1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. K’ÊŞA LI DÛ NAVÊ R’ÊBERTÎYÊ – Ê, ARMANC ÇI YE, GELO?*
K’ÊŞA LI DÛ NAVÊ R’ÊBERTÎYÊ –  Ê, ARMANC ÇI YE, GELO?*,k,êşa,li,dû,navê,r,êbertîyê,ê,armanc,çi,ye,gelo

K’ÊŞA LI DÛ NAVÊ R’ÊBERTÎYÊ – Ê, ARMANC ÇI YE, GELO?*

A+ A-

Ka, em bi hev ra bidin heşê xwe!

  

Ezîz ê Cewo

 

…Van demên dawîyê gotareke Mûraz Acoêv (vê carê bi binnûsa “Mûrad Acoêv”) derketibû – bi mijareke nîvtemirî”, ya ku hemî dû dike: “Ka çawa bikin, ku birêz Mesûd Barzanî wek rêberê netewî bê pejirandin?!”

Û, her çiqas ev pirseke dûrî heş û aqilan e (absurd!), dîsa jî ji bo wê sernivîseke têra xwe “kûr” hatye peydakirin, ew jî: “Divê Şêwra Ewlekarîya Rêxistina Netewên Yekbûyî destekê bide Mîssîyona dîrokî ya serokê Başûrê Kurdistanê”(http://kurdistan.ru/2016/ 03/20/ articles-26111_Istoricheskaya_missi.html ). –

Û, çi dengekî bilind jî jê hiltê?!

Ango, carekê jî tê cêribandin, ku kek Mesûd “bikin” rêberê netewî!

Dibe ku, van mirovana ji bîr kirine (an, dibe ku, hîç haya wan jî pê nînbûye!), ku rêbertî erkek e, ya ku bi xwezayî ji hêla gel va tê pejirandin, ku ew ne peywir e. Ku mirov dibe rêber, ne ku wî hilbijêrin, an jî wî dikin rêber, ez êdî di derbarê peywirdarkirin an jî kivşkirinê da nabêjim!..

Ji ber ku ev ne pirseke nû ye, hinek êdî jizûva wê diwerimînin û li vîalî-wîalî belav dikin, lewra jî derketina vê gotarê bû sedem, ji bo ku mirov careke dinê li ser wê pirsa bi sunî nipixandî û sedemên derketina wê hinekî bide heşê xwe û mitale bike …   

Heya min xwe amade jî kir, ku di vê derbarê da rêplîkekê jî binivîsim, heya ez ji bo wê li ser çend nimûneyên destpêkî yên sernivîsê jî rawestyam, ên wek:   “Xizmeta hirçê-2”, “Emê çi bi van pesnan bikin?”, “Me berbi ku va didefînin?”, “Êdî kî dixwaze bibe rêber?!” ... Lê derk’etina hevp’eyvîna dawîyê ya birêz Mesûd Barzanî bi xwe, ya ku di portala Al-Monitor da hatibû weşandin, planên  min hinek guhar’andin...

Lê, dîsa jî!..

Ji bo ku her tişt heya dawîyê zelal bibe, ezê ji “bang-gotara” Acoêv destpê bikim, wê r’astir be, eger bibêjim – ji serpêhatîya berî wê.

Sê sal berê jî bi heman mabest-duruşmê gotareke Acoêv derketibû, û sernivîsa wê jî ji ya vê dawîyê kêmtir “dengdar” nîn bû: “Karayilan ji bersîva yekawa ya pirsa di derbarê naskirina serokatîya Barzanî  xwe dide alîkî”.

Dema xwendevan evê gotara nû bixwîne, dê bibîne, ku hem di vê û hem jî ya berî vê da heman mabest heye, ew jî bangek e ji gelê k’urd û ji k’oma siasetmederên wî yên bijarte r’a, ku ew serokê Herêma Otonom a Başûrê K’urdistanê kek Mesûd wek r’êberê net’ewî bip’ejirînin! (?!)

Helbet, hîn wê demê, sê sal berê, wek bersîv ji gotara Acoêv a yekem r’a r’êplîka min bi sernivîsa “Xizmeta irç’ê” derket (bi rûsî: http://kurd.press/?p= 19839 ; bi kurdî: http://www.amidakurd.net/qunciknivis/xizmeta_hir%C3%A7_%C3%AA1).

Di vê r’êplîkê da, di nava goveka analîzeke t’omerî da min hewl da bersîva wê pirsê bidim, a ku min bi xwe jî danîbû pêşîya xwe. Ew jî ev bû: “Balk’êş e, baldarîyeke weha ya ne qenc li hember vê pirsê destpêka xwe ji k’u digire, û pêdivîya k’ê bi wê heye?”  

Ez bi bawer im, ku xwendevanê di vê r’êplîkê da wisa jî bersîvên wan pirsan bibîne, yên ku dê di gotara Acoêv a vê dawîyê da derên pêşîya wî.    

Lê, ji bo wê, ji bo ku ev hemû di nava t’omerîyekê da bê têgihîştin, û ji bo xwendevanan jî zelal bibe, k’a r’ûdana vê pirsê bi xwe tê çi wat’eyê, ezê li vira p’arçeyekî ji wê r’êplîkê (ya “Xizmeta irç’ê”) bînim:  

Bi dîrokî bi r’êya xwezayî gelê k’urd bûye xwedîyê r’astîyên dîrokî, û divê bi wan r’astîyan r’a r’êz bê girtin, û wan bip’ejirînin. Lê eger hinek hewl bidin, ku hinek tiştan di nav wan da bi şêweyekî ne bi xwezayî biguhêr’înin, wê demê, ya yekem, wê k’enê mirovan bi wan bê, lê, ya duyem, gelê me wê avantyûrîzmê t’emûl neke...

Dîrokê bi xwe r’ol di navber lawên gelê me yên here hêja da dabeş kirye. Û em hemû divê li dora wan bicivin û bibin yek û wan pirsgirêkan ç’areser bikin, ên ku r’êal li pêşîya gelê me sekinîne.

