1. Tekst

  2. Gotar

  3. Zana Farqînî
  4. Nûbar, nûbihar, nûbehar kîjan?
Nûbar, nûbihar, nûbehar kîjan?,Nûbar,,nûbihar,,nûbehar,kîjan?

Nûbar, nûbihar, nûbehar kîjan?

A+ A-

Berhema Ehmedê Xanî, ku ew ferhengeke helbestkî ye û di sala 1683’yan de bi wezna arûzê hatiye nivîsandin, bi navên wekî “Nûbar”, “Nûbihar” û “Nûbehar” derdikeve ber me ku mirov ji xwe re diheyire bê ka navê wê yê rast kîjan e. Ji lew re divê mirov bipirse; gelo sedema vê yekê çi ye, çira navên wê ji hev cuda ne, ev yek ji çi diqewime  û hwd.

Jixwe mebest û alaza min bi xwe jî ew e ku ez karibim bersiva van pirsan bibînim û xwe bigihînim esehiya navê rast û bera yê berhemê. Piştî hin lêkolîn û pirsan ez gihîştim encamê ku ev tevliheviya navan ne ji tîpguhêziyê ango ji latînîkirinê tenê diqewime. Hem di nusxeyên ji hev cuda yên bi tîpên erebî de hem jî di çapên cuda yên bi tîpên kurdî yên latînî de, ev rewşa tevlihev a navê berhemê heye. Bi min wisan dixuye ku di her du rewşan de jî, dest li eslê wê hatiye gerandin, yanê mudaxele lê hatiye kirin.

Ji ber ku mebesta min ne nirxandina berhemê ye, lewma ez ê pêşî hewl bidim ku cudahiyên navê vê berhema Xanî nîşan bidim, ku ew di dem û cihê cuda de hatiye çapkirin. Li hêla din jî, ez ê lê bixebitim ku navê wê yê rast derxim holê. Serê pêşîn hewce pê dibînim ku bi nîşandana çend navên cihê yên berhemê ku bi alfabeya kurdî ya latînî çap bûne, bi mijara xwe de herim.

Di serî de ez ji xebata birêz Zeynelabidîn Zinar dest pê bikim. Ji ber ku di pêşgotina wî de agahiyeke girîng û balkêş heye. Ew di pêşgotina “Nûbar”ê de, ku ev nusxe di sala 1992’yan de li Stenbolê ji aliyê “Firat Yayinlari” ve hatiye çapkirin, wiha dibêje: “Lê çapkirina NÛBAR’a Ehmedê Xanî bi tîpên latênî, cara pêşîn min ew li Stockholmê ji tîpên erebî wergerande tîpên latênî û di 1986’an de li cem Roja Nû da çapkirin.” 1  Birêz Zinar gotina “Nûbar”ê hem di pêşgotina xwe de bi kar aniye hem jî wek nav ew li berhemê kiriye. Lê belê ev nav di malika ku navê daner û yê berhemê dibihure de, wek “Nûbihara Biçûkan” derbas dibe:

Vêk êxistin Ehmedê Xanî
Navê Nûbihara Biçûkan lê danî
2

Her wiha di çapa Weþanxaneya Lîsê de jî ku bi navê “Ehmedê Xanî, Hemû Berhem” hatiye weşandin, îcar hem navê berhemê “Nûbar” e hem jî di heman malikê de wekî “Nûbara Biçûkan” e, ku dîsan “tîpguhêziya ji tîpên erebî bo tîpên latînî Zeynelabidîn Zinar” bi xwe kiriye. Em heman malika nimûneyî derpêş bikin:

Vêk êxistin Ehmedê Xanî
Navê Nûbara Biçûkan lê danî3

Li vir divê mirov pirsekê bike, çima hem “Nûbar” hem jî “Nûbihar”, sedema vê nakokiyê çi ye? Birêz Zinar di pêşgotina xwe de, ya ji bo çapa Weşanên Lîsê ku ew heman pêşgotina çapa “Firat Yayinlari” ye jî, ji bo vê guherînê tu daxuyaniyek nekiriye an jî nehatiye kirin. Lê Zinar di her du pêşgotinan de jî aşkera dike ku wî ji bo xebata xwe nusxeya 1906’an a Stenbolê û ya Albert von le Coq a 1903’yan a ku li Almanyayê çap bûye, wek bingeh girtine.

