1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Birgul Ozbaris Arda
  4. Nepeniya Darazekê: Doza Sedsalê 1
Nepeniya Darazekê: Doza Sedsalê 1,nepeniya,darazekê,doza,sedsalê,1

Nepeniya Darazekê: Doza Sedsalê 1

A+ A-

DOSYA: 1

(Ev dosye bi zimanê tirkî, ji bo rojnameya Ozgur Gundemê hatibû amadekirin û li wir hat weşandin. Her wiha di serî de Roj TV, li gelek deverên din jî hat bikaranîn, lê pirê caran navê min, mîna amadekara vê dosyayê Bîrgul Ozbariş Arda, hat veşartin. Arşîva ku heft rojan di rojnameya Ozgur Gundemê de bi navê min hat weşandin, li ba min e. Ji ber grîngiya dosyeyê, di rojeke wiha de min xwest vê carê bi zimanê xwe ez vê dosyaya grîng biweşînim. Bîrgul Ozbariş Arda)

Piştî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan adil nehatiye darazandin, nîqaşên derbarê ji nû ve darizandinê de gihîştin asteka nû. Me jî xwest em vê pêvajoyê ji serî ve bi bîr bînin.

Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) û Serkana Giştî ya Leşkerî ku îdîa dikirin ´kulmek terorîst in´ û dê wan bi operasyonên piçûk temam bikin, di sala 1987an de bi qanûna Rewşa Awarte (OHAL), bi rengekî fermî li herêmê şer dane destpêkirin. Bi derxistin û pêkanîna ´Qanûna Parazvaniyê ango qoricîtiyê´, valakirina gundan, kuştinên kujerên wan ne diyar, li seranserê herêmê dest bi pêkutî û çewisandineke giştî kirin. Hemû kurd, mîna endamên PKK´ê dihatine dîtin û ji ber vê jî diviyabû ji herêmê bar bikirana. Li hember daxwazên kurdan, Tirkiye bûbû welatek awarte û wisa bawer dikir ku bi girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dê bikaribin dawî li tevgera PKKê jî bînin. Ji ber vê yekê, lez dane polîtîkaya zilm û zordariyê ya li herêmê û der û cîranên xwe jî tehdît dikirin. Tirkiyeya ku ji salên 1990î ve hewldanên bi vî rengî kiribû lê bi ser neketibû, mîna çareya dawî Sûriyeyê tehdît kir û doza derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê kir. Piştre jî, bi desteka rêxistinên îstixbaratê yên navneteweyî, ket nav vê tevgerê.

Bi krîza Sûriyeyê dest pê kir

Fermandarê Hêzên Bejayî yê wê demê Atîlla Ateş, Serokkomarê Tirkiyeye Silêman Demirel, Serokwezîr Mesut Yilmaz, Wezîrê Karê Derve Îsmaîl Cem û Sererkanê Giştî yê Leşkerî Huseyîn Kivrikoglu pêk ve krîza Sûriyeyê zêde kirin û bê navber Sûrî îkaz kirin.

Demirel di 1ê cotmeha 1987an de di vekirina meclîsê de ji bo Sûriyeyê wiha digot: ”Êdî sebra me nemaye, ez vê ji hemû cîhanê re radigihînim. Em mafê xwe yê bersivdanê di destê xwe de digirin.” Bi van gotinan diyar dibû ku dê ev krîz kûr bibe.

