1. Tekst

  2. Nivîsên Wêjeyî

  3. M. Çiya Mazî
  4. Mîr û Padîşah Silêman Baban
Mîr û Padîşah Silêman Baban,mîr,û,padîşah,silêman,baban

Mîr û Padîşah Silêman Baban

A+ A-

(Ji Bo Zarok û Ciwanan)

Mîr û Padîşah Silêman Baban

Gelî birayên delal; îro jî min dît ku ez li Çiyayên Zagrosê yê sar û bi seqem, di nava eşîrekê de me. Sal 1806 bû. Navê eşîrê, ‘Baban’ bû. Ehlê wê ji min re wisa digotin “ev mîrekiya bi navê Baban dused sal e ku li ser piyan e. Ew jî dewleta me ye, lê ji derve carinan bi Osmaniyan ve girêdayî ye û carinan jî wekî serbixwe li ser piyan maye.” Ji salên 1600’î û vir ve her di şer û pevçûnan de bûne.

Mîr-Padîşahekî wan Silêman Baban di dewra xwe de pir xwestiye ku Kurdistaneke serbixwe ava bike û xebat kiriye li gor digotin. Mîrekî din, bi navê Mîr Bekir jî li ser doşeka mirinê wisa gotiye û gotina wî berbelav e li nava vê eşîrê; “heke hinek serxwebûnê pêk bînin, ezê li dinyaya wî alî jî kêfxweş bibim.”

Digotin Mîrekiya Baban berî peyman û lihevkirina Qesra Şêrîn jî hebûye. Di dema xwe ya herî fireh de; ji bajarê ku navê xwe ji navê mîr girtiye, ji Silêmaniyê heta Kerkûk, Hemedan, Koysancak, Qesra Şîrin û Zehew’ê di nav sînorên xwe de dihewand. Hinekan jî digotin ‘Împeratoriya Baban’, ji ber mezinahiya wê.

Di vê demê de, ew dema ku qal dikim dema xewnê; navê hinek şairan jî gelekî bilêv dibû wekî; Elî Berdeşanî, Nalî, Kurdî û Salîm. Gelek Mîran dixwestin xweşiyê mayinde bikin, lê Osmanî û Îranî her bi ser wan de dihatin. Dîsa şerekî giran hebû min didît. Serokê vê eşîrê û giregirên wê li bajarê jêrê Mezopotamya, li Silêmaniyê bûn. Silêmaniyê bajarakî navenda vê herêmê bû, mîrekiya kurd, gelek deverên ku kurd lê dijiyan xistibû destê xwe.

Ahaliyên wê, qala fen û fûtên xwe jî dikirin; ku Osmaniyan êrişî wan dikir xwe nêzî Îraniyan dikir, lê belê ku metirsî diqediya îjar wan jî xwe ji Îraniyan diqetandin û heta êrişî artêjên Îranê jî dikirin. Ji ber wê yekê jî konebûna wan derdora wan ditirsand. Împeratoriya Osmaniyan ji ber wan, ketibû tev, fêm kiribûn ku ew jî ne bi fen û fûtan be nikarin bi vê eşîrê. Bi vê ramanê birayê Baban, Ebdurrehman Paşa xistin dafikê û qanih kirin. Navê vî birayî Xalit Paşa bû, li gor dihat gotin, wî alî Osmaniyan kir û eşîra wan têk çû. Lê lawê Evdirrehman paşa Ehmet Paşa şeş salên din dîsa serî hilda û heta Bexdayê bi dest xwe xist. Gelek salan hukumdarî kir. Ev bû dawiya xewna min jî.