1. Tekst

  2. Gotar

  3. Jîr Jan Amedî
  4. PARASTINA ZIMANÊ NETEWEYÎ
PARASTINA ZIMANÊ NETEWEYÎ,parastina,zimanê,neteweyî

PARASTINA ZIMANÊ NETEWEYÎ

A+ A-

Ziman, bi kurtasî xwegihandina jiyanê ye. Hemû tiştên afirandî bi cism û ruhê xwe di cîhanê de cîh digrin. Bi her awayî hem xwe bi xwe, hem jî bi hemû tiştên ku di jiyana wan de cîh girtine re di têkiliyan dene. Bi vê wateyê berî her tiştî, dibê gere em bizanibin ziman çi ye? Di wateya ferhengî de ziman; bikaranîna vegotina hest, hizr û raman, daxwaz û ajoyên ku bi awayekî rasterast an ne yekser e. Ziman ji bo jiyanê navgîna herî girînge. Ev salixdan dide xuyan ku ziman, hem ji bo mirovan, hem ji bo hemû tiştên hatine afirandinê re pêwistiyek e. Bi taybetî însan, bi jiyanê re bi zimanê gotinê an bi zimanê rewşê dan û standin dike.

Têkîliyên însan û hemû dinya wî bi rêya ziman tên bikaranîn. Lêkolînên li ser ziman bi xwe karekî bi taybet e. Di vê nivîsa xwe de, emê li ser zimanê mirovahî û pêwistiya zimanê neteweyî bisekinin.

Ziman keremek Yezdaniye ji bo jiyana mirovan. Atifetek bêhempa ye. Wek ku bi gelêrî tê gotin, “xêra Xwedê ye”. Ziman bi jiyana civakî û neteweyî watedar dibe. Rebbê alemê însan bi neteweyên cuda afirandiye. Di sureyê Hûcûrat Ayeta 13.an de Xwedê ewha daye xuyakirin:

“Gelî însanno ! me we ji jinekê û mêrekî afirand. Ji bo ku hûn hev nas bikin, me we wek netewe û êl ji hev qetand. Li meqamê Xwedê evê herî bi rûmet ew e ku bi teqwa ye. Bê şek Xwedê bi her tiştî dizane û bi maf agahdarê hemû tiştan e” Di vê ayetê de, zêdeyî wateya teqwayê, li gor min, tu peyvokek ku li ser gengeşî bê kirin tune ye. Li ser wateya teqwayê, mirov dikare mijarek din veke.

Madem armanca afirandina netewe û êla, naskirina wan e, dibê ku mirov bi çavên dewlemendiya gerdûnê li netewe, gel, êl, eşîret û qebîla binêre. Armanca min a jihevqetandina netewe, gel, êl û eşîreta, hêsankirina fêmkirina cudatiyên wan ên biçûk in û cudatiya devokan e. Di jiyana netewî de ziman, wateya hebûn û tunebûnê ye. Fîlozofê Alman Leîbnîz dibêje: “tu zimanek bêkêmasî bidî min, êz ê ji te re neteweyek mezin bînim holê”.

Dîsa di ayetek din de li ser veqetina zimana ku ji hev cudane Yezdan ewha ferman daye. “ Afirandina erd û ezmanan û firqên ku di nava ziman û rengan de hene ayetên xwedê ne. Bê şik ji bo zanaya di van ayetan de hîkmet hene.” (30/22)

Ziman ji bo jiyana neteweyî, sedema man û nemanê ye. Netewe bi zimanê xwe yê hevpar hene û bi wendabûna ziman jî li ser rûyê erdê tên wendakirin. Em dikarin bêjin ku ziman namûs û xîreta gelan e. Ji ber ku hebûna wan, bi zimanê wan ve girêdayiye. Qelbê hemû netewa, zimanê wan e. Hemû lebatên jiyana mirovatiyê, bi temarên jiyanî xwe digîhînin qelb. Çawa dema ku qelb bisekine, jiyan diqede, wusa jî dema ku gel, ji zimanê xwe dûr bikeve netewebûn jî asîmîle dibe û diqede.