Lê ... yên ku ev îdêya han hinartne û avîtine holê, divê tê bigihîjin, helbet, eger ew hê tênegihîştine, ku ew îdêyana berê pêşin li dijî yekîtîya net’ewî ya gelê me ne û zyanê digihînin serokê Herêma K’urdistanê ya otonom bir’êz Mesûd Barzanî. Û, dive bê zanîn, ku otorîte û bawerdarîya wî, wek serokê beşekî K’urdistanê, ya ku îro p’ir’ girîng e ji bo t’evahêya gelê K’urdistanê, divê bê p’arastin.

Ma ne, ew hê dikare gelek tişt ji bo gelê me bike!”

… Lê îro, sê salan pey weşana wê gotarê r’a, pey ewqas bûyeran û, ya sereke, pey hevp’eyvîna kek Mesûd r’a, dibe ku, ev hemû dilp’akîyeke bê bingeh bê xuyan (ya heya asta xêfikîyê!), û, heya, dibe ku, hinek di bin bêvilê da bik’enin jî! 

Lê, divê ez li xwe mukur’ bêm, wê demê ez bi dil amade bûm, bawer bikim, ku ezê bikaribim, bi wan gotinanên xwe yên ji dil, bi awayekî li ser helwesta wan  biraderan bandor bikim (– ûtopîya?!).  

Û, her çiqas jî, ez bi daxwez û helwesta xwe ya qenc r’abubûm, lê, dîsa, di mitala r’amana xwe da ez hema-hema bi bawer bûm, ku di pişt wan bangên bê serûber da mirovên p’ir’ nêzîkî der-dorên kek Mesûd bi xwe hene, heya, dibe ku..., ew, bi xwe be jî...

Û ev jî wê demê bû, dema r’ewşeke p’ir’ cuda li holê bû, û helwest jî cuda bû:  wê demê k’urd bi hêvî bûn, ku dê Konfêransa Net’ewî pêk bê, û di welêt da êdî amadek’arî dihatin kirin, konfêransên bajar, navçe û herêman  pêk dihatin!  

Û min wê demê digot, ku çêtir e, mirov r’ewşê aloz neke, ku çêtir e, mirov bi awayekî alîk’arîyê bide wan biraderana, ku ew bêhtir ciddî nêzîkî wê têgihîştinê bibin, ku dikare wisa jî t’erefekî r’ola serokê Herêma Otonom ê dinê hebe, yê ku bikaribe bêhtir girîngtir be, bêhtir sazûmank’ar û yekîtîsaz be...  

Wê demê min digot, ku çêtir e, mirov bi cûr’eyekî wan bide fêmkirin, derfetekê bide wan, ku ew li xwe veger’in, baş bidin heşê xwe, ne ku bê ser û ber gavan bavêjin... Û bi vêr’a wisa jî hêvîya min hebû, ku, hîç nebe,  ezê jî bikaribim li ser bingeha wan r’astîyan, ên ku êdî bi dîrokî derk’etine holê, bi awayekî ji têgihîştina hevhatin û Yekîtîya Net’ewî r’a bibim alîk’ar.     

Û di heman cîhî da jî min bal k’işandibû wisa jî ser evan r’astîyan, ên ku bi dîrokî pêk  hatine: ...Lê, her çi jî hebe, Serok Apo hêjayî hezkirin û piştgirîya mezin a bi mîllîonan k’urdan bûye, û ew jî ne t’enê di Bakûrê K’urdistanê da, lê, her weha, di R’ojilat, Başûr û R’ojavayê K’urdistanê da jî. Wisa jî di nav p’ir’anîya k’urdên derveyî welêt da ye, di t’evahîya cîhanê da. Ç’avê bi mîllîona k’urdan li wî ye, ewana wisa jî hêvî û dilxwazîyên  xwe bi navê wî va girê dane û amade ne, hemû ferman û gotin û r’êdanên wî pêk bînin...

 Gelê k’urd bi t’evger û bi bir’yar daxweza mafên xwe yên mirovî û net’ewî dike û azadîya r’êberê xwe dixwaze.

Û hêza bir’êz Ocalan jî di nav wî gelî da ye, yê ku wî bi xwe ew t’evger kirye...”

Lê, heyf, wek ku tê xuyan, ev biraderana di xwestekên xwe da bi bir’yar bûn, û hêvîyên min, hewlên min (û, dibe ku, ne t’enê yên min!) bê feyde man...

Û, dîsa jî, her çi jî pêk hatibû, heya van demên dawîyê ez bi hêvî bûm, ku Herêma Otonom a Başûrê K’urdistanê, eger r’ast bê r’êvebirin, dê bikaribe, di pêvajoya hilatina Yekîtîya net’ewî da r’ola xwe ya erênî bilîze. Ku serokê herêmê kek Mesûd dê di vî warî da hewl bide û dê bi vê erka xwe ya net’ewî r’abe.   

Lê, mixabin, ew yek pêk nehat, kek Nesûd, wek serokê herêma Otonom a Başûrê K’urdistanê, serî ji vê erka xwe dernexist û hêvîyên gelê xwe neanî sêrî.

…Û ew ne bi carekê r’a, lê gav bi gav, bi xwe bawer, berbi dawîyeke wisa va çû, û di vê da, dibe ku, “pesindar” û şêwirmendên wî yên bêkêr “alîk’arîyeke” mezin dane wî.  

