1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Li ser gotinên rêveberên PDKê û rastiya kurd
Li ser gotinên rêveberên PDKê û rastiya kurd,li,ser,gotinên,rêveberên,pdkê,û,rastiya,kurd

Li ser gotinên rêveberên PDKê û rastiya kurd

A+ A-

Mirov bixwaze bigihêje rastiyan, dive tişt, bi hemû alî û xal, girêdan, mil û baskên xwe ve bi herikîna dîrokî ve jî girêdayî û bêyî fikar û daxwazên ferdî, komî, rêxistinî û eşîrî bêne nirxandin. Nirxandineka wisa, caran dikare li dijî berjewendiyan û heta li dijî berjewendiyên giştî be jî, lê karê rewşenbîriyê, ne parastina berjewendiyan lê parastin, çavdêrî û derxistinaholê ya rastiyan e. Loma jî rewşenbîrên rastîn kesên ku herî kêm têne hezkirin in, lê kesên ku jîyana pak li ser lingan dihêlin jî her ew in. Rewşenbîriya rast û pak dibe parastina jîyana pak, lê rewşenbîr jî dibine bedêla vê rastî û pakiyê.

Tê gotin ku birêz Mezûd Barzanî negotiye “Bila PKK ji başûr derkeve”, lê gotiye ku “Bila PKK şer ji ser axa Başûr bi dûr bigire, neyne ser axa Başûr.”

Baş e, gelo di navbera her du gotinan de ferq çiye?

Li Dîalayê tabûra tirk heye ji sala 1990î ve û li Hewlêrê buroya MÎTê heye.

MÎTê di 14ê gulana 1997an de êrîş bir bi ser nexweşxaneya Hewlêrê ve û 52 kadroyên PKKê ku piraniya wan seqet, birîndar, nexweş û gazî bûn li Hewlêrê bi awayekî hovane qetil kir. Doktorên ku wan derman dikirin ji wê rojê ve wenda ne, kesek aqûbeta wan nizane. Gelo pêkan e ku haya PDK´ê ku salek beriya vê qetlîamê, bi hevkariya leşker, tang û topên Seddam hêzên YNKê ji Hewlêrê deranî û Dr. Fuat Mahsum jî dîl girt, tunebe?

Îroj jî li hemû bajar û gundên Başûr MÎT bi cirîdê dilîze, ev tiştên veşarî nînin. Li gel van hemi rastiyan û gelek tiştên din ku dikarin ew jî bêne gotin, PKKê kengî rojek li nav sînorên Başûrê Kurdistanê, bi ser leşker û MÎTên tirk ve êrîşek kiriye? Yek mînakek jî tune.

Ya din, her kesên bi wijdan û dilsozê gelê xwe baş dizane ku pêvajoya aştiyê çewa têk çû, kî ji bo çi û bi çi hesabî têk bir! Li gel vê rastiyê jî birêz Barzanî bi hêsanî ji kovara Fokus a alman re, (Rûdawê jî ev nûçe da) di pêvajoyeka ku çapemeniya alman bi temamî Erdogan sucdar dike de pir başkêş e ku dikare bêje “Bi qasî Erdogan, baskê baz ê di nav PKKê de jî di têkçûna pêvajoyê û destpêkirina şer de sûcdar e”

Di vir de du tiştên grîng hene:

1- Bandora têgîna rast a tewanbariya Erdogan tê şikandin û balê dide ser PKKê.

2- Gotina “Baskên baz ên nav PKKê” hewldana avakirina têgîneka şaş e ku salên pir dirêj in dewleta tirk ji bo vê têgînê bike nava civaka kurd hemû derfetên xwe bikar tine. Birêz Barzanî jî, bi vê gotina xwe heman tiştî dike, ango xizmeta vê hewldana dewleta tirk dike ku di nav PKKê de qaşo seriyên cuda hene.

Li gel van hemû rastiyan, “Bila PKK şer ji ser xaka başûr bi dûr bigire” ji bilî ku “bila PKK ji Başûr derkeve” pê ve tê çi wateyê? Êrîşkar dewleta tirk a faşîst, lê yê şer aniye ser xaka başûr PKK? Ev e rastî?

