1. Tekst

  2. Gotar

  3. Necîbe Qeredaxî
  4. Modela Çareseriya Demokratîk
Modela Çareseriya Demokratîk,modela,çareseriya,demokratîk

Modela Çareseriya Demokratîk

A+ A-

Berî 6 salan li Rojhilata Navîn, li Tûnisê çirûska yekemîn a serhildana gelan pêket û bi “bihara Erebî” deng veda lê nebû bihara Gelan. Ev serhildan, bi destwerdanên derveyî û herêmî re rû bi rû ma û veguherî dojeha gelan. Destwerdana Tirkiye, Qeter, Erebistana Siûdî û Îranê û di asta navneteweyî de jî şerê hegemoniya Emerîka û Rûsyayê herêm û bi taybet jî Sûriye vegûherand gola xwînê. Bi avêtina zara DAIŞ´ê re agirê şer gurr kirin. Mîna tê gotin, bi “Qanûna Teksasê” ti pîvanên navneteweyî û konvansyonên gerdûnî di van şeran de bi toz û domanên bombe û çekên giran re teqandin û bi asîman ve birin. Bi kurtasî sala 2016´an sala herî zêde tijî hovîtî bû.

Lê ji bo Kurdan, dema mirov li ber salên bihurî bigire, tablo cûda bû, tevî ku Kurdistan deverêke wisa bû ku herî zêde ji van şeran zirar lê bûye. Lê qet negihişt asta ku Civakên din yên Sûriye, Yemen û deverên din bi wan re rû bi rû man. Ji ber ku Kurdan hem bingeha şoreşê ji berê de amadekiribû û hem jî projeya wan ji bo niha û paşerojê hebû û hîna hene. Rastî ew e ku tevgera azadiya gelê Kurd berî çend salan tesbît kir ku “bûyerên li Sûriyê wê diyarker bin di paşeroja herêmê de”, û ev ne tesbîteke ji rêzê bû. Piştî 6 salan dewlet û hêzên herî zêde ji bo perçiqandina Gelê Kurd hesab li ser DAIŞ´ê kiribûn, niha gav bi gav encamên siyaseta xwe bi sosret û sosirmetan dibînin, û li aliyê din jî gelê Kurd ne tenê nekete nava hesabên teng û şaş, ne tenê li civaka xwe fikirî, lê bi projeyên dîrokî bi destketiyên girîng ji vê pêvajoyê wî derdikeve.

Kurdan li Rojava pêşegiyeke bi hêza xwe û bi xwe bawer kir; hem ji bo têkbirina DAIŞ´ê û hem jî ji her kesî re gotin, ew xwedî projeya alternatîf in. Kurdan di şoreşa Rojava de bi gelên din yê herêmê re bi hev re bi taybet jî piştî operasyonên paqijkirina Minbic, Şedadî, Şehba û derdora Reqayê ji DAIŞ´ê heta niha, li aliyê din jî bi gelên van herêman û li Rojava jî van destketiyên xwe gihadin qonaxeke nû. Piştî Meclîsa damezirandina federaliya demokratîk a Bakurê Sûriye û Rojava ku modela sîstem û jiyana nû ya siyasî û civakî di 16´ê Adara 2016´an de ragihand di dawiya sala 2016´an de jî ev proje û modêl firehtir kir. Meclîsê pitşî 3 rojan nîqaşa sistemeke Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ragihand. Ev sîstem wê bibe modela alternatîf ji bo hemû Sûriyê, vê modêlê wê zêdetir destê Rojavayê Kurdistanê û asoya wê ya pêşiya civakên li herêmê veke û zêdetir jî bersivê bide hêviya hemû civakê.

Ev sistema”Federaliya Demokratîk ya Bakurê Sûriyê” mîna ku li belavoka encamê de hat ragihandin, federaliyeke ne li ser bingeha komeke etnîk e, lê sistemeke li ser bingeha cografî ye û bersiva dide pêdiviya demokrasiya gelan. Ev sîstem wê bibe destpêkek ji bo dawîanîna li şer û pevçûnên ku dewlet û hêzên navneteweyî ev sed sal in li ser bingeha nakokiyên etnîk, neteweyî, mezhebî û olî di nava pêkhateyên herêmê de gurr û sor dikin.