Weha, t’enê çend mînakên pêkanînên r’êvebirîya kek Mesûd, ên ku bûne sedemên trjêdîya bi hezaran mirovan, zêdekirina bêbawerîyê û dutîretîyê di nava civaka siyasetmederên k’urd ên bijarte (êlît) da, û k’ûrkirina qeyrana êkonomî û siyasî di Herêma Otonom da:     

– “dostanîya stratêjî” a kek Mesûd û malbata wî bi r’êjîma f’aşîst a T’irkîyayê r’a, li şûna ku Yekîtîya Stratêjîk bi T’evgera R’izgarîxwaz a gelê xwe r’a saz bikin; Serokherêm û Serekwezîr (herdu jî Barzanî) li ser “p’êla” wê xwestekê, ku “dostanîya” xwe bi r’êjîma t’irkî r’a xurt bikin, hemû derfetên fînansî yên Herêmê derbazî bankên t’irkan kirine, ji ber wê jî di herêmê da qeyrana k’ûr a êkonomî r’û daye, lê r’êjîma faşîst a T’irkîyayê ew derfetên fînansî yên gelê k’urd dike xizmeta pêkanîna planên xwe yên “nû-osmanî” û wisa jî cîhedîyên îslamî yên DAÎŞ-ê bi çek dike;  

(...ji her k’urdekê/î bipirsin. k’a T’irkîya ji bo wan  tê çi wat’eyê, û ew dê  bibêjin, ku T’irkîyayê di dewr û zemanan da dem bi dem t’evkujîyên gelê me pêk naye? Ku ew îro jî k’arê xwe yê r’eş pêk tîne. Ku ewê, ji bo ku k’omên cerdê yên   îslama r’adîkal, yên weke DAÎŞ-ê, k’arên wê ên dijmirovî bidomînin, wana bi ç’ek dike!..)

– P’êwendîyên kek Mesûd bi serekeşîrên erebên sunnî yên Mûsilê r’a, ên ku di nav wan da wisa jî mirovên wisa hene, yên ku piştgirî û alîk’arîyê didin k’omên cerdê yên îslama r’adîkal; di nav r’êzên wan da wisa jî – yên nêzîkî serekê DAÎŞ-ê El-Bexdadî; ...lê binp’êkirina here mezin a hemû nirx û pîrozîyan ew bû, ku dema şêr’ê herî germ ê li ser Kobanî û Şengalê, bi bir’yara kek Mesûd di Hewlêrê da konfêransa heman serekeşîran hate lidarxistin, konfêransa wan, ên ku dest li pişta merivxurên îslamî xistine – li pişta wan hovên barbar, ên ku di K’urdistanê da gelê sivîl qet’il kirine;  

– dema ji hêla k’omên  îslamî yên r’adîkal va dest bi êrîşên li ser Şengalê bûn, hêzên pêşmergeyan bi fermana kek Mesûd (serekfermandar ê giştî!) xwe ji herêmê paşva k’işandin û k’urdên êzdî bê p’arastin hiştin, ew û çarenûsa wan bi destê  merivxurên r’adîkal-îslamî va berdan, ku ew hovana wan veçir’in; û di encamê da – bi hezaran êzdî bi hovane hatine kuştin, bi hezaran hêsîr k’etin destê wan (ew jî, bi bingehîn – jin  û zar’ok), beşek ji van jî, bi r’êya erebên ku bazirganîya hêsîran va mijûl in, dest bi dest di bajarên ereban da wek k’ole hatin firotin;   

– ji ber zevtîxwekirina (usurpation) desthilatdarîyê, di Herêmê da, çiqas diçe, krîza (qeyran) êkonomî û ya siyasî r’oj bi r’oj k’ûrtir dibe; gel, ji ber bêç’aretîya xwe, r’oj bi r’oj hêvîya xwe winda dike, lê desthilat jî – bawerîya xwe di  nav gel da; heya naha di navbera herêmên Soran û Behdînan da sênorên bi xalên kontrolê di bin ç’avdêrîya hêzên p’arastinê (asyîş) da hene; her herêmek polîs û pêşmrgeyên xwe hene; PDK wezîran anegorî dîtin û xwestina xwe p’eywirdar dike..., ew bi xwe jî (PDK) parlamênter û serokê parlamêntoyê, yê ku ji hêla gel va hatye hilbijartin, ji k’ar davêje, û, dema ew ji Silêmanîyê berbi Hewlêrê va diçe, ku her’e ser k’arê xwe, asayîşa PDK-ê wî li ser xala kontrola sînor dide r’awestandin, nahêle, ew here  Hewlêrê – ser k’arê xwe...; 

Û bilî van hemûyan, ji ber ku ev êdî heyşt meh in, ku dema erka serokherêmîyê ya kek Mesûd bihurye, Herêm bi fermî bê r’êvebir e, û krîza herêmê ya siyasî jî bûye sedem, ku pirsa hilbijartinên serokherêmê nû nayê ç’arserkirin.

Û di r’ewşeke weha ya ne aram û ne diyar da mirovê çawa bikaribe pirsên fermî yên girîng hel bike, ewê jî Xwedê bizanibe?!

Êdî ez di derbarê wê da nabêjim, ku ne t’enê di t’evahîya herêmê da, lê heya di herêma Behdînan da jî ne hemû niştecîh kek Mesûd wek r’êber nas dikin.

Û li ser vî dîmenî, di r’ewşeke weha da banga Acoêv a ji bo gelê k’urd û civaka siyasetmederên wî yên bijarte, ku ew kek Mesûd wek r’êber “bip’ejirînin”, lê ji bo Şêwra Ewlek’arîyê ya  R’êxistina Net’ewên Yekbûyî jî, ji bo ku ew destekê bide “erka wî ya dîrokî”!? – bi r’astî tiştekî ecêb tê xuyan û bawerîya mirov pê nayê! Qey bibêjî, r’êbertî p’eywireke k’ivşkirinê ye, û Şêwra Ewlek’arîyê jî Komîtêya Herêmî ya Partîyê ye...**

Û ji bilî van hemûyan, pirs dertê hole – k’a mabesta vî biraderî di derbarê kîjan erka kek Mesûd da ye, ya ku dive Şêwra Ewlek’arîyê destekê bide? – Erka wan kirên wî yên navborî, yên ku wî li hember gelê k’urd pêk anîne, yan..?  

Ma gelo, destek û alîk’arîyên Amêrîkayê û T’irkîyayê ji bo vwê t’êrê nakin?

