Mesele hemû ev e,mesele,hemû,ev,e

Mesele hemû ev e

A+ A-

Ne car caran, ne hin caran, lê piraniya caran pirsek tê kirin. Ew pirs ne dirûvan diguhere, ne teşeyan diguhere, ne rûpûşekê girêdide, ne jî navekî nû li xwe dike. Ew pirs ji nizanim çend sed sal berê ve hatiye û hîn jî wisa didome.

- Rewşa me çima wisa ye?
- Kurd çima nabin yek?
- Çima kurd bi kurdî naxwînin?
- Çima saziyên me lawaz dimînin?
- Çima edebiyata me li cihê xwe dimîne?
- Çima festîvalên me temaşevanan winda dikin?

Ev hemû pirsek e. Heta ev ne pirs e jî, ev psîkolojiyek e. Psîkolojiya têkçûnê ye. Bi armanca ku vê nexweşiyê belav bikin vê pirsê dipirsin. Di serê mirovan de tevliheviyê, bêhêviyê çêdikin. Bi vî rengî çeper û çarçoveya xebatan dişikînin. Ji bo vê çend hevok li pey hev tên.

Pêşî  dibêje:
- Em ê xebateke gelekî hêja bikin.
Piştî Çend rojan:
- Me xebat bi paş de xist lê em ê di demeke nêzîk de bikin.
Piştî çend rojên din:
- Dê ev xebat teqez bête kirin.
Piştî çend rojên din:
- Dê bête kirin.
Dû re gelek roj derbas nabin:
- Bête kirin baş e.
Hema hema di heman rojê de:
- Bête kirin jî dê tu qîmeta wê tune be.
Piştî heftiyekê:
- Kes nema amadehiyek wisa dike.
Di heman rojê de:
- Dest jê hate berdan.

Ji ber ku ew xebat li ser pişta wan bargiranî ye. Ji meseleya namûsê ketine vî karî. Her roj dua dikin û destê xwe li ber Xwedê vedikin ku rojekê berî rojekê her tişt biqede û ew jî ji vê bela namûsê rizgar bibin. Ne dikarin dest jê berdin û ne jî dixwazin bi pêş ve bibin.

Dibêjin “heke em bi pêş ve bibin jî dê rewşa me ya ferdî neguhere. Nexwe em ê çima hemaliyeke zêdetir bikin?” Bi rastî jî hemaliya vî karî dikin. Lê ji hemaliyê wê ve naçe.

Ji bo hemalî biqede divê bazar hebe. Kok dîsa çû ser aboriyê. Ji xwe em diherin ku Marksê rihdirêj derdikeve pêşiya me.

Hevalên me bazarê qebûl nakin. Bazar karê kapîtalîzmê ye. Lê qebûl dikin ku aborî bingeha her tiştî ye. Dîsa jî nizanin û nikarin tiştekî li şûna bazara kapîtalîst deynin.

Li bakûr tunebûna aboriya kurdên welatparêz ziman xitimandiye û tunebûna ziman jî tunebûna kurdan tîne.
Mesele hemû eve e.


Gotinên miftehî :