NATO di dewrê de bû

Di 16ê îlona 1998an de Fermandarê Hêzên Bejayî Atîlla Ateş di axaftina xwe ya li navçeya Reyhanli ya Xetayê de ku sînorê Sûriyeyê ye, welatê cîran, bi van gotinan tehdît dikir: ”Em mîna dewleta tirk, hewl didin ku bi cîranên xwe re têkiliyên baş deynin. Li gel vê niyeta me ya baş jî, hin cîranên me, bi taybet ez nav jî aşkere dikim, Sûriye, niyeta me ya baş, xirab bikar tîne. Eşqiyayê bi navê Apo destek dike û belaya terorê anî di Tirkiyeyê gerand. Tirkiye, derbarê têkiliyên baş de, ji destê wê çi hat kir. Eger Tirkiye bersiveke baş negire, dê bibe xwedî maf ku her cure tedbîrî jî bigire. Êdî sebra me nemaye.” Li hember vê tehdîtê, Sûriyeyê jî bersiva xwe di cî de da. Hafiz Esad di axaftina ji bo Artêşa xwe de diyar kir ku ew xwedî wê hêzê ne ku bersiva her cure êrîşê jî bidin. Di vê navberê de hêzên NATO´yê li Îskenderûnê dest bi tetbîqata ´Dynamic Mix 98´ê kirin. Tetbîqat ji aliyê hêzên leşkerî yên 11 endamên NATO´yê ve, li Îskenderûnê û der û dora wê dihate pêkanîn. Armanca bingehîn a vê tetbîqatê Sûriye bû û mîna ´welatê zer´ dihate binavkirin, operasyonên temsîlî li Sûriyê dihatine kirin.

Trafîka Dîplomatîkî ya Veşarî

Ji aliyekê ve Tirkiyeyê rêveberiya Şamê bi êrîşa leşkerî tehdît dikir, ji aliyê din ve jî DYA´yê di asta bilind de pêkutiyên dîplomatîkî li dijî Sûriyê pêk dianî. Rayedarek ji Wezareta Karên Derve ya DYA´yê, di navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê de dest bi trafîka dîplomatîkî ya veşarî kir. Rayedarê DYA´yî ji rêveberiya Esad re da zanîn ku eger heya 9ê cotmehê Ocalan ji welêt dernexin, dê Tirkiye dest bi tevgera leşkerî ya dagirkirinê bike. Piştî derketina Ocalan a ji Sûriyeyê, DYA di her fersendî de êdî aşkere diyar dikir ku divê Ocalan li Tirkiyeyê bê darizandin. Her wiha pêkutî li ser welatên ku dikarin statuya siyasî bidine Ocalan dikir ku vê statuyê nedine Ocalan, wî radestî Tirkiyeyê bikin. Ev pêkutî û tehdîtên DYA´yê, piştre di pirtûka Cemal Uçar a bi navê ´Mîxên Çarmîxê´ û ya Îrfan Dogan a bi navê ´Piştî 1966 salan Komploya Navneteweyî´ de, hatin aşkerekirin.

Demxeya Terorîzmê

Ji belgeyên ku li DYA´yê ji raya giştî re hatibûne aşkerekirin, diyar dibû ku li dijî tevgera kurd amadekariya komployeke mezin tê kirin. Rêveberê CIA´yê yê wê demê William O. Studeman, di nîsana 1995an de, li Kongreya DYA´yê, li ber Lijneya Edaletê, derbarê ´Kontr Terorîzm´ê de, brîfîngekê da. Studeman di wê birîfîngê de wiha digot: ”Tevgerên cudaxwaz ên etnîkî ku ji nakokiyên herêmî û etnîkî yên hovane afirînê jî, divê li ser ´tehdîdên êrîşên bêyî cudayî´ bêne zêdekirin. Partiya Karkerên Kurdistan PKK, serkêşiya komên bi vî rengî dike. Li başûrê rojhilatê Tirkiyeyê ku kurd lê ne, ji bo welatek serbixwe têdikoşe. PKK bi taybet jî li Ewropayê çalak bûye. Em bi taybet jî piştî belavbûna Yugoslavyaya berê û Yekîtiya Sovyetan, li hemberî vê rêbaza PKKê, bi tirs in.”

Îstixbarat li ser kar bû

Piştre dê Ocalan wiha bigota: ”Radestkirina min, biryara NATOyê bû. DYAyê rêberiya vê yekê kir.” Li gor çavkaniyên Amerîkayî jî, FBI, CIA, ji bo tesbîtkirina ciyê Ocalan, 6 mehan bi MÎTê re di nav têkiliyên germ de bûne. Li gel hemû van dorpêçkirinan, Ocalan têgihişt ku mayîna wî ya li Rojhilata Navîn êdî ne pêkan e.