Û, dîsa jî, …, dibe ku kek Mesûd bi xwe t’evahîya giranî û giringîya r’ewşê tê digihîje (her çi jî hebe, dibe ku, dîsa jî, hinek kes di Herêma Otonom da hene, yên ku bikaribin şêwrê bidin wî!), lewra jî, ji bo ku xwe ji ber bersîvdarîyê bide hêlekê, ew ji milekî va bi sozên serxwebûna Herêmê hêvîyan dide gel, lê ji hêla dinê va siyaseta r’eşkirinê li hember hêzên bingehîn ên K’urdistanê dimeşîne, û ji bo wê hemû p’êwendîyên xwe yên bi r’êvebirîya Amêrîkayê û r’êjîma Erdoxa/AKP-ê ya T’irkîyayê r’a bi k’ar tîne...

Û asta here bilind ya karê wî yê malwêranîyê jî ew hevp’eyvîna wî ya dawîyê bû, ya ku ewî bi portala Al-Monitor-ê r’a pêk anîbû. 

Û, bala çapemanîya Tirkîyayê destxweda çûbû ser vê hevpeyvînê. Û ev jî xwezayî ye!

Lê çawa!? – Ma ne, ew di sêrî da li dijî PKK-ê (bixwîne – T’evgera R’izgarîxwaz a Gelê K’urd!) û ji bo piştgirîya serek û bavê mêrûnê yê DAÎŞ-ê, di heman demê da serokk’omarê T’irkîyayê Erdoxan, bû!

Va, ew pesinbêjîyên wî yên ji bo Erdoxanê kujerê gelê k’urd: “...Min çendîn car hevdîtin bi Erdogan re kiriye, Erdogan ji gelekan zêdetir têgihiştineke baştir ji bo pirsa kurd heye. Ewê min ji Erdogan bihîstiye, min ji kesekî din nebihîstiye...”

(http://www.rojevakurd.com/armanca-min-damezrandina-kurdistaneki-serbixweye-neku-li-posta-serokayetiye-da-biminim/).

Na, na, ev gotin ne yên serkkomerekî dewleteke bîyanî ya hepeymanîya Tirkîyayê ne, ev gotin ên serokê herêmeke Kurdistanê ye. Û ew van gotina hema wê demê dibêje, dema, bi fermana heman Erdoxanî, artêşa tirk a dagerker û xwînxwar tevkujîya gelê kurd pêk tîne, gund û bajarên Kurdistanê wêran dike!  

Û dertê holê, ku ev biradera pesnê Erdoxan dide, ji ber ku ew sûcên giran li hember gelê kurd û tevahîya mirovahîyê pêk tîne!?

Û, ya dinê jî! Binihêrin, ew, çi ku li ser van dîmenan kek Mesûd di derbarê PKK-ê û PYD-ê da dibêje, ne ku tenê ji rastîyê dûr in, lê, her weha, ne anegorî prênsîp û pîvanên govtûgoya siyasî ne jî. Ma ne, ji hêla hemûyan va tê zanîn, ku hema ev herdu rêxistin in (PKK-ê û PYD!), ên ku li hember rêjîmên faşît têkoşînê dimeşînin û kurdan ji stêmkarîyan û tunekirinê diparêzin (di nav wan da, wisa jî, kurdên başûrî!). Ku di vê têkoşîna pîroz da gelek têkoşerên leheng ên van rêxistinan, hêjatirîn dot û lawên gelê kurd, ji bo mafên gelê xwe jiyana xwe gorî kirine...

Evê hevpeyvîna kek Mesûd dixwînî û bêyî rayê xwe dixwazî bipirsî:

– Ewqas k’în, dijminatî û xiyanet ji ku tên? Û ji boy çi ne?  

Va, bi xwe bixwînin û hewl bidin tê bigihîjin, helbet, eger bi giştî mirov dikare tiştên weha tê bigihîje!

“Piştgirîya PYD-ê bi otomatîkî tê wateya piştgirçya PKK-ê. Gotina min di derbarê heman rêxistinê da ye! ... DYA bi zanebûn ç’avê xwe li ber têk’ilîyên p’ir’ nêzîk ên di navbera PKK û PYD-ê da digire (PKK di Tirkîyayê û DYA da wek r’êxistineke têrorîst hatye p’ejirandin), ji ber ku armanca sereke DAÎŞ e... (Bi rastî jî, rast hatye gotin, ku bîra mirovan pir kin e! Ma, kek Mesûd wisa zû ji bîr kirye, ku heya van demên dawîyê wisa jî PDK di lîsteya rêxistinên têrorîs a DYA da bû? Lê ew nedibû asteng, ku amêrîkî di Qesra Sipî da wî bipejirînin ... Wisan e, qanûnên DYA ev in, çi dikarî bikî!? – E. C.)

Ew [amêrîkî] pir baş dizanin, ku PKK û PYD – herdu jî, hema yek in, lê ewana naxwazin ji bo wê xwemukur’ bên... Hûn dizanin ji bo me û amêrîkîyan ya sereke têk’oşîna li dijî DAÎŞ-ê ye.

Ji ber wê jî ewana çavê xwe li ber wê digirin”.

(JI Ajansa Nûçeyan a REGNUMhttp:// regnum.ru/news/polit/2104060.html ).

Dibe ku dema Erdoxan ev rêzana xwendine, bêyî rayê xwe ji şabûan bang kiribe: Ay, aferin! Sen çok yaşa...! (Ay, eferîn! Tu her bijîyî!)… 

Û berteka Waşîngtonê jî dereng nema. Nûnerê Dêpartamênta Dewletê (Wezareta Karên Derva) Mark Tonêr radigihîne:

“...DYA di vê pirsê da ji nêrîna bir’êz Barzanî r’a r’êz digirin... Em weke berê li ser wê nêrînê ne, ku PKK r’êxistineke têr’orîst e. Em zordarîyên wê, yên ku ew li hember T’irkîyayê û hemwelatîyên wê pêk tîne, t’ewanbar dikin...Em bi YPG û PYD-ê r’a cuda kar dikin...her çiqas Waşîngton alîk’arîyê dide k’urdên Sûrîyayê jî, lê li ser hinek pirsan nêr’înên me cuda ne. Mînak, li ser pirsa xweserîyê...Em bi wan r’a di pirsa xweserîya wan da ne qayîl in, û me ew r’astdêr gotye. Lê ew beşek ji wan hêzan in, ên ku têkoşîna wan a li dijî DAÎŞ-ê encamdar e. Û hêzên wisa jî kêm hene” (http:// riataza.com/russian/politics/6565-gosdepartament-ssha-ne-soglasilsya-s-barzani. html).