Em niha ji bo xebata hêja Zeynelabidîn Zinar, qîma xwe bi van gotinan tenê bînin û bala xwe berdin ser xebata birêz Kadrî Yildirim. Mamoste Kadrî Yildirim bi tirkî, bi navê “Nûbehara Biçûkan, Ehmedê Xanî Kulliyati” xebateke xweş û hêja kiriye û ev xebat jî ji nav Weşanên Avesta derketiye. Wekî ji nav jî dixuye, navê berhemê mîna “Nûbehara Biçûkan” hatiye nivîsandin.

Birêz Yildirim di pêşgotina xwe de dide diyarkirin ku wî ji bo xebata xwe nusxeya Stenbolê ya 1906’an û ya ku ji hêla Mele Mihemmedê Wanî ve di sala 1887’an de hatiye nivîsandin û di sala 1903’yan de li Almanyayê hatiye çapkirin, dane ber hev û piştre jî tercîha xwe li ser a Ehmedê Qoxî kiriye ku ev nusxe jî di 2004’an de li Stenbolê ji hêla “Îhsan Yayinlari” ve hatiye weşandin. Di xebata Mamoste Kadrî de, malika ku navê berhemê dibihure wiha ye:
 
Vêk êxistin Ehmedê Xanî
Navê Nûbehara Biçûkan lê dan4

Divê bê gotin ku birêz Kadrî Yildirim di gelek cihên xebata xwe ya navborî de ku ew xebateke analîz û şîroveyî ya bi tirkî ye, malika li jorê her bi vî awayî dide.

Tiştekî berbiçav û xuya li vir heye ku ji bilî nusxeya Ehmedê Qoxî, nusxeyên ku her du nivîskaran jî ew ji xwe re kirine palpişt û xwe spartine wan, eynî ne. Lê dîsan jî der barê navê berhemê de, nakokî û lihevnekirinek di navbera van her du nivîskarên me de heye. Gelo ev rewşa hanê ji tercîha nivîskar, amadekar û edîtoran diqewime yan ji nusxeyan an jî ji nusxeya Ehmedê Qoxî bi xwe?

Tiştê rast û rasteqîne ev e em dikarin bibêjin ku li holê ji bo vê berhema Xanî navên cuda hene. Li gorî lêkolîn û lêpirsîna ku min kirî, ez bi xwe jî rastî navên cuda hatim. Li gorî agahiyên ku min ji Mele Huseyn standin, ku ew bi xwe jî ji bo Weþanên Nûbiharê amadekariya çapeke nû ya “Nûbara Biçûkan” dike, navê nusxeya Mele Ebdulselam Nacî Cizîrî “Nûbihar” e, ya çapa Stenbolê (1332/koçî) “Nûbehar” û “Nûbihara Biçûkan” e. Navê vê berhemê îcar li cem Yûsuf Ziyaeddîn Paşa “Nûbara Biçûkan” e û hwd. Her wiha min navê berhemê ji kesên derçûyên medreseyê jî pirsî û min dît ku agahiyên ew didin jî hev nagirin. Wekî tê dîtin bi rastî, ji aliyê navê berhemê ve tevlihevî û lihevnekirinek heye. Li hêla din, tiştê ku ez jê agahdar im, eslê berhemê, ya ku ji destnivîsa (destxeta) Xanî bi xwe ye, li rastê nîn e. Ji bilî destxetan, çapên çapxaneyê (metbaayê) jî gelek in û di navbera wan de jî nakokî û mixrikî hene. Ji lew re hewcedarî bi lêgerîn û lêkolîneke taybet a giştî ya li ser berhemê bi xwe heye û divê ku li ser wan hevberiyeke zanistî bê kirin da ku navê rast û durist derkeve holê.
 
