1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Muhafezekarî kurdî pêşve nabe
Muhafezekarî kurdî pêşve nabe,muhafezekarî,kurdî,pêşve,nabe

Muhafezekarî kurdî pêşve nabe

A+ A-

Muhafezekarî xwe di zimên de jî nîşan dide. Lê ne muhafezekariyeke pêşverû ye. Bêhtir xwe bi hevokên “Ev gotineke navnetewî ye, hemû dinya bi kar tîne, ne pêwist e em kurdiya wê bi kar bînin, an jî biafirînin.” Xwediyên vê dîtinê, her çi hîkmet be, dema gotineke tirkî dibînin, bê rawestan li şûna wê gotinekê diafirînin. Piraniya caran jî gotineke eletewş e.

Ev muhafezekarî di tirkî de jî heye. Jixwe tirkî tijî gotinên biyanî ye û bûye bûka biyanî. Lê sînorên kurdî û sînorên tirkî ne wekî hev in.  Tirkî ji sedema zimanê Osmanî çûye sînorên mirinê. Her wiha gelekî ku ji afirandêriyê dûr be, zimanê wî gelî jî ji afirandêriyê dûr dimîne. Evcar çima yên dî radibin me dixin nav heman nexweşiyê, ez fam nakim.

Sînorên me fireh in. Kurdîzanên me neafirînin jî gundiyên me her roj diafirînin. Yên ku ji gundan qetiyane û nebûne bajarî di nav vê nexweşiyê de dihelin û diherin.

Bi vê mijarê re têkildar, hin mînakên teknîk divê ez bînim ziman. Gotina “Dosya” gelo çima li kurdî nehatiye wergerandin? Bersiv dibe “Her kes dizane dosya çi ye, wisa rûniştiye, êdî mirov nikare biguhere.”

Hejmara gotin û ditînên bi vî rengî gelek in. Bi hezaran e. Lê di zimanê teknîkê de me ev muhafezekarî nekir. Ji bo vê çend mînakên balkêş:

Hin caran di komputerê de paceyek vedibe. Navê wê (Preferences=Seçenekler) e. Di vê paceyê de ji mirov dixwaze ku mirov ji wan tiştan yekê an jî çend heban hilbijêre. Ji gotina hilbijartin, vebijartin, hilbijêre, vebijêre gotinek hatiye afirandin. Vebijêrk. Îro bi dehan bernameyên komputerê êdî wisa bi kar tîne. Di ferhenga Kurdî-Tirkî (Amadekar Zana Farqînî) de “Vebijark” heye, lê ew gotin çewt e. Ez ne kurdînas im, lê kurdînas çêtir dizanin.

Dema mirov dikeve înternetê, ku mirov malperek vekir, tê hişê mirov ku dibe careke din pêwist bibe û navê wê neyê bîra mirov. Ji bo vê yekê bernamenûsan li jor pêşekek çêkirine ku navê wê “Favorite” ye. Li gor muhafezekaran diviya ew gotin jî wisa bima. Lewra dihate nasîn. Lê ji gotina hilbijartin, hilbijêre, bibijêre, vebijêre dîsa gotina “Bijare” hatiye afirandin. Ev afirandin ne nû ye, li nav gundan heye: “Sêvên te bijare ne.”

Li şûna gotina “Menu” gotina “Pêşek” tê bikaranîn.
Her wisa, dema mirov di bernameya nivîsê de dinivîse, li cihê ku mirov nivîsê dinivîse timî xêzek reş heye ku xuya dibe û winda dibe. Bi tirkî jê re “îmleç” tê gotin. Bi kurdî li şûna wê “nîşanek” hatiye bikaranîn û hîn jî bernameyên ku nû bi kurdî derdikevin wisa bi kar tînin.

Her malperek xwediyê rûyekî cuda ye. Ji rûyê malperan re bi îngilîzî “Theme” tê gotin. Bi tirkî “tema.” Bi kurdî li şûna wê di bernameyekê de “rûerd” hate bikaranîn, lê dû re bi nîqaşan “dirb” kete şûna wê û niha hemû bernameyên kevin û nû vê gotinê bi kar tînin. “Dirbekî hilbijêre, dirbekî daxe, dirbê malpera xwe bipergalîne, dirbê malperê tomar bike.”

Her wisa dîmender=ekran, database=veri tabanı=danegir, server=pêşkêşker, kopy=ji ber bigire, installation=sazkirin, update=rojanekirin…

Gotina “metin kutusu” bi kurdî dibe “zeviya deqê.” Ji ber ku ew dera ku mirov nivîsê lê dinivîse, erda nivîsê ye, ango zevî ye. Gotina “Zeviya Deqê.” Lê car caran ew wekî “Zeviya Nivîsê” jî tê wergerandin.
Di nivîseke din de ez ê vegerim ser hin gotinên ku tên nîqaşkirin. Her wiha hin gotin hene ku divê kurdînas alîkariya me bikin. Heta hejmara duyemîn a Kovara Pc Kurd divê bi alîkariya kurdîzanan komputergeriya kurdî xwe ji vê mijê rizgar bike.