Êvara 9ê cotmeha sala 1998an, çavên hemû cîhanê, li ser bernameya ´Panel´ a li Med Tv bû ku dê Ocalan daxuyaniya agirbestê bidana. Lê wê şevê ji nişka ve, ekranên MED TVyê tarî bûbûn. Piştre diyar bû ku ji ber sînyalên ji aliyê Tirkiyeyê ve ji herêma Deryaya Reş hatine şandin, ekranên MED TVyê tarî bûne. Pîlan di dewrê de bû. Li bendê bûn ku Ocalan beşdarê bernameyê bibe û bi pergala CIAyê ya 'ECHELON'ê ciyê wî diyar bikin û ew tune bikin. Lê tişta li bendê bûn, nebû. Lewra Ocalan wê şevê tevlî bernameyê nebû û şopa xwe da wendakirin.

Dixwest biçe Kurdistanê

Li gel ku bi Yunanistanê re hevdîtin hatibûne kirin û hin deverên din jî dihatine nîqaşkirin, Ocalan dixwest biçe Kurdistanê. Lê di kêliya dawî de biryara xwe guherand û rêya Ewropayê da ber xwe. Ocalan sedema vê hilbijartina xwe piştre da zanîn ku wî xwestiye Ewropayê têkilî vê pêvajoyê bike û li Kurdistanê jî, rê nede provakasyonên nû. Di vê navberê de ji Atînayê sînyaleke baş girtibû.

Yunanistanê peyman dabû

Parlamenterên yunanî yên ji nêzîk ve bûne şahidên wê demê û Wezîrê Ragihandinê yê berê Konstantinos Bantouvas, hin qewmînên wê demê, wiha vedigotin: ´Di 7ê cotmeha 1998an de ez vexwendime Sûriyê. Heman şevê ez çûme Sûriyê û heya 8ê cotmehê li wir mam. Ocalan da zanîn ku ew, ji ber pêkutiyên giran, neçar e ji Sûriyê derkeve. Wê demê Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê DYAyê Strobe Talbot di navbera Sûriyê û Tirkiyeyê de navbeynkariyê kir û ji bo derxistina Ocalan ji Sûriyê û girtina kampên PKKê, heftiyek dem da Sûriyê. Sûriye û Tirkiyeyê ne raste rast, lê bi rêya DYA yê dan û stendin dikirin.

Parlementer Bantouvas soz dabû Ocalan ku bila biçe Yunanistanê, rewşeke de facto biafirînin û pirsgirêkê çareser bikin. Ocalan dabû zanîn ku ew naxwaze dewleta Sûriyê bike nav tengasiyekê û dema derketina ji Akademiya ku lê dima, hatibû. Ocalan serê sibeha 9ê cotmehê, bang li komek xwendekarên Akademiyê kir û li mala ku lê dima, xatirê xwe ji wan xwest. Li ser sozê Bantouvas, li gel parazvanan, ber bi balefirgehê ve bi rê ket. Mîna rêwiyek ji rêzê, li balefira navbera Şam-Heleb, Atîna-Stockholmê siwar bû. Akademiya ku Ocalan ditirsiya dê bê bombebaran kirin jî, êvara 8ê cotmehê hatibû valakirin.

Bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyê re, bala cîhanê çû ser pêşkeftinan. Rayedarên Yunanistanê ku sozan dabûne Ocalan, bi vexwendina Ocalan a welatê xwe re, komployê jî dane destpêkirin. Di komploya navneteweyî de ku ji Yunanistanê dest pê kir û li Rûsyayê hat honandin, serwîsên îstixbarata DYA û Îsraîlê jî, bi çalakî cî girtin. Li Tirkiyeyê jî, civînên awarte dihatine lidarxistin.