Hema wisa! Raste-rast – bi amêrîkî!

Ev daxwîyanîya nûnerê fermî yê Waşîngtonê careke dinê t’evahîya dur’ûtîya r’êvebirîya DYA û nemirovî û bêexlaqîya siyaseta wana ya dustandartê dide xuyan.  

R’êvebirîya DYA bêyî ku êşa wijdanî bik’işîne û şerm bike, “weke berê dîsa li ser wê  nêrînê ye, ku PKK r’êxistineke têr’orîst e... ku ew zordarîyên wê, yên ku ew li hember T’irkîyayê û hemwelatîyên wê pêk tîne, t’ewanbar dikin!..” – Dibe ku, tiştekî wisa t’enê kesekî ji sazîya propagandayê ya Erdoxanê bavê mêrûnê yê DAÎŞ-ê û, di heman demê da, serokk’omarê T’irkîyayê dikaribû bigota!

Ango, Waşîngton jî, mîna kek Mesûd, hemû hovîtîyên art’êşa dagerker a faşîst a r’êjîma Erdoxan, ên ku ew di gund û bajarên K’urdistanê da pêk tîne, erê dike. Ku ew hemû ji bo DYA tiştekî r’ojane ye! Ku bi destûra wan r’êjîma faşîst a T’irkîyayê, t’evkujîya k’urdan di K’urdistanê da pêk tîne, K’urdistanê wêran dike, siyaseta têr’ora dewletê li hember niştecîhên medenî dimeşîne... Û, berovajî vê, PKK ji hêla Waşîngtonê va r’êxistineke têr’orîst tê hejmartin, lewra ku ew t’enê, bi serê xwe, li dijî têr’ora dewletê t’êkoşînê dimeşîne, li dijî wê têr’ora dewletê, ya ku DYA piştgirîya wê dike!  

 Bertekeke vî r’engî ya DYA, helbet, tiştekî ne normal e, lê ji hêleke dinê va xwezayî ye, û mirov wê tê digihîje.

Lê çawa, lê bi wekî dnê çawa dikaribû bibûya?!

Lê wekî dinê DYA dê çawa bikaribûna xwe ji r’ûreşîya piştgirîya têr’orîzmê bişûşta? Ew jî ji piştgirîya têr’orîzma li ser asta dewletê?!

Bi tu awahî!

Lewra jî, va ye, ev “tewanbarîyên” hanê yên bêbingeh û yekalî derk’etine holê!

Lê, di heman demê da, di Waşîngtonê da baş dizanin, ku li pişt hemû k’irên r’êxistinên îslama r’adîkal va r’êjîma T’irkîyayê heye.

Lêbelê, hema li vira ye, ku berjewendîyên DYA û T’irkîyayê digihîjin hev. Hema li vira ew dertên ser heman r’êyê: dema T’irkîya dest li pişta têr’orîstan dixe, destekê dide têr’orîzmê û wê bi hêz dike, ew bi wê yekê alîk’arîyê dide DYA, ku ew (DYA) k’aosa ku tê r’êvebirin, di cîhanê da di bin çavdêrîya xwe da xweybikin (di derbarê vê da, wisa jî li vir binihêr’in: http://kurdinfo.ru/?p =17740 )…   

Lewra jî, T’irkîya evê r’ewşê bi k’ar tîne, ku vîrûsa têr’orê di t’evahîya cîhanê da belav bike, ew tovên mirinê, wêranîyê û bedbextîyê di hemû welatan da dir’eşîne! Û berhemên tal ên k’arê wê yê r’eş di vî warî da êdî Ewropayê tam kirine..., lê Amêrîka, dema sûcên  r’êjîma faşîst a T’irkîyayê yên li dijî mirovahîyê erê dike, piştgirîyê dide k’arên wê yên r’eş, bi xwe dibe hevp’ar û hevk’ara wan sûcan...

Bûyereke balkêş!

 

Wek ku p’ergalên çapemanîyê r’adigihînin: “... Dema Endellahê II ê qiralê Urdunê ji 11 heya 17-ê rêbendana sala 2016-an li Waşîngtonê bûye, ewî ji endamên  Kongrêssa DYA ra gotye, ku serokkomarê Tirkîyayê Rcep Teyîp Erdoxan “bi bawer e, ku pirsgirêkên herêmê, mirov dikare tenê bi ruhê îslama radîkal çareser bike...ew, ku têrorîst derbazî Ewropayê dibin, ew beşekî siyaseta Tirkîyayê ye, û ji bona wê li destê Tirkîyê da didin, lê yek e, bi Tirkîyayê nikarin”...” (https:// russian.rt.com/article/155542).

Lê her çiqas ev agahî, û agahîyên pêbawer ên Bir’yargeha Hêzên Hewayî-Fezayî yê R’ûsîyayê li holê ne, dîsa jî Amêrîka piştgirîya xwe ya ji bo r’êjîma T’irkîyayê didomîne!  

Û çi p’êwendîyên siyasî, dîplomasî û êkonomî di navbera van herdu dewletan da hebin jî, çi peyman, hevhatin û qayîlname jî  ji hêla wan va hatibin p’ejirandin, yek e, mirov nikare tê bigiîje, k’a Waşîngton çawa bi ç’avekî bêwijdanî û bêberpirsyarî li pirsên ç’arenûsa cîhanê dinihêr’e. 

… Mixabin, dibe ku, ewê çalakîya têr’orîstî ya 11-ê r’ezberê (11/09/2001) ji hêla hînbûnê va hîç dersek jî nedaye amêrîkîyan!

..., lêbelê, dema pêla têr’orê ya nû bigihîje beravên DYA jî (û ewê bê guman bigihîjê!), dibe ku, tenê wê demê Waşîngton li ser heşê xwe da bê û têbigihîje, k’a ew siyaseta wan a li ser asta dewletê ya xwexweşkirina li ber têr’orîstan çiqasî bi xeter e...  