Li başûr, li gel hemû kêmasiyên xwe ve jî, rêveberiyek heye û tê zanîn ku rêveberiya her organîzasyonekê, bê guman ku bi hev re di nav têkiliyeke taybet de ne û hay ji tevger û gotinên hev û du hene. Dema şaşiyek bêyî haya vê rêveberiyê ji aliyê endamekî/a rêveberiyê ve bê kirin jî, ew şaşî bi lezgînî tê sererastkirin û xwediyê/a gotinê jî, gotina xwe li gor daxwaza rêveberiyê sererast dike. An na êdî di nav rêveberiyê de ciyê wî kesî ji nîqaşan re vedibe. Ev rastiyeke giştî ye. Loma jî, gotinên Mesrûr Barzanî “Qendîl axa Îraqê ye, dive bê valakirin”, gotina Nêçîrvan Barzanî “PKK li başûr mêvan e, dema wê hat dive biçin” û daxuyaniyên Mesûd Barzanî yên di vê çarçoveyê de ku nîqaş li ser têne kirin, hev û du temam dikin. Dema mirov van keviran bide ber hev, wêne temam dibe, biryara hatiye dayîn tê dîtin. Û ev biryar têkoşîna li dijî PKKê ye û eger pêkan be derxistina PKKê ji Qendîlê, Şengalê, Mexmûrê, Kerkûkê û hemû gund û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê ye. Hêjayî gotinê ye ku yê hin hesabên qirêj ên li Şengalê û piştre li Mexmûrê û piştre jî li Kerkûkê têk bir jî dîsa PKK bû. Her wiha hêza ku piştî DAÎŞ 15 km nêzî Hewlêrê bûbû, li ber bû mertalek ji pola, dîsa PKK bû. Ev rastî hemi, li ber çavên cîhanê rû dan û her çendî PDK hewl dide jî, ne tiştên ku bikaribin bêne înkarkirin in.

Çapemeniya tirk

Belê her kesê pak, ê xwedî çav, dil û mêjî, rastiya çapemeniya tirk dibîne û dizane. Çapemeniya tirk di dîroka xwe de tu carî serbixwe nebûye û yekane armanc û xizmeta wê, liserpiyanhiştina dewletê û hukûmetan bûye. Herî zêde jî îroj ev wisan e Ji bo vê jî tu pîvan, exlaq û prensîbên navneteweyî û mirovahî nas nekirine, nas nakin û dê nas jî nekin. Asparagas, manîpulasyon, derew, berhevdan û hemû gemariyên din taybetiyên çapemeniya tirk ên herî sereke ne. Di nav vê gemariyê de, çend rojnamevanên hinekî bi wijdan derketibin jî, sînorên wan heya ber sifrê ye. Dema kurd nêzî sifrê dibin, ew jî ruyê xwe nîşan didin. Lomaye ku tu carî bawerî bi wan jî nabe. Bi êrîşa hovane ya bi ser Zergeleyê ve û ji bêdengiya çapemenî û nivîskarên tirk ev rastî careka din zelal hat dîtin.

Li gel van rastiyan jî, mirov nikare bêje ku çapemeniya tirk û rojnamevan û nivîskarên tirk tu carî rastiyan nayînin ziman û her derewan dikin. Na! Bi taybet jî dema rastiyek li hesabê wan bê û li gor berjewendiyên wan be, bi çar lepan xwe pêve digirin û derdixine pêş. Bi taybet jî kîjan gotin li hesabê wan zêde hatibe, wê derdixine pêş û bi rojan li ser malperên xwe bi taybet, di manşetan de digirin. Ji van jî grîngtir ku tiştên ew dibêjin an jî îdîa dikin, dema ji aliyê xwediyê/a wê gotinê ve neyê tekzîbkirin ango derewandin, ev tê wateya pejirandinê ango piştrastkirina rastiya wê gotinê.

Yek ji rêya herî grîng a parastina yekîtî û biratiya gelê kurd, ne nuxumandin û veşartina rastiya hin serok, partî û rêveberên wan in, lê rastî çendî tal dibe bila bibe, anîna ziman a wan rastiyan e û ev jî divê beriya her kesekî karê rewşenbîrên kurd be. Lewra ev, yek ji pîvana herî grîng a rewşenbîriyê ye.

Dawî

Qendîl û bi giştî Çiyayên Zagrosan, kana gelê kurd, pîroziya herî mezin a gelê kurd in û ji dîroka herî kevnare û ta niha, ji kurdan pê ve jî, ew çiya tu gelekî din neparastine, di nav xwe de nehewandine. Ji xwe bi tenê kurd karîbûne lê bijîn û xwe lê bigirin. Û Loma jî, kesayetiya kurd a resen weke çiyayên Zagrosan xurt e û rê nade tu qirêjiyê û dê tu carî jî nede! Ev e taybetiya Zagrosan û pîroziya Qendîlê.

Mahabad Felat Arda 2015-08-02 [email protected]