1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. MA, K’URDÎTÎ JÎ WEHA DIBE?
MA, K’URDÎTÎ JÎ WEHA DIBE?,ma,k,urdîtî,jî,weha,dibe

MA, K’URDÎTÎ JÎ WEHA DIBE?

A+ A-

(Rêplîk)

Wek ku tê r’agîhanidin, duh, r’oja pêncşemê, Hukumeta Herêma Başûr a K’urdistanê bi daxwîyanîyekê t’eqînên li Ankara û Dîyarbek’irê (Amed) şermezar kirye û gotye, ku ew serxweşîyê didin malbetên kuştîyan, û gotye, ku têrorîzm ji bo aramîya siyasî û ewlek’arîya di herêmê da t’ehlûkeyeke mezin e, û divê ji binî va bê r’akirin.

Di dawîya vê daxwîyanîyê da tê gotin: “Herêma K’urdistanê dilkovanîya gelê T’irkîyayê tê digihîje, ji ber ku gelê k’urd ji r’astî êrîşên têrorê yên hovane tê”. ( http:// riataza.ru/russian/politics/5699-ofis-prezidenta-krg-osudil-terakty-v-ankare-i-diyarbakyre.html )

Lê, hema wisa!

Dixwînî û ji ç’avên xwe bawer nakî.

Ev demeke dirîj e Amed, Cizîr û bajarên dinê yên K’urdisatnê di hesarê dane, ji 150yî zêdetir k’urd di jêrzemînan da bi zêndî an hatine şewitandin, an jî fetisandin, dengek ji van lawikana dernek’et. Ji vê jî zêdetir, serokê hukumeta Herêmê kek Nêç’îrvan diçe serxweşîya malbeta K’oçan… Ew K’oçên ku r’êjîm bi ç’ek kirine û îro jî dikin, ên ku r’êjîmê bi leşkerî xurt kirine û îro jî xurt dikin…

Binihêr’in, dema r’êjîma faşîst t’evkujîya gelê k’urd pêk tîne, ew wê “nabînin”, lê dema di encama t’eqînan da çend kujerên gelê k’urd tên kuştin, ev lawikana dikovanîya gelê T’irkîyayê tê digihîjin, bi wî r’a dilkovan û xemgîn dibin, “...ji ber ku gelê k’urd jî r’astî êrîşên têrorê yên hovane tê”. – Na, li vir mabesta wan ne gelê k’urd bi giştî û ê Bakûrê K’urdistanê jî, bi t’aybet, e, mabesta wan t’enê k’urdên Başûr e!..

De, îjar dibêjin dewlet! Eger ev dwlet dê hevalbend û hevk’ara dagerker û kujerên gelê k’urd be, êdî ew çiqasî dewleteke k’urdî ye? Gelo ew r’êvebirîya ku dik’eve xizmeta dagerkerên welatê me, dê bikaribe dewleta heyî bike xizmeta berjewendîyê gelê me? Eger ev r’êvebirî divê di r’ojên teng da, dema r’êjîma dagerker t’evkujîya gelê me pêk tîne, li r’ex kujerên gelê me disekine û piştgirîya wan dike, mafê wê yê exlaqî heye r’êvebirîya net’ewî bê hejmartin, an ew dê çawa bikaribe wê erkê pêk bîne?

Ev pirsana hir’êtorîk in, hîç bersîvek jî pêwîst nake!

19. 02. 2016


Gotinên miftehî :