Îro li ber ç’avê t’evahîya cîhanê r’êjîma T’irkîyayê li hember hemwelatîyên xwe t’evgereke leşkerî ya t’unekirinê û t’evkujîya net’ewekê pêk tîne... Li dijî van hovîtîyên vê r’êjîmê di cîhanê da pêla şermezarkirinê r’û daye (wisa jî di T’irkîyayê û DYA da!). Di cîhanê da k’armendên zanistê yê  navdar, nivîsk’ar, r’ojnameger, k’armendên çand û hunerê (di nav wan da wisa jî kesên di cîhanê da bi nav û deng!) li dijî barbarîyên r’êjîma t’irk ên bê serûber dengê xwe bilind dikin. Û divê mirov xêfik be,  bawer bike, ku di derbarê van hemûyan da r’êvebirîya DYA-yê tiştekî nizane.   

Û, ji vê jî zêdetir, di heşê mirov da bi cîh jî nabe, k’a çima di cîhanê da (û berê pêşin di DYA da!) kesek hewl nade van hov û merivxurên faşîst ên îslamî bide r’awestandin, ên ku di welatekî bi navê “T’irkîya” da desthilatdar in...  

Lê, eger cîhan di K’urdistanê da wan hovîtîyên r’êjîma faşîst a T’irkîyayê r’awestîne, ewê bi wê yekê xwe ji nexweşîya t’unekar a sedsala XXI r’izgar bike –  ji faşîzma t’irkî-îslamî!

Û di derbarê t’erefê dinê yê siyaseta DYA a gelemperî da!

Binihêr’in, ka nûnerê Waşîngtonê yê fermî di derbarê xweserîya k’urdên R’ojava da çi dibêje: “...Em bi wan r’a (mabest k’urdên R’ojava ne. – E. C.) di pirsa xweserîya wan da ne qayîl in, û me ew r’asterast anye zimên”. –  

Mirov p’eyvan diger’e, lê nikare bibîne,  ku hêrs û nefreta xwe li dijî helwesteke weha ya  bêwijdan, bêexlaq û nemirovî diyar bike, ya ku ev mirovên hanê li hember ç’arenûsa net’ewekê dîyar dikin.

Ev camêrana di van r’ojên me da wek zorbeyên cîhana kevnar t’evdiger’in, qey bibêjî, jibîrkirine, ku cîhanê êdî li ser şêmîka sedsala XXI r’a derbaz bûye!

Pêwîst e, mirov bîne bîra van camêrana, ku di qanûnên dadwerîya navnet’ewî da prênsîpa xwebir’yardayînê  (ya ji bo mafê xwe yê ç’arenûsî) li ser hemûyan r’a ye, û ev jî mafê gel û net’ewan ê xwer’êvebirinê, xweserîyê û serxwebûnê ye!

Û prêsîpa xwebiryardanê êdî ne carekê di belgeyên R’êxistina Net’ewên Yekbûyî (R’NY) da hatye erîkirin, bi t’aybet jî, di Daxwîyanîya (Dêklaratsîon) di derbarê serxwebûna welat û gelên mêtîngehî (kolonî) da. Di wê da zelal û vekirî mafê hemû gel û net’ewan yê xebiryardanê tê p’arastin.

Li vira pirs dertê hole:

– Ma, K’urdistan ne mêtîngeh e?

– Ji vê jî zêdetinr! – K’urdistan berê jî û îro jî mêtîngeheke navnet’ewî û navdewletî ye, bi hemû pêkhatinên ji vê statûsê va! Û, heya, eger, ne bi r’astedêr be jî, bi navbeydarî be jî, di vê mêtîngehê da Amêrîka jî xwedî “p’ara” e.

Ma gelo, Amêrîkayê van hemûya r’ed bike?

An ew fêr bûye, ku hemû qanûn, qayîlname û  peymanên navnet’ewî binp’ê bike?

Çima, ji wan r’a her tişt destûr e? Ew çi jî bikin, dê wisa jî derbaz bibe, her’e?..

Gelê k’urd jî, weke hemû gelên cîhanê, xwedî maf e, û ewê bi bir’yar di r’êya destanîna wan mafan da bimeşe, her çiqas jî DYA, T’irkîya û destekdarên dinê yên r’êxistinên têr’orîst û sûcak’rên şêr’ û t’evlihevî, wêranî û t’evkujîyên di t’evahîya cîhanê da “qyîl nînbin”!..  

 

… Û di derbarê têgihîştina “kurdî” ya pirsa serxwebûnê da!

 

Pirsa serxwebûnê ji dewr û zemanan va hert’im heş û r’amana mirovhayîyê mijûl kirye, bi p’eydabûna civaka mirovahîyê r’a,  bi p’eydabûna k’omên cuda, bi berek û eşîr û gel û net’ewên cuda r’a...

Ew daxweza mirov a xwezayî ye – daxwezîya azadîyê! Dema ew dixwaze serbxwe be – azad be!

Ev r’ewşa mirov a xwezayî ye – ew yek be, an ew k’om û civak bin: berek û eşîr, gel, an netew, – yek e, hîç ferq nake!

Ewê pirsê di t’evahîya dîroka mirovhayê da bi wê r’a hevr’êwîtî kirye...

Û bi vê daxwezê mirovê hîç jî nikaribe, kesekî matma bike!

Û berbi azadîyê û serxwebûnê va jî, her gelek bi cûr’eyê xwe diçe.

Ya gelê k’urd jî, dîroka xwe sêwirye, r’êya wî ya pêşveçûnê dîyar bûye...

…Ev zêdetirî dused salî ye, gelê k’urd ji bo mafên xwe têk’oşîna r’izgarîya net’ewî dimeşîne, lê heya îro jî K’urdistan çarp’arç’ekirî dimîne, û gelê k’urd jî hê nû li ser destpêka r’êgeha xwe ya berbi serxwebûnê va ye...

Hê jî di p’arç’eyên cuda ên K’urdistanê da li hember gelê k’urd t’evkujî didomin, ...hê siyaseta nep’jirandin û nenaskirinê, ya bişavtinê û têr’ora dewletê li dijî wî tê meşandin...

