1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Mele Evdilayê Timoqî û Kitêba Bavê Min
Mele Evdilayê Timoqî û Kitêba Bavê Min,mele,evdilayê,timoqî,û,kitêba,bavê,min

Mele Evdilayê Timoqî û Kitêba Bavê Min

A+ A-

Di salên 1970yî de, li Bakurê Kurdistanê zêde kesekî newêribû bêje ez kurd im û ji xwe ew zanebûn jî tunebû. Tenê bi bandora têkoşîna Başûr, bi rêya mela û xwendayên wê demê ku hejmara wan pir kêm bû û hewldanên wan ên bi dizî û bi tirs, di çarçoveyeke pir teng de, giyaneke kurdewarî dihate parastin û ev mela û xwendayên wê demê bi giranî hev dinasîn. Her kesî dizanîbû li Farqînê çend welatparêz hene, li Licê çend, li aliyê Mûşê, Melezgirê, Batman û Siwêregê çend welatparêz hene û rewşa wan çi ye. Bê guman ku beriya wê demê jî heye, lê ew dem nayê bîra min, ev tiştên ku ez dibêjim, ew tişt in ku di hişê min de, mane. Û dîsa bê guman ku di wê demê de hin gavên sîyasî jî dihatine avêtin û rêxistinî dibûn.

Dema ji van welatparêzan hinek bihatana Farqînê, dihatin mala me. Kesên mîna Mele Cafer, Seydayê Gurdilî, Seydayê Dilbirîn, Mele Evdilayê Timoqî (Xerzî) û hwd. Hemû jî zanyar, şair û dengbêj bûn û hemû jî bi helbest û jîyana rûmetên mîna Seydayê Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Şêx Evdirehmanê Axtepe, Sîyapoş, Feqiyê Teyran, Ahmedê Xanî zanîbûn. Ev jî şensek mezin bû ji bo me, lewra me ji wan re xizmetê dikir û ew tiştên ku dihatine axaftin, helbestên ku dihatine gotin, giyana me bi rengên kurdî dixemilandin.

A rastî, ez dixwazim rojek yek bi yek van tiştan hem ji kûrahiya bîra xwe derxînim û binivîsim û hem jî ji devê bavê xwe bahsa wan deman û wan kesan, têkoşîna wê demê, zorî û zahmetiyên wê demê û kurdayetiya wê demê bikim.

Salên min baş nayêne bîra min, lê ez bawer im 9-10 salî bûm. Di navbera salên 1975 û 76an de bû. Rojek ji malê derketim ber bi çarşiya Farqînê vê diçûm. Hema çewa gihîştime ber dikana Êhsanê Seetçî (piştre ji aliyê hîzbîkontra ve hat kuştin), min dî Ehsan bi dengê bilind dibêje yekî; “Aha vaye ev kurê şêx e” Min fam kir ku ji bo min dibêje, lê ji kî re dibêje, ew mirovê telaşî dirêj, xwedî rûyekî spî û dirêj û bi şalwar kî bû, nizanibûm. Lê hema min dît ku destê xwe bilind kir û bi destan gazî min kir. Ez ber pê ve çûm û min rahişt destê wî û maçî kir û danî ser eniya xwe. Got: “Tu kurê Şêx Mîsbah î”? Min got “Belê apo” “De ka bide pêşiya min û em herin mal” “Baş e apo”

Min neda pêşiyê, li kêlekê bûm û em ber bi mala me ve çûn. Bi rê de car caran min serê xwe bilind dikir û lê dinihêrt, lê heya çavên min digihîştine jor, stuyê min diêşiya, mîna spîndarê bilind, sîng li derve, her du dest li pişt, rû û nêrîneke sert, awirên di bin bruyên ku bûne sîwan ji çavan re de, xof didan, lê pîroziyek û bedewiyek ku bi keserên salan neqişîbûn jî, li ser rûyên wî xuya bû û ew baweriyek xurt dida mirovan. Mîna çiyayek asê bû ku di rojên teng de dikaribû bibe stargehek baş. Belê, gotina rast hat bîra min. Stargeh. Ew stargehek bû bi rastî û pîroziyek jê difûriya û derûdorê hemû di bin bandora xwe de dihişt. Dost neyar, mecbûr diman jê re rêz bigirin. Wê demê ez nikaribûm weha kûr bifikirim û wateyên di kûrahiya bîr û xiyal û çavan de veşarî bibînim, lê tiştek hebû ku min fam dikir, ev kes ne mirovek ji rêzê bû.

