1. Tekst

  2. Gotar

  3. Necîbe Qeredaxî
  4. Kirîza Başûr û rojeva sexte
Kirîza Başûr û rojeva sexte,kirîza,başûr,û,rojeva,sexte

Kirîza Başûr û rojeva sexte

A+ A-

Di dema rejîma Sedam Huseyn de du rojnameyên bi Erebî derdiketin, yek jê El-Iraq û ya din jî Cimhûriyet bû; van rojnameyan ji serî heya binî qala başiya rejîmê û derewên wan dikir û li hemberî bûyerên heyî jî tam tabloyeke berovajî didan nîşan û ji serokên partiyên Kurdan re jî digotin serokên çete û provekator û bi zimanêkî nerm jî xitabî civakê dikirin û dixwestin derewên xwe veşêrin û heta rojeveke wisa çêdikirin ku gel ji wan bawer bike, wisa lê hatîbû, herdû rojname ewqasî bê nirx bûbûn ku rejîm neçar mabû herduyan jî bike bêhember lê dîsa jî pirraniya civakê bawer nedikir ji wan û ew nedixwendin.

Ez werim ser eslê mesele niha hin rojname û saziyên çapemeniya li Başûrê Kurdistanê bi heman terz û nefesê kar dikin, rojname belaş kirine, dîsan jî hejmareke kêm ji gel dixwînê û hin ji wan jî bi henekî dibêjin, ji bo sifra xwarinê baş e. Ya herî xeter û bi jehr ew derewên ji wan rojname û bêrêziyên wan ên beramberî nirxên gel in. Wan rojan rojnameya "Wişe" ya PDK´ê li ser Nadiye Mûrad – keça Êzdî ku ji destê DAIŞ´ê rizgar bûye û bûye xwedî xelata NY ya niyeta baş – nivîsandiye ku “welat bi welat ji bo berjewendiyên Îranê digere”.

Pirs ev e, gelo, eger parlamentera Iraqê Viyan Dexîl ya PDK´yî li cihê wê ba, heman manşêt dihat avêtin? niha mirov li vê manşêtê binihêrê wê astê dibîne ku ev zihniyet ketiyê, li şûna ku hesabê komkujî û reva xwe ji Şengalê bidin, Nadiye Mûrad sûcdar dikin bi hevkariya Îranê. Vê çapemeniya bi nirx ku li ser terzê rejîma Baas weşanê dike, weke ku dinya ji rewşa rojnamevanên li herêmê ne haydar be bi derewan dixwaze rûyê vê sûcê mirovahiyê û kuştina Rojnamewan Şukrî Zeynedîn Amêdî, wergerînin aliyên din. Dixwazin bi kevirekî dû nîşanan hildin, hem bi kuştinê dengên muxalefeta li dijî xwe mîna tevgera Gorran, bêdeng bikin û ji bo nixûmandina tiştên li devera Behdînan jî rojnamevanên ku li gorî zihniyeta wan kar nakin bikujin û sûcên kuştinê jî bavêjin ser aliyên din.

Ev çapemeniya ku li ser kirîzan dijî, tenê bi vê namîne, mîna ku di nava kampanyayeke reşkirinê de bin, li ser Rojavayê Kurdistanê jî dest bi hemleyeke reşkirinê kirine: qaşo li Amûdê Ala Başurê Kurdistanê hatiye şewitandin. Destpêkê, divê werê zanîn ku ew hewildanên sernixumandin û veşartina kirîza heyî li Başurê Kurdistanê ye û çerxkirina rojevê ye ji bo aliyekî din. Qey ew bi xwe ji me baştir nizanin ku di bin vê Alayê de her bêrêzî û bêhûrmetî bi gelê li Başûrê Kurdistanê têkirin, gel tê birçîkirin, dest datînin ser mûçeyên wan. Parlamena Başûrê Kurdistanê felc kirin û mîna sûcdaran bi serokê parlamenê û wezîrên Gorranê remiamele kirin, pereyên ku ji hatinên petrolê tên, desteser dikin û nadin gel lê dema bi înîsiyatîfa hin Parlamenterên ji YNK, Gorran, Komel û Adil Nûrî li Parlamena Iraqê biryarê digirin, PDK û hin hevkarên wê dijberiyê dikin. PDK bi germkirina bazara “Kûrdayetiyê” erzan û klasîk û dehola Dewleta Kurdî, dixwaze ser pirsgirêk û krîza Başûrê hem bigirin û hem jî petrola ku şirketa KAR ya PDK´ê ji Kerkûkê tê derxistin û dişînin Tirkiyeyê, her kes bêdeng be. Bi baweriya min, biyarêke ku parlamena Iraqê bi pêşniyaza hin Parlamentaran girtiye, biryareke di cîh de ye. Herî kêm, qûtê gel mîna cihên din yên Iraqê nakeve ber kirîzê ku timî di destê hin partiyên bazirganê Petrolê, weke kartekê tên bikaranîn.

Li hemberê pirsgirêkên weha, eger Kûrdan bi rastî jî li Başûrê Kurdistanê di nava yekîtiyê de rikberiyeke demokratîk bikirana, PDK´ê perlemantoya Başûr felç nekira, hilbijartineke demokratîk ji bo guhartina serokê herêmê bikirana û destûreke bingehîn a demokratîk hebûya û bersiva pêdiviya herî kêm ya civakê bidana, rewş ê negihişta astêke wisa ku li Parlamena Iraqê ev pirgirêk were çareserkirin.

Ev qanûna nû ya li Parlamena Iraqê hat erêkirin, ku “Baxdad wê mûçeya hemû karmendên Başûr bide, li hemberê rojane şandina 300 hezar varîl petrola ji Kerkûkê û şandina hatinên wî jî bo xezneya Navendê” dixwazin bibêjin, herêm diziyê ji gel dike û em ê mûçeyên wan bidin. Ev bi ser xwe tevî ku Başûr hîna jî parçeyekî ji Iraqê ye, lê şeqemeke li nav rûyê partiyên ku di nava 26 salan de ji bilî diziyê ji gel tiştek nekirîne.

Gel anîne ber rewşekê ku biteqe, û her roj xwepêşandanên mamostayan û boykotên xwendinê ji wan bûyeran in ku dema pêş eger krîzên siyasî, civakî û aborî neyên çareserkirin, ev partî êdî nikaribin bi gavên wisa jî gel razî bikin. Ew ê bi avakirina rojevên li dora kuştina hovane ya Rojnmevanê KNN´ê Şukrî Zeynedîn û qaşo şewitandina Ala Başurê Kurdistanê li Amûdê nikarin gel bixapînin û ser pirsgirêk û krîzan bigirin.


Gotinên miftehî :