Û îro pêvajoyên dîrokî wisa pêk hatine, ku merc û derfetên r’êal çê bûne, ji bo k’urd jî bigihîjin azadî û serxwebûna xwe. Lê r’ewş di her p’arç’eyekî Welêt da bi şêwazên cuda çê bûye...

Û evê r’ewşê nikaribû li ser helwesta k’urdan a hember cîhanê û bêdadîya di wê da bandora xwe nehişta. Ewê nikaribû li ser helwesta k’urdan a li hember pirsên mafên mirov, û, helbet, wisa jî li hember serxwebûnê, di nav wê da wisa jî, serxwebûna wî bi xwe, bandora xwe nekira!   

Pirs dertê hole – k’urd divê çi bikin, ew çawa xwe ji wê bêdadîya dewr û zemanan, ji wê bindestîyê r’izgar bikin, çawa xwe bigihînin xiyala xwe ya sedê salan – Azadîya Mezin!

Û heya îro jî di nav k’urdan da hê hinek mirov hene, ên ku bawer dikin, ku mirov dikare bi carekê va (û ew jî, her bi piştgirîya dewleteke gewre!) hilde û serxwebûna xwe r’agihîne...  

Xiyaleke wisa ya ûtopîk hema-hema li bal hemû gelên blindest dem bi dem serî hildide.

Heya hinek dikine qareqar, rexne dikinm digazinin, xwedêgiravî, çima bi carekê va daxweza serxwebûnê nakin (di heman demê da, helbet, bi xwe jî ji bo wê tiştekî jî nakin!).  

Helbet li rex mirovên weha wisa jî yên dinê hene, yên ku tevahîya zorî û  dijwarîya vê pirsê tê digihîjin. Ewana tê digihîjin, ku di cîhana îroyîn da (lo, hema ya berê da jî!) wisa hêsan nine, ku mirov hema bi carekê va serxwebûna xwe bi dest bîne (helbet, eger tiştekî nebînaî yê derxwezay pêk neyê!), ku ew pirseke ne sade û dijwar e, ku divê mirov ji bo wê amadekarîyên ciddî bibîne, merc û derfetên pêwîst  saz bike…   

Û di r’wşeke weha da hinek mirov dertên, ên ku bi hestên net’ewî yên gelê sade dilîzin – xwedêgiravî, ya me k’urdan, îro şansê me yê r’eal heye, ku em  serxwebûnê bi dest bînin, lê hinek r’êxistinên siyasî evê yekê naxwazin (?!) … Xwedêgiravî, va, kek Mesûd hewl dide, dixwaze ji k’urdan r’a serxwebûnê bîne, lê yên dinê – na!

Û hinek bi dil bawer dikin, ku tiştekî wisa dikare pêk bê, ku hema t’enê mirov bixwaze, û azadî û serxwebûnê bên…

Lê ev mirovana hîç jî nadin heşê xwe, k’a mirov çawa dikre serxwebûnê dest bîne, k’a divê mirov ji bo wê çi bike, çi pirsgirêkan û pêşbendan derbaz bike (yên hindur’în, yên herêmî, yên navnet’ewî; yên êkonomî, siyasî, dîplomasî!)?..

 Û, lewra, dema hinek ji bo serxwebûnê dikin qar’eqar’, hîç kes ji wan napirse: “Ew hûnê çawa serxwebûnê ji me r’a bînin, ey xweşmêrno? Çi ye, ya we, di dest we  da şiva qudretê heye? Ew k’î amede ye, hema wisa, bi hêsane hilde û serxwebûnê  “dîyarî” me bike? Ma ne, di vê cîhana me da hîç demekê jî serxwebûn “dîyarî” kesekî nekirine û îro jî nakin, ...ewê t’enê ji mirov distînin!”

...Û, dema kek Mesûd diçe p’aytextên welatên cuda û di derbarê r’êfêrêndûma ji bo serxwebûnê da diaxive, dîsa jî, dibe ku, ji bîr nake, ku r’êfêrêndûm divê di  Herêmê da pêk bê, ne ku di wan welatan da. Ku girîng e, ji bo çalakîyeke wisa ya  ferz û ciddî Herêm bi xwe amade be. Ku ji bo gaveke wisa girîng di sêrî da divê mirov ji aramkirina r’ewşa Herêmê, ji helwesta giştî destpê bike. Û ji bo wê jî:

 – divê, ya sereke, di Herêmê da hevhatin û hevbendîya netewî hebe; piştî wê, ji bo sazûmanîya r’êvebirîyê, divê r’êfêrêndûmê pêk bînin, ji bo ku sazîya desthilatê di Herêmê da dîyar bikin... Û her paşê li ser bingeha dêmokrasîyê hilbijartinên giştî pêk bînin (di nav da, wisa jî, yên serokherêm) û hukumeta hevhatina net’ewî saz bikin; 

– Hemû sînor û xalên kontrolê yên di navbera Behdînan û Soran da bên r’akirin;

– bi zagondarî wisa bikin, ku hîç kes nikaribe desthilatdarîyê zevtî xwe bike (usurpation), ew ji hêla çi partîyê va dibe, bila bibe;

– Parlamênt divê bi r’astî bibe organeke zagondar ya li ser partîyan r’a, lê ne ku bibe pêveka partîyekê;

– hem hilbijartinên par’lamêntê, hem jî p’ejirandina sazîya hukumetê divê li ser bingehên dêmokiratîk pêk bên, ne ku li ser bingeha wê navnîşê (lîste), ya ku ji hêla partîyekê va hatye amedekirin û erêkirin;

– divê êrîş û qedexeyên ji ber cudahîya r’amanê yên li ser nûnerên partî û r’êxistinên dijhember (muxalefet) bi qanînî bên r’edkirin;

Lê ya here sereke û girîng: 

– divê pirsa wan herêmên kurdî bê çareserkirin, ên ku derî sçnorên Herêma Otonom hatine hiştin! – Bêyî wan kuda?

