Nameya ne?andî,Nameya,ne?andî

Nameya ne?andî

A+ A-

Tu çûyî,
Em man.
Emrek e,
Bi gotinekê nayê ziman.
Çend xewn xilas bûn
Stêrk ?emitîn
Çend baran barîn
Çend dil sekinîn...
Zarokên hîngê mezin bûn
simêl badan
Çend bûk bi zaro man
Ev bû çeeend zivistan
Çiqas leyî, ?ewat,
Û çiqas hêsir...
Min ji bîr kir.

Te simêlên teze xwêdayî
Kenên ji nava dil
Biratiyek bê emsal
Û bîst saliya xwe ji min re hî?t.
Tu çûyî
Havîn bû demsal.
tu çûbûyî.
Xatir ji min ne xwest
ne te...ne jî çavên te.
Hîna jî vedi?êrim
Emanetên te
di nav xeyalên hevrî?im de...

kevokên spî
xeberên te tînin
ji welatên jêrê
xeberên xêrê...
me bîhîst;
Te bêriya me kiriye
Êêê ne hêsa ye,
Ji bîr nabin xwî?k û bira
Te pirsiye hal û hewal
Silav ?andiye ji bavo re.

Ser ê me sax be.
Zûda çû wî alî,
bavê me yê kal,
ev bû heft sal.

tu dizanî
pirr ki?and bavê me
derdê dostan
û dijminan.
ne ji bavê xwe têr bû
ne jî ji lawên xwe.
Bavê me yê dilovan.

Pirr ketî bû vê dawiyê.
Heliya bû.
Mêrê mîna qoçal.
Axayê salên feodal
Siyarê hespê boz
Çavbelekê nukul poz
Nebiyê Rostemê Zal,
Mêrê roja teng
Hunermendê merivatiyê
Bavê me yê dilsoz
Dostê dostan
Kelemê çavên dijminan.
Tu jî dizanî
Mîna kilamekî jîya
Le îro tune ye,
bû xeyal
bi hesreta te çû
bavê me yê kal...

Di rojên xwe yên dawî de
Pirr li te difikirî,
Bi ber te diket.
Yek caran,
Bi dilekî ?ewat,
qala te dikir
û digot:

"Tu girtîgehê
   tu tunebûnê
   tu dijminatiyê
   zora min nebir
   bi qansî çûyîna wî,
   çûyîna wî ya bê xatir..."

Û dest bi kilamekî dikir
di ber xwe de ,
Wek axînekê...
" Felekê emaaan,
   xayînê yemaaan
   wek destmêjên devê çeman
   bi çargava diçe zeman.
   hezar xwezil bi wan rojan
   wan rojên xwe?
   li dawiyê man.
   û xeyalên me
        hê jî rehwan..."


Ku silava te hilda
Pirr ?a bû
Dîya min
Meriv qet ji ?abûnan digirî?
Ew giriya,
dîya me ya qehirkê?
Xwarziya pehlewanan
di pazdeh saliya xwe de
bû bûka e?îrê,
dilê xwe kir kozik,
emrekî qehra me ki?and
zaro anî yanzdeh zik
teva kir meriv
Di tunebûnê de.
"mirin ji nan nêzîktir bû
di wan salan de."
Digot, dîya me.
kela sebrê
qîza e?îrê...
ji bo te pir dua kir
pir giriya...

hîna jî dibêje;
  " heyfa wan,
    wan zarokan
    heyfa emrê wan.
    Rojekî xwe? nejiyan
    Delalîkên dayîkan...
    Ku sed Sîpan
    nabin neynûkekî wan
    heyfa wan
    wan zarokan
    Tev jî hîna tehr in,
    mîna xemxemokan..."

ber dilê wî digrim
pa?ê,
jê re dibêjim;
Ti?ta ku ew ji bonê çûne
Ne erzan e
Desmala destê xortan
Evîna dilê qizan e
Axa pîroz
Gulistan e
Carek çok bide erdê
hezar sîpan jê dizên
Hezar can...hezar canan
Û hezar jîyan...

Û dibêjim;
Ma qey tu nizanî?
Di coxrafyayê de cîyê me
Di dîrokê de navê me tune
Di çîrokan de;
Berx, ?ivan, kûçik û gur hene
Di sêban de kurm hene,
Em tunene.
Di axa binê nigê wan de
Cendekên kalikên me dirizin
Lê di defterên wan da
Navên me tunene.
Ka kîjanî bêjim ji te re
Ji Milazgirê û vir de
em bi hev re ne
ne cîran in,
wek bira ne...

Xwina me ji rijiya kozikan,
Li qeraxê tengava Çaneqelê.
Hêviyên me jî qerimîn,
Di ?eveqên sar de
li eniya qafqasê.
Zarokên me jî man li Yêmenê.
Ma kilama Xû?ê
çima ziviriye ser navê Mû?ê?
Ka me Qoreyê ji ku dizanî bû?
Bûkên me bi man ji bonê.
"Li pê?iya Rûhayê kî çavên xwe dan?"
Li Entabê kî gule avêt?
Topên ûris kî jê stand?...

Bi kurtî çîroka me û wan
Ya qabil û habil e
Seri bini ê? e, elem e, kul e.
Di dawiya hemû ?erên asê de
Hêkên bazan yên wan in
Para me jî sornukul e...

Le iro tu dibînî.
Welat  xemgîn e
Biratî ji bir bûne
Her derê girtiye tari,
Xizani , tunebûn e
Tu rengê cihanê nemaye li vir
Kok negirtiye
Evîn bê nefes,
Zarok bê girî ne
Tilîlî nayên bihîstin êdî,
Kûrahiyên her dilî
Gazin û gilî ne
Ba tune, baran tune
Keskesor jî nayên axa me.
Kesk tune,sor tune,zer tune...
Ev welat;
Diya zarokên tavê ye
Zarokên agir.
Îro bê agir û bê tav maye.

Her bajarekî me
ji koledariyê re kela ye
Di vê sedsalê de jî,
bindestî li serê me bela ye.
Aliyek me nezanî,
Aliyek îxanet e
Di parîkirina zanyariyê de
Tûrikê me hê jî vala ye
Zikên me nîvtêr be jî
Di dilan de xela ye

Dibê ev zincîrên zengarî
werin qetandin.
Serê me bilind be wek berê

Hîna demekî dîsa
Sebir bike.
Em ê demek dîsa biki?înin
van zehmetiyan
Hirç, ku birçî dimîne
Sebir dike
Kefa lepê xwe dialêse
û dizane ku
wê rojên xwe? werin
Her zivistanek
ji biharekê re avis e

Ew jî heq dide min
Dibé:
"Çi bikim lawo
    Ez dayîk im, ji bîr nakim."

...
Em jî we ji bîr nakin
Jibîrkirina we
Ji jîyanê re îxanet e
Em ê bi?ewitin
Wê çaxê
Baranên mûsonê jî
nikarin gunehên me bi?on
Kes nikare me ji wê ?ewatê xelas bike

Tu kekê min î
?ox û ?eng, qe?eng.
Daxwaziyek me ji te heye
me ji bîr neke
Û bizanibe
Em ji hev dûr bin jî
Hestên me wek hev in
Em birayê hev in
Diya me yek e.

Silav û hurmet


  

Atilla Bari?er

Dem: 10 çile 2007 çar?em
(© www.amidakurd.com)


Gotinên miftehî :