Di pey van çend gotinan de em dîsan vegerin ser berhema ku mijar û dabaşa me li serê ye. Ji ber ku destpêka wê, ya ku terkîba “Nûbara Biçûkan”, “Nûbihara Biçûkan” an jî “Nûbehara Biçûkan” tê de derbas dibe, bi awayê helbesta serbest lê bi beşavend (rêzbend, qafiye) hatiye amadekirin, bi qasî ku ez jê agahdar im, mirov nikare ji aliyê ilmê arûzê ve bigihîje encamekê. A rast, ev karê pisporên edebiyata dîwanê ye ku divê ji aliyê kêşa pêlawaz ve, bi kurtî ji aliyê kêşa arûzê ve li serê rawestin û cihê vê cure helbestê diyar bikin. Bi ya min, eger helbest ne serbest lê xwedî kêşeke saz ango bipîvan bûya, wê gavê ketin û guherîna dengan, lêzêdebûna kîte û her wekî din, belim ji aliyê ilmê arûzê ve bikaribûya bihata tespîtkirin.

Digel vî qasî, ji bo ku mebesta me baştir bê fehmkirin, pêdivî pê dibînim ku ez beşekê ji destpêka Nûbarê (Nûbiharê/Nûbeharê) veguhêzim vir û kîteya her rêzikê di nav kevanê de li paşiya wê binivîsim.
 
Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm (9)
Mebdeê  her ‘ilmekî navê ‘Elîm (11)

Hemd û sena û şukranî (8)
Ji bo wî xaliqê rehmanî (9)

Ku fesahet û beyan daye lîsanî (12)
Lîsan daye însanî (7)

Hindî selawat in hemî (8)
Li Resûlê me yê ummî (8)

Ku bûne peyrewê di wî (8)
‘Ereb û Ecem û Kurmanc û Romî (11)

Ji paş hemd û selawatan (8)
Ev çend kelîme ne ji luxatan (10)

Vêk êxistin Ehmedê Xanî (9)
Navê “Nûbara Biçûkan” lê danî (11)5

Min ev jêgiran ji çapa Weşanên Lîsê girt û veguhast vir ku tê de dixuye kîteyên malikan jî hev nagirin. Li aliyê din, di navbera vê û xebata navborî ya birêz Kadrî Yildirim de jî, ji bilî nivîsîna navê berhemê, hem hejmara kîteyan hev nagirin hem jî hin ferq û cudahî jî hene. Ji bo nîşandan û amajepêkirina vê yekê (ya nîşandana hejmara kîteyan di nav kevanê de û cudahiya peyvan) ez heman beşê ji xebata birêz Yildirim jî bidim.

Bismillahirrehmanirrehîm (9)
Mebdeê her ‘îlmekî navê ‘Elîm (11)

Hemd û sena û şukran -i (8)
Ji bo wî Xaliqê Rehman-i (9)

Ku fesahet daye lîsan-i (9)
Lîsan daye însan-i (7)

Hindî selawatan hemî (8)
Li Resûlê me yê ummî (8)

Ku bûne peyrewê di wî (8)
Ereb û ecem û kurmanc û romî (11)

Ji paş hemd û selawatan (8)
Ev çend kelîme ne ji luxatan (10)

Vêk êxistin Ehmedê Xanî (9)
Navê Nûbara Biçûkan lê danî (11)6

Ji bo ku mijar hîn bêhtir ron û zelaltir bibe, ez ê pêşî nimûneyan ji ya birêz Zeynelabidîn Zinar (bi Z’yê) û paşê jî, ji nusxeya birêz Kadrî Yildirim (bi K’yê) bidim û wan cudahiyan bi nivîsa reş diyar bikim:

Ku fesahet û beyan daye lîsanî
Lîsan daye însanî (Z)