Li Enqereyê trafîka civînên bilind

Li hemberî hemû van pêşveçûnan, li Enqereyê, li Koçka Serokkomariyê di 9ê cotmeha 1998an de, civîneke pir grîng hat lidarxistin. Di bin serokatiya Demirel de, ´Civîna Bilind a Polîtîkaya Derve´ kom bûbû. Serokwezîrê wê demê Mesut Yilmaz, Sererkanê Giştî yê Leşkerî Huseyîn Kivrikoglu, cîgirên serokwezîr Bulent Ecewît û Îsmet Sezgîn û Wezîrê Karê Derve Îsmaîl Cem, beşdarî vê civînê bûbûn. Di civînê de li ser derxistina Ocalan ji Rojhilata Navîn û ´enterne´ kirina wî dihat axaftin. Dîplomasiya pêkutiyê ya ji aliyê rêveberiya Washingtonê ve li dijî Ocalan dihat birêvebirin, di wan rojan de li gel rayedarên wezareta derve û rayedarên Qesra Sipî ve, Balyozê DYAyê yê Enqereyê Mark Parris jî timî ji raya giştî re vedigot. Serokê DYAyê Bill Clinton di axaftina xwe ya 21ê îlona 1998an de, aşkere destekê da rejîma Enqereyê û îddîa kir ku Tirkiye jî, mîna Misir, Kolombiya, Arnawit û Rûsyayê, mexdûrê terorê ye. Clinton bi vê îdîayê re bang li serokên beşdarê danişîvê bûbûn kir ku rê li ber vê yekê bê girtin.

Balyozê Amerîkayê di nameyeke xwe de ku di çapemeniyê de jî derket îtiraf dikir û aşkere digot ku li ser welatên ku Ocalan dikare biçe, pêkutî pêk anîne û biçe kîjan welatî jî dê pêkutî li ser wî welatî bikin.

Pîlan êdî di dewrê de bû

Ocalan li balefirgeha Atînayê bû. Sozên dabûnê pêk nehanîbûn û tu amadekarî jî nehatibûne kirin. Heman rojê, Îstixbarata Yunanistanê (EYP), Ocalan xistibû tora îstixbaratên navneteweyî. Bahtouvasê PASOKî jî ku soz dabû dê her tişt bê amadekirin, nehatibû balefirgehê. Li şûna Bahtouvas, Serokê Serwîsa Veşarî ya Yunanistanê Serheng Haralambos Stavrakaktis û alîgirê wî Serdar Sava Kalenderides hatibûn. Bahtouvasê ku Ocalan vexwendibû û bi mehan kampanyayan li dar xistibû, piştre di îfadeya xwe ya ku ketiye raporên Lijneya Lêpirsînê de, dê bidana zanîn ku mayîna Ocalan a li Yunanistanê, ji aliyê Simitis ve hatiye astengkirin.

Kalenderides, di îfadeya xwe ya doza Atînayê de aşkere û îtiraf kir ku di komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Yunanistanê pê li rêzikên huqûqî yên navneteweyî kiriye. Her wiha Kalenderides da zanîn ku soz û peyman dane Ocalan ku dê li welatekî din, ji bo wî mafê jiyanê û rûniştinê pêk bînin, lê Yunanistanê vê soza xwe jî pêk nehaniye. Îtirafên Kalenderidis, di serî de rola Simitis, rola Pangalos û Yûnanîstanê ya di vê komployê de jî, aşkere û diyar kir.

Berê rêhegê dane Rûsyayê

Li ser navê Ocalan ku 7 saetan li Balefirgeha Atînayê beşa transîtê dabûne rawestandin, bi Nûnerê ERNKê yê Komên Dewletên Serbixwe Mahîr Welat re bi telefonê axaftinek hat kirin û ji bo pasaporta ku li ser navê Îbrahîm Sarikurt hatiye amadekirin, vexwendnameyek hat xwestin ku vize bê girtin. Serokê Îstixbarata Yunanistanê Serheng Haralambos Stavrakakis ku vê vexwendnamê bi faksê wergirt, diyar kir ku li balyozxaneya Rûsyayê nasên wî hene, ji bo karên vîzeyê eleqedar bû. Di vê navberê de, aliyê kurd jî ji bo vê rêwîtiyê bikin binê garantiyekê, daxwaz kirin ku yek ji rayedarên Yunanistanê bi wan re biçe. Ji bo vê jî erk dane Serdar Sava Kalenderides ku bi tirkî zanibû û 6 salan li Îzmîrê ataşetiya leşkerî ya Yunaistanê kiribû. Kalenderides di heman demê de, di îstixbarata Yunanistanê de, serokê maseya kurdan bû.