Armanca min a ku ez bi giranî û zanebûn dibêjim zimanê neteweyî, nabêjim zimanê zikmakî an zimanê dayikê; ji bo ku ez van salixdana ji bo gelê kurd rast nabînim. Gelê Kurd netweyeke û li ser axa xwe jiyana xwe didomîne. Gotina mafê zikmakî ji bo kesên ku li welatekî mêvan bin re raste. Dema ji bo gelê Kurd tê gotin, tê de gelek armanc û siyasetên ne paqij veşartîne. Yek ji van armancan, pejirandina dagirkerinê û mecbûriyeta jiyana bindestî yê. Gelê Kurd li ser welatê xwe ne mêvane. Wek her mafê gelêrî û neteweyî, zimanê wî jî mafek neteweyî ye. Sebebê ev gotina “zimanê dayikê” bêguneh xuya dike, zimanê hebûn û despêka jiyana însan e. Dema ku mirov tê dinyayê, tiştên ku mirov nas dike bi vî zimanîne. Zarokek heta dema dibistanê ku li ser zimanekî dinya xwe dinase, dîsa li ser wî zimanî xewn û xeyalên xwe yê pêş de jî didamezirîne. Yanî, bernama jiyana xwe jî bi awayek li ser vî rengî çê dike. Dema perwerdebûn û amadekirina zarokek ji bo jiyanê bi zimanek biyanî dest pê dike, nexweşiyek û nexweşînek jî di jiyana wî de pê re mezin dibe. Nexweşî ev e ku, mirov dikare di awirên zarokan de jî bibîne. Nexweşîn; heya dawiya temenê mirov, bi awayek rûniştî di dil û mêjî de dimîne. Em zarokên Kurda di jiyana xwe de gohdarvanên vê nexweşînêne.

Bi vê yekê armanca perwerdebûnê, ku ji bo amadekirina jiyana civakî ye; zarokên ku bi zimanê biyanî dest bi dibistanê dikin mixabin, ji firehbûna her du zimanan jî dûr dikevin. Ne zimanê navmalî baş fêr dibin, ne jî dikarin zimanê ku paşê pê perwerde dibin bi pêş ve bibin. Tiştê ku dertê holê, tiştekî gelek tevlîhev e û li ser xebata mêjiyên zarokan de gelek astengî derdixe. Gelek caran di jiyanê de ev astengî tên pêşiya mirov. Ger em vê rikê bi mînakekê vekin ewê xweştir bê fêmkirin. “Isirgan” navê giyakî ye. Heta ku ez navê ev giya bi Kurdî fêr nebûbûm, min zanibû ku giyayek bi feyde û ji gelek êş û nexweşinan re şîfa ye. Bes, min nizanibû ku ew çi ye. Dema ku min nihêrt ew “gezgezok” e, şekl û xemil, bîhn û rengê wê hat ber çavên min. Ew bi destê min ve zeliqîbû û min perçeyek ji xwe li ser gezgezokê dît. Heya min nizanibû ku navê gezgezok bir tirkî isirgane, peyva “isirgan” gotinek vala bû di jiyana min de. Ev mînak pir in. Bawer im gelek pedagog li ser van mijaran xebatên bi rûmet bikar tînin.

Li gora lêkolînên pedagogan;

* Zarokên ku zimanê navmalê baş hîn dibin, mêjîyê wan zêdetir dixebite û zêde bi aqil dibin,

* Zarokên ku zimanê navmalî baş fêr dibin, zimanên din jî hêsan fêm dikin û fêr dibin,

* Zanebûna zimanê navmalî, bandorek başî li ser fambûnê dike.

Him ji bo zarokên xwe, him ji bo pêşeroja netewa xwe pêwîst e ku em zarokên xwe bi zimanê netewî perwerde bikin.