Ku fesahet daye lîsanî
Lîsan daye însanî (K)

Hindî selawat in hemî
Li Resûlê me yê ummî (Z)

Hindî selawatan hemî
Li Resûlê me yê ummî (K)

Di ya birêz Zinar de peyva “beyan” heye ku di ya birêz Yildirim de nîn e, her wiha di ya Zinar de rêzika “Hindî selawat in hemî” di ya Yildirim de wek “Hindî selawatan hemî” derbas dibe. Nexwe, li gorî kîte û pîvanê wisan xuya dibe ku em ê nikaribin gotineke misoger (qethî) bibêjin, çendî ji aliyê ilmê arûzê ve ez ne xwedî zanîneke tam bim jî, bi xwe ez gihîştim vê ramanê. Bi ya min dimîne ku tenê em ji aliyê wateya peyvê û devoka Xanî ve nêzikahî li mijarê bikin û xwe bigihînin encamekê..

Berî ku ez ramana xwe ya li ser navê berhemê diyar û aşkera bikim, pêwîstî pê dibînim ku ez careke din jî serî li berhema Xanî bidim, ya ku dabaşa me li serê ye. Ehmedê Xanî di heman berhema xwe de, peyva “nûbihar” jî bi kar aniye, lê ji ber ku beriya wê bêjeya “fesl” heye, ew tê wateya werz û beþ jî. Malika mînak:
 
Di fesla nûbiharê da digel dîlber biçin geştê
Ji ew xweştir ‘umir nabit, li min ew hal qewî xweş tê7

Di her du xebatên Zeynelebidîn Zinar de (çapa ji Weşanên Firatê û ya Weşanên Lîsê) ji bilî rastnivîsê ev malik eynî ne. Îcar di xebata hêja Kadrî Yildirim de, me tespît kir ku “nûbihar” a heman malikê di cihekî de wek “nûbihar” û di cihekî din de jî wekî “nûbehar” derbas dibe. Mînak:

Di fesla nûbeharê da digel dîlber biçin geştê
Ji ew xweştir ‘umur nabit, li min ew hal qewî xweş tê8

Mînaka din jî ev e ku îcar nav wek “nûbihar” tê de derbas dibe:

Di fesla nûbiharê da digel dîlber biçin geştê
Ji ew xweştir ‘umur nabit, li min ew hal qewî xweş tê9

Çendî di navbera her du xebatan de şêweya peyvê (nûbihar, nûbehar) hev negirin jî, em bi hêsanî tê derdixin (ku beriya wê bêje fesl heye) ew di wateya bihara nû de hatiye bikaranîn. Li vir tu îtiraza me li wateya peyvê (nûbiharê) nîn e. Lê îtiraza me ji awayê nivîsîna “nûbihar” û “nûbehar”ê re heye.

Digel vî qasî Ehmedê Xanî di vê berhema xwe de navên werzên salê jî bi kar anîne. Di her du xebatên Zeynelabidin Zinar de ku me li jorê ji wan behs kir û di ya Mamoste Kadrî de jî navê vê werzê wiha dibihure:

Zivistan şîta ye û havîn e seyf
Behar e rebî’ û payîz e xureyf10
 
Lê di her du nusxeyên birêz Zinar de, li gorî ya birêz Yildirim de ferqeke biçûk di heman malikê de heye, ku divê em dêhnê bikişînin ser wê jî.

Zivistan şîta ye û havîn e sseyf
Behar e rebî’ û we payîz xureyf11

Her wiha mamoste Zeynelabidîn Zinar di her du xebatên xwe de jî bi nîşeyekê dide nîşandan ku di çapa Stenbolê de ev malika hanê bi awayê jêrê bûye:

Jivistan şîta û çi havîn e?seyf
Behar e rebî’ û peyîz e xerîf12

Di van malikan de ku me ew wek mînak derpêş kirin, çendî nakokî hebin jî, ji bo me ya girîng hevgirtina şeklê peyva “behar” e ku divê mirov dîsan hinek bi îhtiyat nêzikahî lê bike bê ka gelo dest li wê jî geriyaye yan na?

