1. Tekst

  2. Gotar

  3. Dilawer Zeraq
  4. Nivîsa bi Qrawat
Nivîsa bi Qrawat,nivîsa,bi,qrawat

Nivîsa bi Qrawat

A+ A-

Nivîs, ji darika xwe ve karekî bêhenek e. Nivîskarî jî ‘karek’ e; kesê ku ev kar li xwe kiriye mijûliyeke jênebor û sedema “heyînê”, ji gelek tiştan bêminet e. Nivîskar, li gorî etîka xwe, eşwaniya xwe ava dike.* Ev eşwaniya ku arizî nivîskar e, sekna li hember nivîsê; awir û lênêrîna li qewaman; û sekna nivîskar a li hember jiyanê, diyar dike. Û ev diyarbûn, azadiyeke bêhevta dide nivîskar. Û kurm û kirasê nivîskar jî li gorî vê azadiyê dirûv dide xwe.

***

Çendî wî alî, nûçeyek li ser navê BasNews (Hewlêr) belav bû; di nûçeyê de dihat gotin ku, ‘wezareta çand û xortan a hikumeta başûr a herêmî, ji 4080 serîlêdanan, serîlêdana 694 nivîskaran qebûl kiriye ku ew têkevin nav ‘têbara (sindoqa) nivîskar-hunermendan.’ Her wiha ‘nivîskarî û hunermendiya fermî’ jî mohr kiriye. Û piştre hatiye gotin ku, ew dê 3200 $ bidin her nivîskar-hunermenda/ê ku navê wî/ê di lîstê de ye. Ev yek, her çi qas bi niyeteke pak û ji bo qîmetdayîna nivîskaran hatibe kirin jî, ji bo nivîskarekî/ê ‘xwedîeşwanî’, tiştekî rûmetşikên û ji bo nivîskariya ku sedem û etîka wê hatiye danîn jî, kêmxistinek e; û ev yek, bi lêkirineke kirasekî fermî tê pêkanîn.

***

Azadiya bêhevta, tu carî prîmê nade van kirinan; loma jî “nivîskariya xwedî rastîne”, birçî jî bimîne, ji nav civata xwe bê dûrxistin jî, reaksiyonên nebaş û hişk jî lê bê nîşandan jî; li gorî etîka eşwaniya xwe tevdigere û xwe nade ber van kirinan û nabe alava pêkanînên bi vî rengî. Her wiha, ger desthilatdariyek, bi çi awayî û bi çi niyet û daxwazê dibe bila bibe, bixwaze rûmet û qîmetê bide nivîskaran, hewce ye rê û rêbazên dîtir hilbijêre.

Çi ne ev rêbaz?

Rêbaza bandortir handana xwendinê ye; ku ev jî bi alavên desthilatdariyê tê kirin da ku welatî berê xwe bidin xwendinê ji bo ku nivîskar bi telîfa xwe karibe, debara xwe bike û nivîskariya xwe bidomîne.

Rêbaza dîtir jî ew e ku, bêyî mêzgiriyê (torpîl) bike, ji bo bixelatkirina nivîskaran ‘xelatên rûmetê’ deyne.

Loma jî, gava kesekî, ji bo ku nivîskariya wî/ê bê qebûlkirin, li benda mohra desthilatê bimîne, ew kes di serî de, pênûsa xwe pûç dike û kirasê ku lê naye, li nivîsa xwe dike.

Û ew kes çi jî bike, ev kiras li nivîs û nivîskariyê nayê.

Ji ber ku kincê nivîs ivîskariyê ‘serbest’ e û ‘qrawata fermî’ jî li ser kincê serbest, beloq dimîne.

*Eşwan: Parrhesia (bi Lat.): Ji bo kesên ku rastiyê nebêje nikarin bijîn tê gotin. Eşwan (Parrhesiastes) ji bo wan kesên ku; tevî ku bilêvkirina rastîneyê (heqîqetê) rîsk û xetere di xwe de dihewîne jî, xwe ji gotina rastîneyê nadin alî û gotinên wan derdorên têkildar aciz dike, tê bikaranîn.

(Jêgirî: www.netkurd.com/gotar_bixwine.asp?id=1701&yazid=145‎-13 Tîrmeh 2008 -Zerdeşt, armanca jiyanê şadimanî ye. Felekeddin Kakeyî. Eşwan: yên rastgo)


Gotinên miftehî :