1. Tekst

  2. Gotar

  3. Henîfe Hisên
  4. Li Rojava dijîtiya şoreşê dikin
Li Rojava dijîtiya şoreşê dikin,li,rojava,dijîtiya,şoreşê,dikin

Li Rojava dijîtiya şoreşê dikin

A+ A-

Bi salan e Partiya Demokratîk Kurd a Sûrî ku li rojavayê Kurdistanê di bin bandora KDP’ê de hatiye avakirin li rojavayê Kurdistanê di bin navê neteweperestiya Kurd de siyasetê dikin. Di bin vî kirasî de û bi hukmê derfetên maddî ku PDK jê re pêşkêş dike, weke potansiyeleke bi tehlûke, mîna ku di kemînê de raweste, her tim li pêşiya pêngavên şoreşgerî û rêxistinbûna civakê bûne asteng. 
Her tim hêviyên gelê me ji hêza xwe ya cewherî qut kirine, di ser başûrê Kurdistanê re hêviyên wan bi hêza derve ve dane girêdan. Nexasim piştî Tevgera Azadiya Kurdistanê derbasî Rojava bû û têkoşîna rizgariya neteweyî li ser hîmê hêza xwe ya cewherî têkoşiya, ev potansiyel mîna hêzeke dijber li beramberî vê têkoşînê hat bikaranîn. 
Di her fersend û kêliya derfetên azadiya gelê me derketî holê de mîna sîperan li hemberî wan derfetan sekinîne û xwestine ruhê serhildan û têkoşînê di civakê de vemirînin. Sala 2004’an derfeteke dîrokî çêbû, gel rabû serhildanê, pirraniya bajaran kirin destê xwe. Lê belê wan bi rêjîmê re li hev kir û raperîna gel dan rawestandin. Ji wê demê ve heta şoreşa Rojava dest pê kir, gelê me êşên mezin ji ber rejîma dagirker a Baas kişandin. 
Ji destpêka şoreşa Rojava ve tevî hemû hewldanên me yên ji bo yekitiya neteweyî, vê partiyê,her xwe spart hêza PDK´a Başûr û sekneke dijber nîşan da. Li şûna hevgirtin û yekitiya neteweyî xwe li hêzên muxalefeta sexte girtin û dijberiya şoreşê kirin. Bi sozên sexte û derfetên maddî partiyên din jî di bin navê ENKS’ê de li dora vê partiyê hatin komkirin û xwestin xwe wek yekane nûnerê gelê kurd nîşan bidin. Piştî hewldanên mezin ku desteya bilind a Kurd hat avakirin, vê carê xwestin bi wê mekanîzmayê şoreşa Rojava kontrol bikin. 
Tevî ku biryara desteyê hebû ku tu partî bi serê xwe dîplomasiya Kurdên Rojava neke jî, vê partiyê çû bi dizî bi dewleta Tirkiyeyê re hevdîtin kirin. Tirkan talîmat da ku desteya bilind xirab bikin û PYD´ê li derveyî mekanîzmayan bihêlin û wan ev talîmat bi cih anî. Di nava desteyê de avakirina yekitiya siyasî ENKS bê rol hişt. Ji hîngê ve sergirdeyên wan li Stenbolê rûniştin û berdevkiya Tirkiyeyê li dijî şoreşa Rojava dikin. Pêşîn provakasyona li Amûdê kirin. Bi vê xwestin YPG´ê weke neyarê gelê Kurd destnîşan bikin û wê bixin nav lîsteya terorê. Ev pûç bû. Haya wan ji êrîşa li dijî Kobanê hebû. Bi vê êrîşê xwestin şoreşa Rojava bikişînin ser xeta xwe û bifroşin Tirkiyeyê. 
Niha jî yên weke Fuad Elîko, Hekîm Beşar û hwd. li Stenbolê rûniştine û şoreşa Rojava reş dikin. Şoreşa Rojava çi gav avêt, wan dijberî kir. Rêveberî îlan bû wan dijberî kir. YPG îlan bû xaka xwe parast, wan dijberî kir. Mufredatên bi zimanê dayîkê ketin dibistanan, wan dijberî kir. Hilbijartinên şaradariyan çêbûn wan dijberî kir. Niha jî amadekariyê dikin bi Tirkan re êrîşî ser Rojava bikin. Navê xwe jî kirine muxalefet. 
Gelê me êdî dizane ku li Rojava şoreşek li dar e, rêveberiyek hatiye îlankirin. Niha tam fersend e ku gelê me statuya xwe bi dest bixîne, lê wan xwe weke muxalefeta vê şoreşê îlan kiriye û êrîş dikin. Bi yek gotinê em dibêjin, ew di nava sefê dijberên şoreşa Rojava de cih digirin û bi dijminên gelê Kurd re tevdigerin. Gelê me vê yekê dibîne û ew ê tu qîmetî nîşanî wan nede û bersiva pêwîst jî bide wan. Şoreş dijberên xwe pûç dike û ew kes jî di nava rûpelên dîrokê de weke xizmetkarên dijminê gelê Kurd wê bêne naskirin.