Eva pirsgirêka serê hemû pirsgirêkan e ji bo tevahîya gelê kurd!

Lê, eger rêvebirîya navendî ya Îraqê hilde û bibêje, fermo, em qayîl in, di  nava sînorên îroyîn ên Herêma Otonom da serxwebûna xwe ragihînin?!

Wê demê emê çi bikin?

Û, li şûna wê, ku li ser pirsa dabeşkirina amrazên (dirav) byûdcê bikevin gengeşîyan, lê hatinîyên ji nevta herêmê bikişînin bankên Tirkîya dosta stratêjîk, xwedêgiravî, ji bo parastinê, divê ji bo dubendîtî û gengeşîyên hundurîn çareserîyekê bigerin, û nehêlin, ku ew bigihîjin asta rabûna rûyê hev û pevçûnan; divê li ser bingeha wekhevîyê desteyek ji nûnerên hemû hêzên siyasî yên Herêmê bê sazkirin, û bi hevra ciddî bi pirsên wan herêman va mijûl bibin, yên ku derî sînorên Herêma Otonom hatine hiştin!

A, êdî paşê, herin rêfêrêndûmê û serxwebûna Herêmê ragihînin…

Û, ya dine!

Yên ku bi rastî dixwazin û amade ne, serxwebûnê ragihînin, ewê destûrê ji hineke dinê naxwezin…Ewê bêyî rêklameke zêde, bêyî hêle û hihgirmeyeke zêde hemû amedekarîyan bikin, paşê dê çavdêrên navnetewî dawet bikin û rêfêrêndûma ji bo serxwebûnê pêk bînin. Û her paşê dê berbirî RNY, rêxistinên dinê yên navnetewî û dewletan bibin, ji bo ku ew encamên rêfêrêndûmê nas bikin.   

Mînaka wisa van rojên me li bal kurdan êdî pêk hatye.

Em binihêrin, ka hevserokê PYD birêz Salih Mûslîm di derbarê cêribandina xwe da çi dibêje. Bi gotina wî, ji bo ragîhandina Fêdêratsîona Rojava-Bakûrê Sûrîyayê, ewana destûr ji kesekî naxwastine. – Tu biryarê didî, – serokê PYD-ê dibêje, – tu destûrê ji kesekî naxwazî! Dema ku kanton hatine avakirin, destûr ji kesekî nehate xwastin. Dema Xweserîya dêmokratîk hate avakirin, destûr ji kesekî nehate xwastin!.. (http://www.dengeamerika.com/media/video/fedralizim/3252490.html)

Li vira her tişt hatye gotin, pêwîstî bi şiroveyên zêde nemaye jî!

 

Li şûna Peynivîsarê

 

Van demên dawîyê gotûbejek di navbera min û dostekî min ê kevn da pêk hat. Ewî hê dema Yekîtîya Sovêtê rojnamegerî dikir, şirovegerê siyasî yê weşanekê bû.

Em rûniştibûn û me li dora fîncana qawê galegal dikir…

Di dawîya galegala xwe da em hatin ser pirs rewşa îroyîn a Kurdistanê û Rojhilata navîn, bi giştî. Me li ser pirsa bidewletbûna kurdan û serxwebûna wan nêrînên xwe anîn zimên, helbet me dijwarî û berbendên li ser wê rêyê jî anîn ber çavan, û wisa jî em vegeryan ser şansê kurdan ên ji bo wê…  

Dema em gihîştin pirsa pêvajoya siyasî ya îroyîn û serdema nû ya têkoşîna gelê kurd a ji bo mafên xwe yên netewî, ewî got:  

– Ez bi baldarî pêvajoyên Kurdistanê dişopînim – yên herçar parçeyên wê jî. Hûn li ser rêya rast in. Lê serxwebûn ji bo we divê bi serê xwe nebe armancekê – wek tiştekî mîna – serxwebûn ji bo xatirê serxwebûnê, an, serxwebûn – hema naha!  Bi dîtina min, divê zêde lez nekevin, hûn bi wê dikarin gelek tişt winda bikin…

Ez hema-hema hemû weşanên we yên bi zimanê rûsî dixwînim, – ewî gotina xwe domand. –… Guh nedin wan delk û dolabên ewên ku di kûçe û kolanan da dikin qareqar, ya wan nirx û armancên wan cuda ne…

Ji bo gelê we azadî û serxwebûnê ne ku ewê bînin, lê yên ku bi rastî ji bo mafên gelê we têkoşînê dimeşînin û ji bo wê îyana xwe jî nahêvşînin!   

Ew, ên ku wisa dikin qîjewîj, wisa bi dengekî bilind di derbarê wê da dibêjin, (jixwe ew ji bilî wê tiştekî dinê nikarin jî bikin?!), bi wê ew we û rêvebirîya we tînin provokatsînê (lîstikê), ji bo ku rêvebirîya we di derbarê xwsteka xwe ya cudabûnê da, ya serxwebûnê da bi dengekî bilind ragihînin. Ewên ku we tînin lîstikê jî, dê destxweda birevin bal xwedîyên xwe û dê bibêjin:  

– Va, binihêrin, ewana dixwazin cuda bibin, ewana separatist in! –

Ma ne, ew jî karê wan e, ewana bi wê nanê xwe qazenc dikin…

Lê hûn divê hesabê xwe baş bizanibin û bibînin, ka di cîhana îroyîn da çawa li wê pirsê dinihêrin!   

… Ewên ku ji bo mafên gelê xwe têdikoşin, ew di derbarê wê da nakin qareqar…

Azadîya we di çîyayên we–kela berxwedana we da tê avdan, di bajarên we da, di Rojavaya we da û di parçeyên dine yên welatê we da!...

Li xwe û li van hemûyan xwedî derkevin!...

_______________

* Ev gotar bi rûsî di malpera kurdprêss da hatye weşandin: http://kurd.press/?p= 19861

** Di Yekîtîya Sovêtê da, dema mirovek li ser karekî peywirdar dikirin, divyabû, ku Komîtêya Partîya Komûnîst a navçeyê, yan a herêmê li ser wî/wê biryar bida.

 

09. 04. 2016