Me bi awayekî zanebûn ev mînak dan, da ku em bigihîjin rastiya navê berhemê. Ji van nusxeyan diyar bû ku navê werzê jî hev nagire ku bi awayê peyva hevdudanî wek “nûbihar” û “nûbehar” û wek bêjeya sade jî, mîna “behar” derbas dibe.

Li hêla din, me peyîtand ku Ehmedê Xanî di berhema xwe ya bi navê Mem û Zînê de, di çend cihan de peyva “nûbar” jî bi kar aniye. Ji bo vê yekê em serî li du nusxeyên Mem û Zînê bidin û çend jêgiranan ji wan bikin. A pêşîn, a M. Emîn Bozarslan e, ku wî tîpguhêziya wê ya latînî kiriye û her wiha ji aliyê ziman ve jî ew sade kiriye. A din jî nusxeya M. Burhanê Şemrexî ye, ku wî ji tîpên erebî ji bo tîpên kurdî ya latînî tîpguhêziya wê kiriye û ew ji nav Weşanên Lîsê bi navê “Ehmedê Xanî Hemû Berhem” derketiye.

Nûbare ye, tifl e, nûresîd e
Her çend-i nehin qewî guzîde13
 (…)

Nûbar e, eger şîrîn, eger tal
Metbû’e ji rengê new’ê etfal
 …
Ev tifl e eger ne nazenîn e
Nûbar e, bi min qewî şîrîn e14

Niha jî em heman malikên nimûneyî ji pirtûka bi navê “Ehmedê Xanî Hemû Behrem” veguhêzin nivîsa xwe. Lê min divê ez bibêjim ku di navbera van her du xebatan de jî, hin peyv hev nagirin û cudahî hene. Ji ber ku mijara me ne ev e û ji bo ku em ji dabaşa xwe ya hîmî dûr nekevin û averê nebin, ez ê tenê bi reşkirina wan gotinên ku hev nagirin, qîma xwe bînim.
 
Nûbare ye, tifl e, nûresîd e
Her çend-i nehin qewî guzîde
 (…)
Nûbar e, eger şîrîn, ger tal
Metbû’e ji rengê teb’ê etfal
 (…)
Ev tifl e eger ne nazenîn e
Nûbar e, bi min qewî şîrîn e15

Di van malikên  nimûneyî de xweş diyar û xuya dibe (eger em qebûl bikin ku dest li awayê bêjeyê negeriyaye) ku Xanî bêjeya “nûbar” bi kar aniye.

Piştî van daneyan, ez îcar dixwazim balê bikişînim ser devoka hêla Hekarî û Behdînan ku di wan de bêjeya “ber” wekî “bar” tê bilêvkirin. Ji ber ku bi fikra min peyva “Nûbar” ji “nûbihar” û “nûbeharê” cuda ye û me dît ku nemir Xanî bêjeya “nûbar” ne tenê di ferhenga xwe ya menzûm de her wiha di şahesera xwe “Mem û Zîn” de jî bi kar aniye, ji lew re meyla me bi ser awayê “nûbarê” de diçe.

Lê beriya ku ez gotinên xwe yên dawî bibêjin, ez hez dikim ku li ser wateyên wê û navên cuda yên berhemê rawestim û nirxandinên xwe bikim. Em bi dorê li ser gotinên “nûbar”, “nûbihar” û “nûbehar”ê bisekinin. Ev her sê peyv jî peyvên hevedudanî ne. Em pêşî wan ji hev bikin û piştre jî em yeko yeko li ser wan rawestin û rave bikin:

