1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Mêjera navdêrên xwerû
Mêjera navdêrên xwerû,Mêjera,navdêrên,xwerû

Mêjera navdêrên xwerû

A+ A-

 Ji ber vê yekê li ?ûna ku bibêjin, "Min sêv xwar.", hinek –belkî jî bi tesîra tirkî- dibêjin, "Ez sêv xwarim", hinek jî dibêjin, "Min sêvê xwar." Di navdêrên xwerû de nebûna qertafa pirjimariyê ku di zaravayê zazakî de // ye û nebûna cînavkên qertafî ku di soranî de wekî "-im, -it, -y, -man, -tan û –yan" têne dîtin, di kurmancî de bingeha hinek aloziyan pêk tînin.

Mijara ergatîviyê bi awayekî teorîk van salên dawîn hate pênasekirin û ravekirin. Celadet Bedirxan li ser bingeha rêgeza di zimanê kurdî de ew destnî?an kiribû, lê nav lê nehatibû kirin. Van salên dawîn li ser wê diyardeya rêzimanî hinek xebat hatin kirin û diyar bû ku kurmancî zimanekî nîv-ergatîv e. Ji ber ku lêkerên gerguhêz ne di hemû deman de, bi tenê di demên borî de li gorî bireserê (obje) têne ki?andin. Ji ber vê sedemê vê rêgezê di rêzimanê de cihê xwe bi awayekî qewîtir girt. Lê dîsa jî di hin waran hê jî aloziyên berbiçav hene.

Di vî warî de aloziya herî ?ênber, mêjera navdêra xwerû ye. Mêjara van navdêran bi ki?andina lêkerê tê destnî?ankirin. Lê dema ku ew navdêr bireser bin, ji ber ku gelek kes rêgeza ergatîviyê binpê dikin û lêkerê her tim li gorî kirde dikê?in, pergala rêzimanî têk diçe û mêjer tevlihev dibin.
Li ser vê mijarê ez dixwazin çend mînakên ?a?, digel awayê wan ên rast bidim.
Mînakên pê?î ji nivîsa Serkeft Botan a di hejmara 58’emîn a Tûrik de hatin neqandin. Divê em bidin xuyakirin ku hem Azadiya Welat, hem jî gelek we?anên din bi mînakên wiha mi?e ye.

*Ev qefle û komên însanan ji bo ku nesla wî neqelihe û dawî lê neyê, jiyaneke tomarî bi hev re domandine.
Serê pê?în em bi kirde dest pê bikin, lêkera me di dema borî de ye, her wiha "domandin" lêkereke gerguhêz e. Ji vê yekê kirde divê tewandî be, lewre jî "ev qefle" nabe, diviya "van qefle û komên însanan" bihata gotin. Pi?tî ku me kirde sererast kir, îcar em berê xwe bidin, bireser, kê domand wan, çi domand "jiyaneke tomarî (?)", xuya ye ku bireser yekjimar e, lewre divê lêker jî yekjimar be, nexwe "domandine" ?a? e, diviya "domandiye" bihata gotin.

Li aliyê din hevok bi xwe ji aliyê watenasî û hevoksaziyê ve heta tu bibêjî, aloz û nelihev e.
Wekî mînak, kirde li cihekî pirjimar, li cihekî din pirjimar e.  Her wiha "tomarî" jî ?a? e, peyv bi xwe "tomerî" ye û ji aliyê wateyê ve jî "cemawerî" ba?tir cihê xwe digire.
Pi?tî vê analîzê ez dê êdî bi tenê hevokê û awayê rast bidim.

*Ew kiriye weke xarê nava du ?eqên tiliya û pê lîstine.
 (Wan) ew kiriye xarê nav du ?eqên tiliyan û pê lîstiye.

*Namûsa bi pulusê nozdeh caran hîpnoz kirine
Namûsa ku wan bi pulusê nozdeh caran hîpnoz kiriye…

*Ma te çawa destê xwe jê ?û?t?
Ma te çawan destên xwe jê ?û?tin?

Çend mînak jî ji pirtûka Yaqob Tilermenî ya bi navê "Kitim".
*Gelo min vê daxwaza ji Seyda re bigota…
Gelo min ev daxwaza xwe ji Seyda re bigota…

*… bi zorê daxwaza dîtina derve pejirandine.
Wan bi zorê daxwaza dîtina derve pejirandiye.

*Ew Seydayê henûn cihê xwe ji kesekî bêhnteng re hi?tibû.
Wî Seydayê henûn cihê xwe ji kesekî bêhnteng re hi?tibû.
  
Samî Berbang
[email protected]

Gotinên miftehî :