1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. MIROV JI K’Ê BAWER BIKE?
MIROV JI K’Ê BAWER BIKE?,mirov,ji,k,ê,bawer,bike

MIROV JI K’Ê BAWER BIKE?

A+ A-

Li şûna r’êplîkê!

…Bala xwe bidinê û matma nebin!

Wezîrê p’arastinê yê Dewletên Yekbûyî yn Aamîrîkayê (DYA) Êşton K’artêr di Komîteya Hêzên Çekdar a Sênatoyê da gotye, ku ew (ango, DYA!) minetdarê k’urdên Sûrîyê ne!

Ji vê daxwîyanîyê jî bîna wê bêdadîyê tê, ya ku bi dîrokî li hemberê gelê k’urd pêk hatye: dîsa “k’urdên Sûrîyayê”! – Dîsa me parçe dikin. Balk’êş e, gelo evana kesayetî û mirovbûna xwe li k’u jibîrkirine?

Yan ev mirovana wek ku hene, wisa jî in,! Ew mirovne wisan in, û cîhan jî neç’ar e, wan hema wisa jî bip’ejirîne?

Ê, çi ji destê cîhanê r’eben tê, ku tiştekî ji wan r’a bibêje, an vana nep’ejirîne?

T’enê daxwazîyek ji cîhanê heye – ku ew jî mîna vana xwe û wijdanê, xwe û dadwerîya xwe di berîkên xwe da winda nekin!

Gelo çima ew naxwazin temûl bikin, ku ew minetdarên gelê k’urd in? Ma ne, di xwezayê da “k’urdên Sûrîyayê”, “k’urdên Tirkîyayê”, “k’urdên Îranê”, “k’urdên Îraqê” nînin”, gelê kurd heye, k’urdên K’urdistanê hene!

Eger DYA û t’aevahîya cîhanê minetdar in, wê demê ew minetdarên t’evahîya gelê k’urd in! Lewra ku, ew gelê k’urd e, ku bi hemû hêzên xwe va, bi fedek’arîya xwe va ji bo ku cîhanê ji gefên DAÎŞ-ê bip’arêze, hîç tiştekî xwe jî nahêvşîne – ne dot û lawên xwe yên here hêja, ne talî tengîyan!

Dibe ku, lewra jî heman cîhan û, di sêrî da jî, DYA, wisa bi hêsane ç’avên xwe li ser t’evkujîya gelê k’urd digire, ya ku r’êjîma faşîst a AKP-ê di

Bakûrê K’uridistanê da pêk tine?

DYA ji bo berjewendîyên xwe dijminatîyê bi Îranê ra dajon, û hezar sideman diger’in û “dibînin”, ku bikaribin di ser wê da her’in, lê dema, r’oj t’une, ku di vê dewletê da k’urdekê/î darda nekin, wek ku gelê me dibêje, şiva kiran li ç’avên wan k’etye, û ew bêdeng in!

Ev jî pîvana “dadmendî” û “biwijdanîya” vana ye.

Û ya dinê jî: ji hêlekê va Êşton Kartêr dibêje, ku ew (DYA) minetdarên k’urdên Sûrîyayê ne, lê ji hêla dinê va r’ayedarên wan ên dîplomasîyê dibêjin, ku ew dijî mafên xweserîyê yên k’urdên Sûrîyayê ne!

Mirov evê çawa têbigiîje?

Mirov ji vê r’a çi bibîje?

Hîç!..

Ya sereke ew e, ku em, wek net’ew, xwe bi xiyalan têr nekin!

Eger îro Erdoxan wisa ji xwe bawer li ber ç’avên t’evahîya cîhanê t’evkujîya gelê k’urd di Bakûrê K’urdistanê da pêk tine, gund û bajarên me wêran dike, ma, gelo dê bikaribûya bêyî erêkirina van mirovana ev kirên dijmirovî pêk banyana?

Helbet na!..

Van dewletên gewre yên dagerker ji bo berjewendîyên xwe yên r’ojane ev cîhan t’evî hev kirine, gelê sivîl ji ber van şer’ên wan (belê, belê, ev şer’ ên wan in!) p’enaber bûye, naha jî r’ayedarên van dewletana, ji bo ku r’ê li pêşîya p’enaberan bigirin û nehêlin, ew biher’ikan welatên wan, gelê k’urd dikin qurban, her t’enê Erdoxan wan p’enaberan li bal xwe r’awestîne!

Û Erdoxan jî, wek wan pêşîyên xwe yên fêlbaz, van “aqilbendan” dide bawerkirin, ku ewê vê daxweza wana pêk bîne û evana jî, ji wî bawer dikin, ne bes e, hela ser da jî, ji bo vê soza bi mîlîardan dollaran didin wî!

Ma mirov çawa ji van mirovan bawer bike?

A, eger em wek net’ew dixwazin xwe ji bindestîyê, bêmafîyê û t’evkujîyan r’izgar bikin, divê van hemûyan li ber ç’avan bigirin, û hêvîya xwe t’enê bidin ser hêza xwe ya net’ewî, û hêza me jî di yekîtîya me ya net’ewî da ye!..

Wekî dinê?

Wekî dine, va ew daxwîyanîya Êşton Kartêr, bixwînin û bi xwe jî binirxînin û mak bikin!

Gotin a we ye!

http://ku.hawarnews.com/carter-em-minedaren-kurden-suriyeye-ne/#prettyPhoto

19. 03. 2016.

Ezîz ê Cewo


Gotinên miftehî :