Kantonên Rojava di nava 6 salan de îspat kirin ku hem di warê serbazî û siyasî  de û hem jî ruxmê ambargoya ji aliyê Tirkiye, Rejîma Esed, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di warê aborî de dikare hem li ber xwe bide û  hem jî xwe ava bike. Di cewherê wan hemûyan de jî û ji hemûyan jî girîngtir di modêla jiyana azad de û di warê civakî de ji bo hemû jinên cîhanê bûye modêleke nû.

Mîna di 6 salên bihurî de hat dîtin, Şoreşa Rojava hem piştevan û hem jî dijberên wê jî ne kêm bûn. Ev gava dîrokî yekser bi nêrînên ligel û dijber hat pêşwazîkirin. Ez ê li ser nêrînên ligel nesekinim ji ber ku herî zêde gelan bi xwe destek da, ji ber ku ev model ji bo wan e, lê weke her carê, dijberê vê modêlê ne tenê ji dagirkerên Kurdistanê derdikevin, lê ji hin aliyên Kurd ên weke PDK û aliyên girêdayî wê li Rojava jî peyde dibin. Îdaya ku li Rojava dev ji Kurd û Kurdistanê hatiye berdan ji bo wan yek alî ye; serê xwe neêşînin bi naveroka vê projeyê re û hewl nadin wê fêm bikin. Ji xwe napirsin di bin dirûşmeyên Kurd û Kurdistanê de ruxmê derfetên mezin û dewlemendiyên sererd û binerd, lê civaka Başûr anîn ber teqînê û ne tenê petrol, lê bîrên petrolê firotin dagirkerên Kurdistanê. Ji bo wê jî divê matmayî nemînin yên heya niha ji Esed, Erdogan û Rûhanî zêdetir dijîtiya Şoreşê kirî, ji niha û şûn ve jî nayê texmînkirin ku li çepikan bixin ji bo vê gava dîrokî. Ya girîng ew e ku ji wan re were gotin, ev modela xwe birêvebirinê li ser bingeha hêza Civakê wê ji bo Başûrê Kurdistanê jî modeleke îdeal be nexasim jî ji bo Êzîdiyên Şengalê. Lê li şûna nîqaş û liberçav girtina pêdiviyên civakê, ew li ser bingeheke teng siyasetê bikin, ev ê bike ku derfeta dîrokî ji destê Kurdan bi giştî biçe.

Siyaseta vê demê gelek girîng e, nexasim ji bo herêmên ku xwedî çand, ol û taybetmendiyên cûda ne û berê bi înkar û qirkirinê re rû bi rû mane. Hevseroka konseya rêveber a KCK´ê Besê Hozat dibêje "Li Şengalê divê statûyek ji bo Êzîdiyan hebe, PKK´ê pêşî li qirkirina Êzîdiyan girt. Musûl hîna jî di destê DAIŞ´ê de ye û ev Şengalê jî elaqedar dike. Divê hêzeke wan a parastinê hebe, hem YBŞ û hem pêşmerge hene û divê hêzeke hevbeş ava bibe. Meclîsa şengalê heye û hem jî hin hêzên din jî hene lê divê rêvebiriyeke hevbeş ava bibe û ev hemû li ser binegehe rêveberiyeke xweser û bi ser federaliya Başûrê Kurdistanê  be. Êzîdiyan ev nêrîna xwe di hevdîtinên dawî de ji Emerîkiyan re jî gotiye. Ev statû wê Başûr bi hêz bike û pirsgirêk jî wiha çareser dibin, lê PDK dibêjê statû ji bo Êzîdiyan nabe û dixwaze bi qanûnên li Dihok û Hewlêrê hene, Şengalê jî bi rê ve bibe. Derdê me ne desthilatdariya li Şangalê ye, erka me exlaqî û wijdanî ye û armanca me alîkarîdayîna Êzîdiyên Şengalê ye ku xwe bi rengekî xweser bi rê ve bibin”. Pirs ew e, gelo çareseriyeke ji vê maqûltir heye?


Gotinên miftehî :