Kurtenêrînek,kurtenêrînek

Kurtenêrînek

A+ A-

 Pergala serdest, dema dixwaze, gelek, civakek bêrûmet bike, birizîne û di nav demê de tune bike, pêşî bi nirx, rûmet, çand, wêje û zimanê wî gelî, wê civakê dilîze. 

 Bi vê armancê pergala serdest, (ev dikare weke dagirkerî jî bê xwendin) ji nav wê civakê kesên herî ketî, lawaz, bêkêr û bêxêr, nezan û bêkesayet hildibijêre û wan derdixe pêş. Ev yek ji ber gelek sedemên cuda, di bingeha xwe de ji bo vê tê kirin: Hûn ev in û evqas in, ji vê zêdetir nînin. Vê peyamê ne tenê dide me, lê him xwe pê qanî û rehet dike, him jî raya giştî ya xwe, ya me û ya ji derî me jî manîpule dike. 


 Kesên ji civaka bûye armanca qirêj a pergalê ku taybetiyên wan li jor hatine ravekirin jî, vê “derxistina pêş” ji xwe re weke fersendeka jîyanê û pêplûkên bilindbûnê dibînin û dinirxînin û bi çar lepan xwe pêve girê didin. Lê kesên wan derdixine pêş, kî dibin û çi dibin bila bibin, mirovên pergalê ne. Ez qala propogandîstên nezan nakim bê guman. Lê ew jî bi nezanî be jî heman xizmetê dikin axir. 


 Mînakên vê kurtenêrîna li jor di ware sîyasetê de pir hene û herî zêde ew derdikevine pêş(!). Lê di warê bi taybet wêje û hunerê de jî ev 20-30 salên dawîn em bûne şahidên mînakên balkêş. Hezar mixabin ku giraniya hemû van mînakan jî ji destpêkê ve an jî piştî demekê pişta xwe dane Tevgera Azadiyê, an jî bi awayekî xwe nêzîk kirin û derfetên bi ked, xwîn û xwêdana vî gelî hatine afirandin ji bo xwe û navê xwe bikar anîn. Hemî jî di encamê de ciyê xwe di hemêza dagirkeran de û pergala ku ji aliyê wan ve hatiye avakirin ve dîtin. 


 Nav? Ez dikarim bidim, çi di warê siyasetê de û çi di warê wêje û hunerê de. Lê wê kî bikaribe an biwêribe bikeve vê nîqaşê gelo? 


 Bê guman ku di civaka kurd de xwedî ked û berhem jî ne kêm in û ji xwe civak li ser ked, xwêdan û berhemên wan bilind dibe û rûmet digire, xurt dibe. Ew jî û ked û xwêdana wan jî jixwe dîyar in û hêjayî pesindanê ne. Armanca gotinên li jor ji bo kurên pîrê ne ku ji xwe kiryarên wan ên li serê kaniyan diyar in û wan didine dest. 


2016-07-13


Gotinên miftehî :