1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Li Amedê xebatên kurdî zêde dibin
Li Amedê xebatên kurdî zêde dibin,Li,Amedê,xebatên,kurdî,zêde,dibin

Li Amedê xebatên kurdî zêde dibin

A+ A-

Hê jî navenda piraniya saziyên ku li ser zimanê kurdî xebatê dikin, li Stenbolê ye. Lê ev demek e êdî Amed jî di warê xebatê kurdî û kurdewarî de dibe navendeke sereke. Ji niha ve çend we?anxaneyên wekî Belkî û Lîsê dest bi we?andina pirtûkan kiriye.

Heçî rojnameya Azadiya Welat e, ev du sal in navenda xwe biriye Amedê. Ji bilî van, di sala 2003’yan de Enstîtuya Zimanê Kurdî û pi?tî wê bi salekê jî, Komeleya Nivîskaran "Pena Kurd" li Amedê hate vekirin. Mîhrîcan û konferansên ji hêla ?aredariya Bajarê Mezin ve têne lidarxistin, ge?bûnekê di xebatên wêjeyî û çandî de pêk tînin.

Bi van re, kovarên çandî û hunerî dest bi we?anê kir; pê?î Kulîlka Ciwan û Tîgrîs, niha jî Kovara W’yê. Ev kovara navborî, ku ji hêla nivîskarên kurd ve tê derxistin, ji du mehan carekê bi pex?an, kurteçîrok, helbest û nivîsên rexneyî derdikeve. Heta niha pênc hejmarên vê kovarê hatine we?andin. Di hejmara dawîn a kovarê de, gelek kesên mîna Dilawer Zeraq, Îrfan Amîda, Cemîl Denlî, ?êxmûs Sefer, Omer Dilsoz, Jîr Dilovan, Lokman Polat, Hesen Îrandost, Behlûl Zelal, Îsmet Mihemed Bedel, Edîp Polat, Cîhan Roj, Gernas Roderîn, Welat Kajîn, Îlhamî Ozer, Têko?în Bihar, Fatma Savci, Zeynep Ya?, Elîxan Loran û Zana Farqînî bi berhemên xwe yên wêjeyî, lêkolînî û rexneyî, be?darî kiriye.

Di vê hejmarê de hevpeyvîneke berfireh bi Keça Kurd re hatiye kirin. Ev hevpeyvîna li ser zimanê kurdî, ji hêla Helîm Yûsiv ve hatiye kirin. Her wekî tê zanîn nivîskar û lêkolînera kurd, Keça Kurd bi xebatên xwe yên li ser zimanê kurdî tê nasîn.

Dema mirov li kovarê dinêre, mirov dibîne ku her roj qad û bergeha wê firehtir dibe. Ji gelek aliyan nivîskar bi berhemên xwe yên wêjeyî, be?darî vê xebatê bûne. Belkî cara yekem e ku di kovareke kurdî de bi domdarî û bi rêkûpêkî nivîsên rexneyî têne we?andin. Di her hejmarê de berhemek ji hêla çend kesan ve tê nirxandin. Di vê hejmarê de jî Rêzan Tovjîn û Mem Mîrxan pirtûka Mîran Janbar a bi navê Ardûda dinirxînin.

Di kovarê de, digel berhemên ku bi zimanê kurdî hatine nivîsandin, hinek werger jî hatine kirin. Bo nimûne Rizoyê Xerzî çend helbestên Riyad Salih El Huseyn ji erebî wergerandine. Her wiha Kawa Nemir helbestvana amerîkî Hilda Doolittle bi me daye nasandin û çend helbestên wê jî li kurdî wergerandine. Ji bilî van, Welîd Murad jî Ernest Hemingway û Tengazarê Marînî jî ji Paul Celan, digel çend helbestên wî, daye nasandin.

Helbet tu xebat bêkêmasî nabin, kêmasiya sereke ya vê kovarê jî zimanê wê ye. Mixabin zimanê kovarê yê hevgirtî nîn e, kîjan nivîskarî/ê çawan nivîsandiye, wisan maye. Tekane guherîna ku redaksiyona kovarê di zimên de pêk aniye, ji hev cuda nivîsandina bêjeya "çiqas" e.  Di warê mêjer û zayenda navdêran de tevliheviyeke mezin heye. Rêgeza ergatîviyê hema bibêje ji binî ve têk çûye. Min divê çend mînakan wekî palpi?ta gotinên xwe pê?kê? bikim.

Di gelek cihan de veqetandek bi taybetî nehatiye bikaranîn. Mînak:

Duh bi ?ev carek din ji dirêjahiya xwe têr bûbû.

Ji bo ku ravek çêbe, divê veqetandek hebe, lewre jî diviya "careke din" bihata gotin.

Veqetandeka dubarekirî her tim /î/ hatiye bikaranîn. Mînak:

Esmanê bajarê min î qedîm; bajarê min î ku bedenên re? î kevirîn li dora xwe pêçandiye…

Veqetandeka dubarekirî /î/, bi tenê tê ber navdêrên nêr, nayê ber navdêrên mê û pirjimar. Lewre jî diviya "bedenên re? ên kevirîn" bihata gotin.

Zayenda peyvan li gelek cihan bi ?a?î wekî nêr hatiye bikaranîn. Mînak:

Tîrekî tûj: Tîr bêjeyek mê ye, lewre jî diviya "tîreke tûj" bihata gotin.

Tu bûk û zavayê nas dikî: Li vir zava jî bûye mê, diviya "Tu bûk û zavê nas dikî"  bihata gotin.

Mêjera navderên xwerû ?a? hatiye bikaranîn. Mînak:

Ha min dît ku keçeke ciwan ku hemû rengên keskesorê di kirasê xwe de li hev civandibû, li ber min e. Li gorî rêgeza ergatîviyê, divê di vê hevokê de lêker bi bireserê re lihevkirî be, biresera vê hevokê "rengên keskesorê" ye, ew jî pirjimare, lewre jî pêwîst e "civandibûn" bihata gotin.

Gava min çavên xwe bi firehî û berehî li dor qadê gerand… Her wiha di vê hevokê de jî "çav" pirjimar in, lewre jî diviya lêker jî pirjimar bûya, yanê diviya "gerandin" bihata gotin.

?a?iyeke din a ku di hinek we?anên li Amedê têne we?andin de bala min dikê?e jî wekî nêr tewandina navdêrên nêtar ên mîna nivîskar û xwendevan e. Bi baweriya min ev yek ti?tekî ?a? e, ji ber nezanîna rêbaza tewangê pêk tê. Bi vî awayî mirov nivîskar û xwendevanan gi?tan mêr dihesibîne. Ev yek jî nayê pejirandin, hinek bêje di kurdî de nêtar in, zayenda wan li gorî kes û ti?tê ku dinimîne diguhere, divê mirov jî li gorî vê yekê tevgere.

?a?iyên bi heman cureyî di gelek nivîsan de hebûn, lê min bi taybetî nivîsa Dilawer Zeraq neqand, ji ber ku redaksiyona kovarê ji hêla wî ve tê kirin.


 
Samî Berbang
[email protected]

Dem: 12 gulan 2005 pênc?em
(© www.amidakurd.com)