Ocalan, li gel îstixbaratvanê yunanî Sava Kalenderides û rêwiyên din ve, bi balefira Jet´ê, ber bi Moskovayê ve bi rê ket. Li balefirgehê, di nav kesên hatibûne pêşwaziya Ocalan de, Serokê Partiya Demokrat a Lîberal a Rûs Vîlademîr Jîrînovskî, Serokê Lijneya Jeopolîtîk Aleksey Mîtrafanof, Parlamenter Goznîftof, Fîlotof û ji kurdan jî, Mahîr Welat û endamê PKDWê Ristem Biroyî hebûn.

Li Rûsyayê rojên zor û zahmet

Ocalan li Rûsyayê, li mala Vladimir Jirinovski ya li Moskovayê 5 rojan ma. Li heman malê, bi rûsan re hevdîtin jî dest pê kiribûn. Di van hevdîtinan de biryar hatibû girtin ku ji bo pirsgirêkê di rojevê de bigirin, pêşniyaz bidine baskê parlamentoya Rûsyayê Dumayê ku statuya siyasî bidine Ocalan.

Di pirtûka Îrfan Dogan a bi navê ´Piştî 1966 salan Komploya Navneteweyî´ de, axaftinên rayedarên rûs ên wan hevdîtinan, wiha hatine nivîsîn: ”Tu hêzek li cîhanê, nikare jiyana Ocalan bike nav xeteriyê. Dewleta tirk ku ji paşeroja xwe ders negirtiye, pêkutî û komkujiyên li dijî gelê kurd didomîne. Rêveberên dewleta tirk, rêberê Artêşa Rizgariya Kurd û Şoreşa Kurd Abdullah Ocalan, ji xwe re kiriye armanc û êrîşan dike. Dewleta tirk bi pêşxistina krîza li dijî Sûriyê re, dixwaze parazvanê mafên mirovahî û rewa yên gelê kurd Abdullah Ocalan bê radestkirin. Bi vî rengî pîlan dide ku wî tune bike. Ev helwest, berdewamiya polîtîkaya Kemal Atatirk e. NATO, di bin navê şerê li dijî terorîzmê de, hewl dide ku welatên Rojhilata Navîn bike bin kontrola xwe. Em polîtîkayên êrîşkar ên dewleta tirk ên li dijî rêberê rêzdar ê gelê kurd Abdullah Ocalan dimeşîne, protesto dikin. Em her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku bi bihîstyarî li ser vê mijarê rawestin û jenosîda li dijî gelê kurd bidine rawestandin.”

Bazariya li ser Ocalan

Di 28ê îlona 1998an de, ji Federasyona Rûsyayê, ji asta bilind, di bin serokatiya Serokê Partiya Demokrat a Lîberal Jîrînovskî de heyetek hat Tirkiyeyê. Ev hatin, di çapemeniya tirk de mîna ´Serdana bi armanca pêşvebirina têkiliyên bazirganî yên di navbera Tirkiyeyê û Rûsyayê de´ hat binavkirin. Lê piştre bi hin belgeyên ku aşkere bûn re pesend bû ku armanca vê gerê bazariya li ser Ocalan bûye. Piştî vê gera Tirkieyeyê, Jîrînovskî, Mîtranof û rayedarên îstixbarata rûs, êdî gelek caran diçûne mala ku Ocalan lê dima û jê daxwaza derketina ji Rûsyayê dikirin. Ji ber êdî derfetên mayîna Ocalan a li Rûsyayê jî nemabûn, ji bo welatek din lêgerîn û lêkolîn dest pê kiribûn.

Piştre rayedarên PKKê ji Ocalan re pêşniyaza Qibrisê û ji nû ve Yunanistanê birin. Lê ev dever ne guncan bûn û dev ji vê ramanê hat berdan. Bi dû vê re, biryar hat guherandin û berê rêgeha Ocalan vê carê ket Ewropayê. Lewra beriya bi du heftiyan hevpara hukûmeta Îtalayê Partiya Kesk, her wiha Partiya Çep a Demokrat, Partiya Komunîst, Partiya Gelparêz, gelek siyasetmedarên ku di nav wan de endamên meclîsên şaredariyan hebûn û rêxistinên civakî yên sivîl, Ocalan vexwendibûne Îtalyayê.

