1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Mahabad Felat
  4. Li ser êrîşa li Stenbolê kurtenêrînek
Li ser êrîşa li Stenbolê kurtenêrînek,li,ser,êrîşa,li,stenbolê,kurtenêrînek

Li ser êrîşa li Stenbolê kurtenêrînek

A+ A-

Li gor nirxandinên hemû muxalîfên hukûmeta AKPê û dewleta tirk, ev êrîş, ji bo guherandina rojeva lêborînxwestina Erdogan ji Rûsyayê û hevkariya bi Îsraîlê re, ji aliyê AKPê bi xwe ve hatiye organîzekirin û pêkanîn. Herwiha ji bo bikaribin bikin bingeh û palpişt ji êrîş û operasyonên xwe yên kuştin, girtin, şewitandina gund, bajar û daristanên Kurdistanê, ev êrîş organize kirine. Lewra ev demek e ku di vî warî de dengên dijber ji Yekîtiya Eropayê bilind dibin û ji bo vê yekê Erdogan û Davutoglu jî di nav de, derbarê gelek berpirsên dewleta tirk û hukûmeta AKPê de li Almanyayê doza tewanbariya şerê qirêj û komkujiyê hatiye vekirin ku pir pêkan e ev biçe heya Dadgeha Mafên Mirovan a Navneteweyî jî.

Belê ev sedem dihêlin ku mirov ji îdîaya êrîşa li balefirgeha Stenbolê pêk hat û bû sedema kuştin û birîndariya bi sedan kesên sivîl, ji aliyê AKPê ve bi destê DAÎŞê hatiye pêkanîn bawer bike. Ev ne dûrî rastiyê ye bê guman. Lê dive neyê jibîrkirin ku benê DAÎŞê ne di destê AKPê bi tenê de ye û bi gotina kurt û kurmancî, DAÎŞ ji destpêka xwe ve ji aliyê hêzên ku AKPê jî kirine hukûmet ve, bi armancên serûbinkirin û jinûvedîzaynkirina Rojhilata Navîn hatiye damezirandin û tê birêvebirin.

Tê zanîn ku hêzên îroj vê sîstema cîhanê ava kirine û birêve dibin gelek caran rêxistin, partî û artêşên çeteyan heta dewletan ava kirine, mirovên di bin kontrola xwe de dane serê wan organîzasyonan, bikar anîne û roja karê wan bi wan temam bûye, an jî roja ew hêza hatiye avakirin êdî bûye asteng û pirsgirêk li pêşiya wan, an jî ji kontrola wan derketiye û ji ber serxweşiya hêza li destê xwe xwestine êdî hin biryaran bi sere xwe bidin û armancên nû dabin pêşiya xwe ku li dûrî armancên afirînerên xwe be, benê wan hêzan û wan kesan ji aliyê xwediyên wan ve hatiye kişandin. Ku her care jî ji xwe ev dibe. Lewra hêz û bi taybet hêza qirêj hişbira herî bi bandor a vê jîyanê ye.

Niha ev rastî, ji bo DAÎŞê wisa xuya dike û rast e jî. Ji ber vê ye ku Hêzên Koalîsyonê hate avakirin. Lê hê jî cî bi cî DAÎŞ bi kêrî wan tê. Aşkere ye ku heman hêz dixwaze xwe ji hukûmeta AKPê jî rizgar bike êdî. Lê gavên di demên dawîn de ji aliyê Erdogan ve hatine avêtin (lêborîna ji Rûsyayê, hevkariya bi Îsraîlê re, hevdîtinên veşarî bi Sûriyê rejîma Esad re û bi Misirê û Îranê re.) hewldanên Erdogan bûn ji bo xwe ji krîza aborî û sîyasî rizgar bike. Ev hewldan hêviya dawî ya Erdogan in. Loma ku pê li hemû gotinên xwe yên berê kir û xwe di çavên piştgir û xulamên xwe de jî bêrûmet kir.

Loma ye ku dikare bê nîqaşkirin ka gelo ev êrîş bi destê AKPê ji bo guherandina rojevê û meşrûkirina êrîşên xwe yên terorî li Kurdistanê ve hatiye organîzekirin, an ji aliyê hêzên dixwazin ji Erdogan rizgar bibin û loma jî tengasiyên wî zêdetir bikin û hewldanên wî yên ji bo derketina ji van tengasiyan vala derxin ve hatiye organîzekirin?

Dem derman e. Wê ev jî aşkere bibe bê guman. Lê çi dibe bila bibe, kuştina sivîlan bi tu rengî nikare xweş bê dîtin û pejirandin. Ez weke kurdek ku welatê wî û pêre dilê wî ji aliyê dewleta tirk a faşîst û hoveber ve tê şewitandin, êrîşa li Stenbolê bi tundî şermezar dikim.

Mahabad Felat Arda [email protected]