Kol î Poşman,kol,î,poşman,arjen,arî

Kol î Poşman

A+ A-

Bi parsê ketibim
Li kolana te evdal
Li devderiyê te qereçî
Têr bike vî dilê birçî
Keçê, ka maçekê!

Tê bidî ji gerdenê bide,
Ji keviya hinarkê
Ji kaniya lêvê...
Te bivê dibim mêvan,
Te bivê şevê dikim deman
Te nevê, vedigerim ji devê derî
Dest-vala
Û
Kol î poşman!


Gotinên miftehî :