Ji ser Qibrisê re pîlana tunekirinê

Di navbera ji nûneriya ERNKê Ahmet Yaman û Serokwezîrê Îtalyayê Massimo D'Alema de bi telefonê derbarê Ocalan de ku dê çewa biçe Îtalyayê û dê çiqasî li wir bimîne de axaftinek hat kirin. Di daxuyaniyên ku piştre hatin kirin de diyar bû ku di vê axaftinê de, Massimo D'Alema wiha gotiye: ”Dê hatina Ocalan me bike nav tengasiyê, lê em çi bikin, ka bila bê.”

Roja 10ê mijdarê li Tirkiyeyê jî, Serokwezîrê wê demê Mesud Yilmaz di axaftina xwe ya koma meclîsê ya partiya xwe de welatên Ewropayê ku îhtimala çûyina Ocalan heye, tehdît kir û bi gotina: ”Polîtîkaya li dijî Sûriyê hatiye meşandin, dê li dijî van welatan jî bê meşandin” xwest welatên Ewropayê çavtirsî bike. Rayedarê îstixbarata Rûsyayê Heba Çili jî dabû zanîn ku ew Ocalan ji bo Qibrisê amade dikin û ji bo biçe wê derê jî, divê bi ser Tirkiyeyê re derbas bibe. Ocalan bi xeteriya vê yekê hesiyabû û da xuyakirin ku talûkeya danîna vê balefirê li Enqereyê an jî, xistina wê heye, loma jî vê pêşniyazê red dike û dixwaze biçe Îtalyayê. Lê pê dane zanîn ku bi balefira ji bo Qibrisê hatiye amadekirin, nikare biçe Îtalyayê. Ocalan vê carê berê xwe dabû Îtalyayê.

MOSADê ciyê Ocalan ragihand

Hîn ev hemû hevdîtin didomiyan, MOSADê ragihand ku Ocalan li Rûsyayê ye. Mesud Yilmaz, beriya civîna Lijneya Wezîran, civîneke çapemeniyê li dar xist û da zanîn ku Ocalan li Rûsyayê ye û ev yek ji aliyê îstixbaratên hevkar ve ji wan re hatiye ragihandin. Bi vê daxuyaniyê re aşkere bû ku MOSADê ev yek ji Enqereyê re ragihandiye.

Piştî hebûna Ocalan a li Rûsyayê aşkere bû, wî ji mala Jîrînovskî derxistin, li 15 kîlometir rojavayê Moskovayê, li Odinsovo'yê, li maleke taybet ew bi cî kirin.

Piştî li vê malê hat bicîkirin, hevdîtinên bi rûsan re jî zêde bûn. Di hevdîtina bi Serokê Lijneya Ewlekariyê ya Rûsyayê Heba Çili re de, daxwaza îlticayê hat kirin. Lê Ocalan bi taybet li ser rawestiya ku vê daxwazê, mîna daxwazeke ferdî negirin û got: ”Eger hûn dê pirsgirêka kurd jî bipejirînin, vê daxwaza min bipejirînin.” Rûsan jî, li şûna bersivek bidin, vê yekê xwestin li demê belav bikin. Di vê navberê de aşkere bû ku hevdîtinên Rûsyayê bi Tirkiyeyê re berdewam in. Li ser vê yekê, Ocalan û hevalên xwe biryar dan ku ji mala li Odinsovo´yê derkevin. Piştî vê biryarê jî, Ocalan li maleka Serokê Lijneya Jeopolîtîk a Duma´yê parlamenter Aleksey Mitrafanof hat bicîkirin. Mal, ji aliyê îstixbarata Rûsyayê ve 24 saetan di bin kontrolê de dihate girtin. Ocalan bi vê axaftina xwe ve, sînyalên komployê jî dida: ”Em dê çewa van komployan bikaribin pûç bikin? Der û dora me bi bazirganên ku bazariya me dikin ve hatiye honandin.”

Li Ewropayê hewldanên ji bo dadgeha navneteweyî

Ocalan ku dawî li nîqaşên derbarê ji nû ve darazandinê de anî, daxwaz kir ku di platformeke navneteweyî de, aliyên kurd û tirk bi paşeroja xwe re rû bi rû bibin. Dewleta tirk jî û dewletên Ewropayê jî ne xerîbên vê daxwazê ne. Lewra dema ku Ocalan li Romayê bû, Serokwezîrên Îtalya û Almanyayê ´Hewldanên Ewropayê´ û xebatên dadgeha navneteweyî dabûne destpêkirin. Lê dema ku Ocalan ber bi Îtalyayê ve bi rê ketibû, dîsa DYA û Îsraîl di dewrê de bûn.