Nûbar: Ji nû+bar pêk hatiye: Peyva “nû” bi wateya berteng tê mehneya tiştê teze, tiştê ku ne kevn e, herçî “bar” e, di devoka hêla Hekarî û Behdînan de jî “ber” e ku berginda wê ya erebî “semere” û “mehsûl”e û her wiha di kurmancî de bi mehneya mecazî tê wateya cenîn, dol, têjik û her wekî din. Ji bo zelalbûna mijarê çend mînak:
Ji ber çûn: (ji bo jinên ducanî) zarok ji ber çûn, bi mirîtî zarok welidîn
Ji ber xwe kirin: (ji bo jinên ducanî) bi riyên cur bi cur zarok ji ber xwe kirin
Ber avêtin: (Ji bo heywanan) bi mirîtî zayîn, bi mirîtî têjik anîn
Bizin çend berî ye? Bizinê çend caran têjik anîne, çend caran zaye?

Nûbihar: Ev peyva hevedudanî  ji nû + bihar çêbûye: Me behsa peyva nû kir, îcar “bihar” jî navekî ji çar werzên (mewsîmên) salê yek e ku li nîvgilora bakur mehên adar, avrêl (nîsan) û gulanê digire nav xwe. Herçî peyva bihar e, ji aliyê şêweyê ve di zimanê me yê devkî û heta di yê nivîskî de mîna bihar, behar û buhar jî heye ku di farisî de “behar”, di pehlewî de “vehar” û di kurmanckî (zazakî) de jî “wisar” e. Herçî wisar e, ji aliyê fonetîkê ve tê de guherîn pêk hatine: Dengên /v/ û /w/ bi hev û dengên /s/ û /h/ jî bi hev guherîne. Mînak di kurmancî de hejmara “deh” di kirmanckî de “des” e û “masî”ya me jî di farisî de “mahî” ye ku ji van mînakan dixuye ku dengên /h/ û /s/ bi hev diguherin.

Nûbehar: Ji nû + behar hatiye pê ku ev peyva hanê jî em dikarin wek peyva hevedudanî ya “nûbihar”ê hildin dest, ji lew re em hewce bi ravekirina wê nabînin.

Ehmedê Xanî bi nefsbiçûkî navê “nûbar”ê li berhema xwe (Mem û Zîn) kiriye ku ev yek ji wan malikên wî yên jorê, wekî ya “Ev tifl e eger ne nazenîn e/Nûbar e, bi min qewî þîrîn e”,  xweþ diyar e û wî ew nav ne bi wateya rast lê bi awayekî mecazî bi kar aniye. Her wiha ku em ji aliyê semantîk ve jî di terkîba “Nûbara Biçûkan” bifikirin em ê bigihîjin encamekê. Em dizanin ku berhem ji bo perwerdehiya zarokan hatiye amadekirin û berhem bi xwe jî tiştekî destpêkê ye (ku halê hazir em dizanin di kurdî de di warê xwe de ya pêşîn e), ji lew re, bi ya me bêjeyên “nûbihar” û “nûbehar” lê nayên, lê “nûbar” xweştir cihê xwe digire, ango di cih de ye.

Lê Mamoste Kadrî Yildirim di “Sempozyûma Ehmedê Xanî ya Navneteweyî” de ku roja 30/31’ê Pûşpera 2008’an li Amedê pêk hat, got ku ji ber navê paytexta Eyaleta Kurdistanê ya ku ji aliyê Sultan Sencar ve hatibû avakirin “Behar” bûye, wî tercîha xwe li ser peyva “Nûbehar” kiriye. Bi ya me ev tercîheke subjektîf e û ne helwesteke zanistî ye.

Wek encam ez dikarim hizir û ramana xwe bi kurtasî wiha diyar bikim. Yek; nusxe hev nagirin û wisan dixuye ku eslê wê jî (ya Xanî bi xwe)  li ber dest nîn e. Kesên ku transkrîpsiyon û translîterasyona berhemê ji bo alfabeya kurdî ya latînî kirine, gelo çi qas sadiqê nusxeya li ber destê xwe mane û guhartinên ku tê de kirinê jî îcar li gorî kîjan rêbazê kirine, gelo hay û zanyariyeke wan a baş ji ilmê arûzê heye?

