1. Tekst

  2. Gotar

  3. Şahînê Bekirê Soreklî
  4. Nîqaşa Li Ser Alfabeya Kurdî
Nîqaşa Li Ser Alfabeya Kurdî,nîqaşa,li,ser,alfabeya,kurdî

Nîqaşa Li Ser Alfabeya Kurdî

A+ A-

Ger Kurmanc bixwazibin xwe ji hemî kêşeyên nivîsandina elektronî rizgar bikin û bi hêsanî di mîdyaya sosyal û elektronî de binivîsînin, baştir e ew alfabayeke bêyî şanik û kumik û doçik… bi kar bihînin.

Em û nifşên li dû me dê her ji mamosteyê me yê nerxbilind Celadet Berdirxan re spasdar bin, lê ne alfabaya wî, ne jî her tiştê ku cenabê wî derbarê kurmancî de pêşniyaz kiriye dê her bêyî guhertin bimînin.  

Bo pirsên xwe bi zimanê nivîskî ve girê didin jî, kêşeya mezin bo Kurmancan pejirandina encamekê ji aliyê hemiyan ve ye, çimkî ne dewlet û ne jî encûmeneke xwedan otorîte bo pirsên xwe bi zimên ve girê didin hene.  Di rewşa îroj de pejirandindana encamekê bi hemiyan, mixabin, ê dijwar be.   

Dîtina min:  Pirraniya tîpên alfabêya Hawarê dikarin wek xwe bimînin.  Tîpên li jêr dikarin bihên guhertin  Pêşniyaziya min:

Ê/ê: bibe “ei” – Eivar / beijing / erei  (di almanî de “ei” wek “ay” dihêt xwendin)
Î/î: bine “ie” – Iesot / dielan/ derie (di almanî de “ie” wek “î” dihêt xwendin.
Û/û: bine “ou” – Oud/ kour/ rou
Ş/ş:  bibe  “sh” – Shal/ nêshan/ resh
Ç/ ç: bibe “ch” -  Char/ Micho/ mach

Têbinî 1:  Dizanim, hinek kes ê bikarhanîna du tîpan bo dengekî wekî ne normal bibînin, lê va çreseriya dikare Kurmancî ji kêşeya komikan rizger bike.  

Têbinî 2:  Zêdekirina jimara tîpan bo kurmancî ne pêwîst e.  Dîtina tîpekê bo her pêdiviyê (nimûne: ker/ kerr) ne pêwîst e.  Mirov zû dikeve ser dengan û şêweya xwendina peyvan.   Xwendina înglizî, bo mimûne, ji bo biyaniyan berê ne hêsan e, lê mirov zû dikeve ser, fêr dibe.  Ligel dijwariya xwendina înglizî jî, ew îroj bûye zimnanekî navneteweyî.  Hinek nimûneyên dijwarbûna xwendina înglizî:  
“But” (wek “bat” dihêt xwendin, lê “put” wek “pût” dihêt xwendin.
“sure” wek “şûûr” dihêt xwendin, lê “pleasure” wek “plêjar” dihêt xwendin.
“please” wek “plîîz” dihêt xwendin, lê “lease” wek “lîss” dihêt xwendin.


Gotinên miftehî :