser vê pirsê, min jî dîtinên xwe jê re nivîsandin, ji ber ku nezelaliya di vê mijarê de di serê gelek kesan de heye, min xwest, dîtinên xwe yên li ser vê mijarê û pê ve girêdayî jî, li ser "kengî û kengê" pê?kê?î xwendevanên Amîda Kurd jî bikim.

Berî ku ez derbasî mijara xwe bibim, divê ez bidim zanîn ku Radyoya Dengê Mezopotamyayê li ser gel? û gelem?eyên kurmancî bernameyeke hêja bi navê "Siya Ziman" pêk anî. Hemû be?ên wê bernameya ku ji hêla Kazim Orak ve dihat amadekirin, niha li ser malpera www.denge-mezopotamya.com peyda dibe. Her kes dikare wan bernameyan daxe ser kompûtera xwe û li wan guhdariyê bike. Ez ne xelet bim, min di bernameyekê jî bal ki?andibû ser mijarê. Bi saya van bernameyan kesên ku serê xwe li ser zimanê kurdî diê?înin, dikarin ji dîtin û ramanên hev agahdar bibin.

Bernameyên bi vî awayî girîng in, di vî warî de divê radyo û televîzyonên kurdan zêdetir, peywira xwe bi cih bînin. Hejmara bernameyên li ser zimên zêdetir bibin. Hin caran ji ber ku haya kesî ji kesî nîn e, nikarin ji hev sûdê wergirin. Taybetiyeke zimên ku bi salan berî niha ji hêla yekî/ê ve hatiye vedîtin, ji hêla yekî/e din ve, wekî ti?tekî nû tê pê?kê?kirin.

Bo nimûne birêz Îbrahîm Seydo Aydogan di bernameya Gava Sêyemîn de digot ku tu kesên ku li ser kurmancî xebatê dikin, bi ser taybetiya veqetandeka berpê (yönelme) bûnê ve nebûne, lê tê zanîn ku min û hevalê Zana berî niha bi demeke dirêj li ser wê gotar nivîsandine, her wiha ew mijar di nav pirtûka min a bi navê "Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî" de bi berfirehî cih digire.

Niha ez derbasî mijara xwe bibim. Ez di gelek nivîsan de lê rast têm ku hinek kes " û " wekî "/" dinirxînin, ev yek ?a? e. Yanî kî pirsa ti?tên nêr, kê pirsa ti?tên mê nake. Ew pirsa navdêrên netewandî û netewandî dikin. Her wekî "ez û min", yek xwerû, yek tewandî ye.

Mînak:

Zozan çû dibistanê.
Kî çû dibistanê?
Ew çû.

Zozanê av vexwar.
Kê av vexwar?
Wê av vexwar.

Zozan Dilêrî dibîne.
Kî kê dibîne?
Ew wî dibîne.

Her wekî ji mînakan jî diyar dibe, "" pirsa navdêrên xwerû û cînavkên koma yekem (ez, tu, ew, em, hûn û ew) dike. "" jî pirsa navdêrên tewandî û cînavkên koma duyem (min, te, wî/wê, me, we, wan) dike.


Kengî û Kengê

Peyva kengî û guhartoyên wê kengê û kînga ji aliyê wateyê ve tu cudatî d i navbera wan de nîn e. Ew peyveke hevedudanî ye. Ji du hêmanan pêk hatiye, yek cînavkê pirsiyariyê "" ye û hêmana din jî heng e. Heng jî di wateya demê de tê bikaranîn. Ew jî wekî hingê, hingî û hînga derdikeve pê?berî mirov. Li aliyê din her wekî tê zanîn peyvên têkildarî demê di hin devokên kurmancî de mê ne, wekî "vê demê", "wê çaxê", "wê hingê", "hefteyê"... û li hinek herêman jî nêr in, her wekî "vî demî", "wî wextî", "wî çaxî"...

Îcar  heke mirov peyva heng wekî mê bi kar bîne, dê bêjeya hevedudanî bibe kî hengê û pi?tre jî kengê, lê heke mirov hengê wekî nêr bi kar bîne, wê demê tewanga wê dibe nêr û ew jî "+hengî" pi?tre jî dibe, "Kengî", îcar bi baweriya min hinek jî "heng" wekî pirjimar tewandiye, lewre jî bûye +hengan û pi?tre jî bûye "kînga", belkî bala we ki?andibe, di kelijînê de deng jê dikeve, di bêjeyên kengî û kengê de, dengê /î/ yê "" ketiye, lê di guhartoya "kînga" de dengê /e/yê yê hengê ketiye. Baweriya min li ser vê meseleyê ev e, an jî li gorî delîlên li ber destan hene, ez dikarim vê nirxandinê bikim. Siberoj heke, hinek formên nû yên peyvê di devokeke din derkeve holê belkî ev nirxandina min pûç bibe.  Lewre jî kesên ku li ser van mijaran xwediyê dîtin û ramanên cuda bibin, bila kerem bikin, wan dîtinên xwe pê?kê? bikin, da ku em jê agahdar bibin.
  
Samî Berbang
[email protected]

Gotinên miftehî :