MAMÊ MİNO,mamê,mi̇no

MAMÊ MİNO

A+ A-

( 1 ) - Min bi çavên hogirên xwe kil bike gîyana welatê hejaran... xemilî me ji dirûşmeyeke bêzar Hewar... li min hewar... Sîya çar hûtan e, cihê bêxwedîtî ya ku lê sekinî me Lê... dîsa jî, kulîlk ên bi te şanaz dibişkuvin Pêl bi pêl bilind dibe, bê perav be jî, ala te

Mamê Mino...

Rîtmeke beyabanî ye, li tevna dilê min dide,heftokên zarokên mirî Bi rengekî rizî û kizirî dirêsim,dilorînim keskesor an ji warên wan ên hedimî re Lê... ku bi navê te hişîyar nebe asîman Lêgerîna pirsekêye her ku ez kirasê axê li xwe dikim

Mamê Mino...

Dengê etarekî ye dîrok, li bêjinga bayê bindestî ya min a 30 sal an dikeve... Sifreyek mêrxasîyê ye Heke kerem bikim ji destûra te, Baş pê dizanim, rengekî Kawayî ye..

Mamê Mino...

Ji du quriş û nîv ê, welatperwerîya xwe Peyvên te ye, weke çaplîyekê davêjim ser milê riste yan Heta destê sibê, li hebûna xwe ya kavilkirî girê didim naxwazim yek jê bifilite

Mamê Mino...

Radibim ji gora kerba xwe wek şûrekî ku li sayîtîya xwe mikur bê Û destê xwe li birînê dijdînim Ji bo ku darên hêvîyê bi bayên te bihejin

Mamê Min...

Ku emrê min ji dest ên jîyanê bifilite û bikeve, Di wenda bûna xwe de, lêgerîna hebûnê qe nebe bila bi qasî, peşkên baranê dilsoz be.

Mamê Mino…

( 2 ) - Dûrin bi qasî hezkirineke bêbinî, lê me bi çavên xwe dît, çawa mirin... nevîyên te bûn, û çawa… ji baxçeyê gulîstanê re dibarîyan Û ji qiyameta biharan re dişewitîn.. her yek ji stêr an re bûn ne zava Li ser mîrata te diçirûsin niha

Mamê Mino...

Her zindanî, ji te asoyan didize û li xwe dipêçe û xwe bera binê deyindarî ya derengîyê dide... Lê... Pê dikeve agirekî kardoxî Di paxila çîy an de olan dide, zarokên te yên sor î qemer gewherin… dîdarin… Vaye… Şer… qewimîye şer…. Her yek diherikin di çavên şevên xemgînîyê de Ji xwînê kumêtin… dibin hine ji axê re, gor... bi gor... û rakirine ala dilê te yê ku ji dost û dujmin an re rastgo

Mamê Mino...

Heke çeper ên me bê rih û rewa bibe, Reqseke kihêlîye di qada şerde, mertaleke Derwêşîye... Xweşmêr ên te... ji çar alîyan bang dike... raste... Wê ne dûre be, azadî bi navê te…

Mamê Mino..


Gotinên miftehî :