Didu; Baba Xanî “nûbar” ne wek sînonîma “nûbihar” an jî “nûbehar”ê lê wî ew ji hev cuda bi kar anîne û ji aliyê wateyê ve jî ji hev gelek cihê ne. Jixwe ji malika “Di fesla nûbiharê da digel dîlber biçin geþtê /Ji ew xweştir ‘umir nabit, li min ew hal qewî xweş tê” û ji beytên wî yên Mem û Zînê xweş xuya û aşkera dibe ku “nûbar” û “nûbihar” ne peyvên hemwate ne. Îcar ji aliyê semantîk ango wateyî ve terkîba “Nûbara Biçûkan” xweştir li berhema ku dabaşa me li serê ye, tê. “Bar” jî, ku halê hazir bi piranî di kurmancî de wekî “ber” tê bilêvkirin û bikaranîn, bi awayê mecazî tê mehneya zarok ku jixwe fîlozof Xanî bi zanebûn gihandin û perwerdekirina zarokan ji bo xwe kiriye mebest û armanc. Xanî sêwirîner e û bi zanebûn dêhn û bala xwe berdaye ser gihandin û hêvotina zarokan ku ew dahatûya me ne. Qest ji “nûbar”ê ew e ku ew “berhemeke nû” ya ji bo zarokan e. Jixwe, li gorî dane û zanyariyên heyî, di kurdî de yê cara pêşîn ji bo zarokan kereseyên (meteryalên) ders û perwerdehiyê amade kirine (Nûbara Biçûkkan û Aqîdeya Îmanê) Ehmedê xanî ye.

Dîsan em bibêjin ku “Nûbara Biçûkan” tê wateya “berhema nû ya zarokan” lê îcar “Nûbihara Biçûkan” jî tê mehneya “bihara nû ya zarokan.” Îcar em jî bipirsin: Bi we, kîjan nav xweştir li armanc û mebesta Xanî digunce?

Zana FARQÎNÎ
2008-06-11

Perawêz:
1- Ehmedê Xanî; Nûbar, Firat Yayinlari, Stenbol 1992, r. 5
2- Ehmedê Xanî; Nûbar, Firat Yayinlari, Stenbol 1992, r. 7  
3- Ehmedê Xanî; Hemû Berhem, Weşanxaneya Lîs, Stenbol 2008, r. 313  
4- Kadri Yildirim; Nûbehara Biçûkan Ehmedê Xanî Külliyati, Weşanên Avesta, Stenbol 2008, r. 13
5- Ehmedê Xanî; Hemû Berhem, Weşanxaneya Lîs, Stenbol 2008, r. 313
6- Kadri Yildirim; Nûbehara Biçûkan Ehmedê Xanî Kulliyati, Weşanên Avesta, Stenbol 2008, r. 153-158
7- Ehmedê Xanî; Nûbar, Firat Yayinlari, Stenbol 1992, r. 32
8- Kadri Yildirim; Nûbehara Biçûkan Ehmedê Xanî Külliyati, Weşanên Avesta, Stenbol 2008, r. 129
9- Kadri Yildirim; berhema navborî, r. 280
10- Kadri Yildirim; berhema navborî, r. 138
11- Ehmedê Xanî; Hemû Berhem, Weşanxaneya Lîs, Stenbol 2008, r. 341 û Ehmedê Xanî; Nûbar, Firat yayinlari, Stenbol, r. 36
12- Bnr, her du berhemên jorê û heman rûpelên wan. 
13- Ehmedê Xanî; Mem û Zîn (Wergêrê tîpên Latînî û kurdiya Xwerû: M. Emîn Bozarslan), Weşanên Deng, Stenbol 2005, r. 188
14- berhema navborî, r. 190
15- Ehmedê Xanî; Hemû Berhem, Weşanxaneya Lîs, Stenbol 2008, r. 50