Em gihîştin mal. Maliyan çewan em dîtin, xwe dane alî û em derbasî salonê bûn. Bi dengek têr û tije û bi ferman: “Ka ji maliyan re bêje bira dewek cemidî ji min re çêkin” Ez mame ecêb. Ev kî bû weha emir dida. Mal mala şêxan bû û rojê bi dehan kes dihatin û bi rêz û serî pêlkirî û bê deng bûn, lê ev kî bû?!.. “Baş e apo” Ez çûm min tasek dewê cemidî bi rêz dirêjî wî kir. Bi rêz bûm, lewra ne di destê min de bû. Ew deng û ew rawestan, mirov neçarî rêzgirtinê dikir. Dewê xwe vexwar, kevnikek ji berîka şalwarê xwe derxist, dev, rû û simbêlên xwe paqij kirin û li nav çavên min nihêrî, ez dikira baz bidama. “Navê te çi ye!? “Navê min Mahabad e apo” Kenek hat xwe li ser rûyê wî danî. Bi dengek nerm û rû li ken: “Baş e bavê apo, de ka wê kitêba bavê xwe ku xelkê pê dixapîne jî ji min re weyne”. Ji dilêriya wî dengê nerm jî, ez hêrs bûm û min bruyên xwe kirine cot. Ev kî bû, çewa dikaribû wisa bêje ji bo bavê min?.. Ez çûm, min kitêbê anî û dirêjî wî kir. Kitêbê bi baldariyeke mezin da destê xwe û lê nihêrî, serê xwe bilind kir û bi wan awirên tûj ên mîna tîran li nava çavên min nihêrî û car din bi dengê xwe yê fermandaran got: “Kesek din tune ji te pê ve li mal”? Min zanîbû ku li mêrên malê pirs dike. “Na apo, li derve ne” “De baş e. Ka here çarşiyê li bavê xwe bigere û bêjê bila bê mal” Piştî her gotinên wî yên weha bi emir, ez hinek din şaş û mat dimam. Ev kî bû, çewan dikarîbû..?!.

Dikanek me hebû, malê metrê û konfeksiyon bû. Bavê min, li gel şêxîtiyê tucarî jî dikir. Erd îcare dikir, pembû û çiltûk dajot, li gor wê demê halê me pir baş bû.

Ez raste rast çûme dikanê. Bavê min li wir bû û bi hevalekî xwe re li ber dikanê bi damê dilîst. Ez ber pê ve çûm û bi rûyek mîna hevîrtirş û dengek bê dil û şikestî min got: “Bavo” “Ha bavê bavo” “Mêrikek hat malê û pirsa te dike. Ji min re got here gazî bavê xwe bike bira were malê”. Bavê min ji hal û mirûzê min fam kiribû ku ez ne li hev im. “Mêrik kî ye bavê min”? Bavê min tu carî nedigot kurê min, timî ji me re digot bavê min, hîn jî wisa ye. “Nizanim, nas nakim”. Bavê min texmîn kiribû ku kî ye. “Yekî telaşî dirêj e”? “Belê”. “Rûyê wî heye”? “Belê”. “Bi şalwar e”. “Belê”. “Te çû destê wî maçî kir”? Min bê dilê xwe û bi mirûz bersiv da. “Belê” “Na bavê min, mirûzê xwe neke, te baş kiriye, ew seydayê me yê mîllî ye”. Min fam nekiribû ka bavê min dixwaze çi bêje. Me da rê û em ber bi malê ve çûn. Kelekela havînê bû û ji german xewa min dihat. Ji xwêdanê ez şilo pilo bûbûm.

Em çewa gihîştin malê, bavê min çewa çav bi mêvan ket, kenek hat li ser rûyê wî rûnişt, çavên wî ji hev vebûn û biriqîn. Ber bi mêvan ve çû, xwe dirêjî destê wî kir û ber bi devê xwe ve bir. Hey wax li min, ev çi bû. Min tu carî nedîbû bavê min destê yekî maçî kiribe. Lewra her kesî destê bavê min û hin mêvan dihatin destên me jî maçî dikirin, tew di temenê bavê min de jî bûn. “Seyda tu bi ser her du çavên min re hatî”. “Ser û çav her li dinê bin”. “Çawan î, baş î, ma te rêya xwe şaş kir, ev zû ve bû me hev nedîbû”. Hinek kar û barên min hebûn li Farqînê, ji bo wan hatim, tu çawan î”. “Xulamê te me seyda, hema tu baş bî”. Ecêb e, bavê min dibêjê “xulamê te me Seyda” “Seyda, Mahabad ji te xeyîdiye”. “Çima lo”? “Hînî mêvanên mîna te bi rûmet nebûye, qeyî ji ber wê aciz bûye”. Seyda keniya û destê xwe bilind kir û gazî min kir. Ez ber pê ve çûm, bi destê min girt, maçî kir, min da ser çoka xwe û destê xwe di serê min da. Bavê min: “Bavê min, ev Seydayê Mele Evdilayê Timoqî ye, seydayê me ye, em mecbûr in jê re hurmetê bikin”. Seyda: “Estexfîrullah”

Belê min fam kiribû ku ev mirov, mirovek mezin e. Ji xwe ji rawestana wî, dengê wî yê fermandar û awirên wî yên tûj, min dema ew anî mal jî, fam kiribû.

Û ev bû seyek (dersek) ji min re. Neha jî, dema mirovek nû dinasim, li hin pîvanan digerim û dinêrim ka çiqasî bandorê li ser min û derûdora xwe dike, lê mixabin kesên weha pir zêde nînin.

10-07-2006 / Stockholm Mahabad Felat ARDA amida@amidakurd.com