Nikarim kal bibim,nikarim,kal,bibim,welat,bawer

Nikarim kal bibim

A+ A-

Belê hîn bîst salî me û ne bawer im bibim bîst û yek... sê salî bûm ji axa welat dûr ketim û hestên min ên mirî mane bê gor. Hevalên min diketin bîra min û bêhn li min diçikiya. Çima min ji tu kesî fam nedikir, gelo yên li derdora min in, kî ne? Min li devê wan dinihêrî, peyv derdiketin, lê ji guhê min re xerîb bûn. Çi ziman bû ev, min çima fêm nedikir... lê mijarek heye ku nikarim ji bîr bikim: Rojek, dayika min ji min re got “binihêre berxê min, em ê herin mêvandariyê, ez bi qurban tu xeber nedî ha, bila nizanibin em kurd in, ji vê malê jî bila me navêjin.” Bi tirkî nizanibûm, wê demê diviya ez neaxiviyama.

Li mêvandariyê, piştî hinek dem derbas bû, ez birçî bûm. Dayika min li hemberî min bû û min nedikarî biaxivim. Min li nava çavê dayika xwe dinihêrî, lê tênedigihişt dixwazim çi bibêjim. Min hinek din sebir kir, lê piştre ku min dît nabe, min dest bi girî kir, tenê ew ji destê min dihat. Wê demê dayika min li min nihêrî û têgihişt ku çima digirîm, pê re jî çavên wê tijî bûn. Ji min re xwarin anî, hîn çarsalî bûm û min fêm kir ku ez qedexe me, tenê mafê min ê girî heye. Giriyên min doh li ser xwarinê bûn û îroj ez bi rondikên çavên xwe av didim axa li ser ruyê cangoriyan.

Zarok bûm û pirê caran, ew tiştên diviya min nediya û nebihîstiya, li pêş çavên min diqewimîn. Xewnên min mîna yên zarokên din bûn, lê ji bo min tiştên herî bi rûmet bûn. Wê hevalên min ji min fêm bikirana, bi min re biaxiviyana, em ê bi pey hev biketana, lê ne ji bo lêdanê. Kengî ku wan ez bigirtama, wê milê min neşikandana. Li kuçeyekê, ez ê rast li kevirek bihatama û min ê piyê xwe lê bidana, heyanî malê, ez ê bi wî kevirî bilîstima û ji ber wî kevirî ez ê nehatama kuştin, wê mirina min ne ji ber kevirek bûna, wê ji temenê min zêdetir gule di laşê min de neçikiliyana û nebûna diyarî ji bo “bira”yên bêbext. Ez ê neketama zîndanan ji ber kevirekê. Ez tenê pê dilîstim gelî yên birêz ên welat, wellehî ez pê dilîstim, ez ne gunehbar im birayên birêz ên dîrokî.

Min bêriya dayika xwe kiriye û dixwazim gerduna xwe bi bêhna wê dagir bikim û li nav çavên wê binihêrim.

Zarok im, tême kuştin, dibime ciwan, dîsa tême kuştin, kal dibim, pozê min dişkênin. Li vî welatî tu temenek nîne ji min re. Lê ne bêhêvî me, bi bawerî me. Wê rojek bê ku em ê tenê bi emrê Xweda bimirin. Wê rojek bê ku em ê ne ji ber êş û eleman, lê ji ber ken û şahiyên xwe gil û giyayên welatê xwe av bidin. Wê zarokên rojê di nav tarî û çar dîwaran de nemînin, wê bi ronahiya rojê re bibiriqe nava çavên wan û azad baz bidin li nav deşt û zozanên welatê xwe, bi veşartokê bilîzin, avjeniyê bikin li nav çemên sar û wê Lawikên Bêzar laşên xwe yên teze nekine xurê agir û xewnên azad neşewitînin.


Gotinên miftehî :