Balefira ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Nûneriya ERNKê ya Îtalyayê Ahmet Yaman, Ayfer Kaya, Mecit Mamoyan û Parlamenterê Partiya Komunist a Jinûveavakirinê Roman Montavanî tê de bûn, êvara 12ê mijdara 1998an, li Romayê danî. Lê piştre, di belgefîlma bi navê ´1966 sal şûn ve´ de ku di Med Tv de hat weşandin hat aşkere kirin ku beşa Ocalan birinê, beşa ku ji bo amerîkî û îsraîliyan bi taybet hatiye amadekirin bûye û ji bilî wan nehiştine tu kesekî/e din bikeve wê beşê. Bi vê re, asta mezinahiya vê komployê jî hêdî hêdî derdikete holê. Ev rewşa ku aşkere bû, yek ji faktorên herî berbiçav û aşkere bû ku ji destpêka rêwîtiya Ocalan a ji Moskovayê ve, Ocalan ji aliyê îstixbarata DYA û Îsraîlê ve ji nêz ve dihate şopandin.

Ocalan nasnameya xwe ya rastî da

Piştî li balefirgeha Leonardo Da Vinci danîn, Ocalan û yên pê re çûn buroya polîsan û nasnameya rastî ya Ocalan ji wan re aşkere kirin. Ocalan ku bi paseporteka bi navê ”Abdullah Sarikurt” rêwîtiyê dikir, li wir bi awayekî fermî daxwaza statuyeke siyasî kir. Wezîfedarên li wir jî, ji tevgerên wan diyar dibû ku ji xwe li benda Ocalan bûn û Ocalan û Yaman birine buroya polîsan. Piştî nîv saet jî bi wesayiyeta sivîl, birine Navenda Emniyeta Romayê. Li ser biryara Almanyayê ya girtinê, Ocalan hat girtin. Hema piştî vê girtinê, Yaman diyar kir ku Ocalan bi rê de hatiye, westandî ye û nexweş e, divê bibine nexweşxanê. Li ser vê yekê, rayedarên îtalî Ocalan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Palestrînayê ku 40 kîlometre li derveyê Romayê ye. Ocalan li vê nexweşxaneyê muameleya girtiyek nedît û daxuyanî dane çapemeniyê, mêvanan qebûl kir. Ji bo têkiliyên navbera Hukûmeta Îtalyayê û PKKê sekreterê taybet ê Serokwezîrê Îtalyayê Massîmo D´Alema, Roberto Kuilo hatibû wezîfedarkirin.

Êdî wezîfedarên dewletê di dewrê de bûn

Ocalan ku li Yunanistan û Rûsyayê neçarî têkiliya bi rêxistinên îstixbaratê re bûbû, li Îtalyayê êdî bi rayedarên dewletê re rûbirû dibû. Bi van pêşkeftinan re, ji Partiya Keskan Luigi Saracani û endamê Partiya Çep a Demokratîk Guiliano Pisapia, doza Ocalan dane ser xwe û pêvajoya huqûqî dane destpêkirin. Dema Ocalan di nexweşxaneyê de bû, serokê wê demê yê Parlamentoya Kurdistanê ji Derveyî Welat Yaşar Kaya bi Ocalan re hevdîtinek kir û piştre diyar kir ku ”Serok di hevdîtina me de ji min re got ´Xoce diyar e dawiya vê pêvajoyê Tirkiye ye.´

Di vê navberê de, hemî cîhan pê hesiyabû ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Romayê ye. Kurdên ku li Ewropayê dijîn, bi kelecana dîtina Ocalan, ber bi Romayê ve herikîn. Her wiha ji bo girêdana xwe ya bi Ocalan ve bidine xuyakirin ku bi dorpêçkirineke navneteweyî ve rû bi rû mabû, li ser piyan bûn. Di serî de li Ewropayê, li gelek deverên cîhanê di bin navê ”Girêdana bi Ocalan ve” grevên birçîbûnê, xwepêşandan, meş û çalakiyên cur be cur hatine lidarxistin.

