1. Tekst

  2. Ger

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Li Tûrcel Kulîlkên Biharê
Li Tûrcel Kulîlkên Biharê,li,tûrcel,kulîlkên,biharê

Li Tûrcel Kulîlkên Biharê

A+ A-

Em îro li Dêrika Çiyayê Mazî digel METOD (Komeleya Çanda Ekolojîk a Mezopotamya) ku kar û barê Ekolojîk dike, derketin geryaneke gelekî girîng. Ji ber ku îsal baran baş bû , bihar geş bû û her cure giha û kulîlk pir baş hêşîn bûne.

Do di Googlê de ez li gotina “bilbizêq” geriyam. Qet wêneyê bilbiqêqê nîşan neda Google’ê. Gotina kurdîhezan a wekî “divê xebatek were kirin û navê kulîlk û gihayan ê kurdî were tesbîtkirin” careke din rastiya xwe îpat dikir.

Em îro li Çiyayê Tûrcel, ji deryayê 1100 metro bilindahiyê, li kulîlkên cuda digeriyan. Ne hewce bû mirov lê bigere jixwe. Herî kêm nêzî 100 cure kulîlk hebûn li ber me. Me got “hevalno, qet jênekin, ranekin û tenê wêneyê wan bikişînin û dema xwe bi pirsa ‘navê wê çi ye’ re derbas nekin!”. Dema em ji çiyê daketin me her yekî ji 300’î zêdetir wêne kişandibûn.

Ji sibe û pê ve em û endamên komeleyê, em ê wêneyên kulîlkan bisinifînin, yên navên wan tên zanîn û yên nayên zanîn dê di Amîda Kurd de bên weşandin. Ji bo hinek kulîlkan em ê galeriya wêneyan jî biweşînin. Di pergala Amîda Kurde a nivîsbariyê de jî pêwist bike em ê hinek pêşxistin û başkirinan pêk bînin.

Di dema geryanê de min bixwe fam kir ku divê me hemûyan wêneyê kulîlkan nekişanda û hinekan j ime wêneyê gihayên din û kêzik û ajalan jî bikişanda. Ji ber ku kêzikek îsal li wir heyî, belkî salek din neyê dîtin jî.

Geryana me ji alî zanyarî ve ne watedar e. Ev ne karê me ye jî jixwe. Em derneketibûn gera tesbîta “kulîlkên ku tenê li Kurdistanê hene”. Jixwe em nizanin kîjan kulîlk tenê li vir heye. Meç i dît, me wêneyê wê kişand ku va ye li Tûrcel heye.

Ax şil, kanî der, giha bilind heta çongê. Cureyên pîvok, strî, pincar, giha û kulîlkan her der pêçabû. Dema mirov wêneyek dikişand sê-çar cureyên din jî pê re di wêne de xuya dikirin.

Sedema ku em îro derketin Tûrcel ew bû ku pisporên vî karî yên kurd bê sazî ne û wekî karekî pîşeyî jî deng ji kesî nayê, wekî şexs nadin pey vî karî. Siyasetek kurd a ku di vî warî de saziyekê ava bike jî xuya nake. Û mirov li hêviya kê bisekinîne jî mirov hîn dê gelekî bisekine. Ji ber wê ya pîroz ew e ku her kes ji texma xwe ve, berî ku navek an jî cureyê wê winda bibe, di kurdî de wî giyahî mayinde bike, bi wêne û xêzan.

Heftiya pêşiya me, dîsa roja yekşemê em ê derkevin herêmeke din û wekî karekî amator û kêfî, vî karî bikin. Aliyek xebat, aliyek geryan û seyran.

Kî, li ku dera Kurdistanê karekî wiha bike, rûpelên Amîda Kurd di xizmeta wan de ye û dikarin bi sedan wêneyên xwe parve bikin.

Em hêvîdar in dema me wêne kişandin, hûn jî li bin wêneyan navên wan ên kurdî binivîsin. Her kes dikare navê li herêma xwe binivîse an jî der barê şaşîtiyan de hişyariyan bike.

Ji me ev, ji we jî ew. Hevkarî jî ev e.


Gotinên miftehî :