Dixwest xwînê bide rawestandin

Ev pêşveçûn ji aliyê Tirkiyeyê ve jî bi awayekî awarte dihate şopandin. Bi çûndina Ocalan a Romayê re, Tirkiyeyê doza radestkirina Ocalan ji Romayê kir ku di dema xwe de statuya penaberiya siyasî dabû M. Kemal Ataturk. Li ser vê yekê, di roja çaran a hatina Ocalan a Romayê de Serokwezîr Massîmo D´Alema civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku dê Ocalan radestî Tirkiyeyê nekin.

Di dema ev daxuyanî dihat dayîn de, nûçeyeka Ajansa Nûçeyan ANSA´yê dane ber Massîmo D´Alema. Nûçe derbarê nameya Ocalan a ji D´Alema re şandibû dinivîsî. D´Alema vê nameyê li pêşberî çapemeniyê xwend. Ocalan di nameyê de van gotinên dîrokî digotin: ”Ji bo rawestandina terorîzmê, ez amade me ji destê min çi bê bikim. Ez ji bo rêyeke çareseriya siyasî ya ji bo vê pirsgirêkê bibînim, hatime Îtalyayê. Ev pozîsyona PKKê ye û ji bo derketina ji rewşa bi xwîn jî, derfetek e. Ez hêvîdar im mirovahî, di destpêkê de çavdêriya Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û hêz û saziyên mîna wan ên alîgirên mafên mirovan û demokrasiyê ne pêk bîne û eger pêkan be, vîna wan bike nav tevgerekê.”

DYA´yê nerazîbûneka tund nîşanê vê nameyê da

Piştî D´Alema vê nameyê xwend, rola Îtalyayê bi van gotinan anî ziman û soza ku dê Ocalan neyê radestkirin da: ”Eger ji bo çareseriya vê pirsgirêkê li rêyên aştiyane digerin, Îtalya ji bo vê amade ye. Em ê rewşa derbarê Ocalan de, li gor qanûnên xwe çareser bikin. Em welatek demokratîk in û ji qanûnan re rêzdar in. Îtalya serî ji pêkutiyan re pêl nake. Radestkirina ji welatekî ku cezayê darvekirinê lê heye re, ne pêkan e.”

D´Alema wisa digot, lê DYAyê di cî de nerazîbûna xwe ya li dijî nameya Ocalan diyar kir. Berdevkê Wezareta Karê Derve ya DYA´yê James Rubin derbarê mijarê de daxuyaniyek da û cara yekem bi fermî qala radestkirina Ocalan û darizandina wî dikir.

Biryara girtinê hat rakirin

Di vê navberê de Almanya ku bi biryara girtina navneteweyî li Îtalyayê bûbû sedema girtina Ocalan, daxuyaniyeka nû belav kir û diyar kir ku wan vê biryara xwe bi biryareka ku armanca wê ne îadekirine re, guherandine. Hukûmeta Almanyayê, daxuyaniya Serokwezîrê Îtalyayê ya ku ev bûyer ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd dikare bibe sedemeka baş, mîna sedema vê biryara xwe ya nû nîşan da û daxuyand ku ev mijar, mijareka tevlîhev e û bi radestkirineka navneteweyî nikare bê çareserkirin.

Bi vê yekê re, biryara girtina Ocalan jî hat rakirin û bi şertê ku dernekeve derveyê Romayê, li malekê hat bicîhkirin.

Li ser biryara Îtalyayê ya radestnekirina Ocalan ji Tirkiyeyê re, bi talîmata taybet a Qesra Spî, Yekemîn Cîgirê Wezareta Karê Derve ya DYA´yê Talbortt çû Romayê. Dîplomatê DYA´yî, bi Wezîrê Karê Derve yê Îtalyayê Lemberto Dini re hevdîtinek kir, Ocalan mîna terorîst binav kir û bi vê gotinê ”Ev kes divê demildest radestî Tirkiyeyê bê kirin û cezayê kiryarên xwe bikşîne.” hişyariyeke tund da Îtalyayê.


Didome!..