Dibê her malbat, berî her tiştî, zimanê neteweyî bikin zimanê navmala xwe. Ev rewş ewê fêrbûna zarokan jî hêsantir bike. Gelek malbat, bi zarokên xwe re bi Kurdî napeyvin. Heta demek nêzîk gelek ji wan, ji tirsên xwe yên ku ewê belayek were serê zarokên wan nedipeyîvîn. Hinek malbat jî, bi taybetî bi zarokên xwe re bi zimanê biyanî dipeyîvin. Li gor wan jî, “ji xwe ewê li kuçê hîn bibin” Van rêyan ne rastin û ji pêşeroja zarokan re gelek astengî derdixin holê. Ev fikra ku gelek malbat dibêjin, ewê li kuçê hînê kurdî bibin bila li malê hînê tirkî bibin ji bo li dibistanê tehde nebînin. Belê dema me dest bi dibistanê kir me gelek zor û tehde kişand. Bes zehmetkişandina ku me dît, wek ku îro em ji tehma zimanê dayîka xwe mehrûm mane nîne.

Van rojan li ser mijara perwerdeya bi zimanê zikmakî pir gotin tên gotin. Di dibastanan de, piştî sala 5’a wek dersek bijartî ewê dest bi dersa zimanê Kurdî bê kirin. Bi awayek çavgirtî mirov nikare vê rewşê şîrove bike. Nêzî sedsalî ye ji zimanek ku digotin tune, îroj hatine dema perwerdeyê, ev gelek bi wateye û giringe. Bi çavek din mirov dinêre wek henek û leystikên ku bi Kurda re tên kirin. Emê vê rewşê bi taybet binirxînin. Perwerdebûn û parastina bi zimanê neteweyî mafekî mirovahiye. Li serê tu bazar nayên pejirandin. Ji niha ve gelek pirs tên pirsîn, gelo bila zarokên me ev ders bibêjêrin an na? Li gor min, ez dibêm bila bibêjêrin û fêr bibin. Di vê gotinê bixwe de dil zîz, ziman melûl xuya dike. Ji bo ku ev têr nake û wek heneka ku bi gel re dikin. Fêrbûn û perwerdebûn tiştên cudaden. Ev zagona ku derketiye ji bo fêrbûna rêziman başe. Ji bo wî ez dibêm bila vê dersê hilbijêrin. Belê perwerdebûna bi zimanê neteweyî maf û şertê însanîye. Ew jî Kurda baş fêm kiriye ku bê tekoşîn nabe. Dibê tekoşîna vî mafê jî heya dawî bê kirin.

Ji aliyê din, saziyên Kurda bi salane li ser ziman dixebitin. Gelek berhemên birûmet derxistine holê. Xebat û lêkolînên wan hê jî didomin. Bawerim ji bo alternatîfên perwerdebûnê jî bername û pêşnumayên wan hene.

Nêzî sedsaliye bi bernameyek pir kûr asîmîlasyonek dijwar li ser zimanê Kurda heye. Armanca qedexikirin û înkara zimanê gela, asîmîlasyona gela ye. Bi rastî ji aliyê tunekirina netewa gel ve negihîştine armancên xwe. Lê belê ji aliyê zimên ve gelek armancên wan bi cîhbûne. Em îroj gelek astengî dikşînin û bi derfetên xwe dixwazin zimanê xwe bi pîşve bivin. Gelek Kurdên ku temenê wan ji 40-50 salî ciwaantirin, ji alî ziman ve gelek astengî dikşînin. Ji aliyê dewlemendiya peyvoka û afirandina hevoka gelek kêmasî xuya dikin. Xezîneya gotina bi ferhanga dewlamend dibe. Dema ferheng ji bo jiyana rojane jî bê bikaranîn, zimanê neteweyî dibe wek zimanê biyanî. Niha di destê me de ti tiştek din jî xuya nake.

Herkes dizane ku zimanê Kurdî bi her awayî zimanekî pir dewlemende û têra xwe heye. Li gor nêrînên min ên civakî ku ez dibînim, di nava neslan de gelek derkên mezin hene. Ev derk di nav xwe de gelek pirs tîne hole. Van pirsan çareserkirina pirsgirêkan jî bixwe re tîne ber çavan. Çend neslin ku di bin bandora asîmîlasyonê de mezin dibin û ji biçûkbûna xwe de fêrî zimanê beyanî dibin, îro bi zimanê xwe zor difikirin. Gelek peyvan jibîr kirine an nizanin rastiya gotina wan çi ye? Derxistina denga jî herwehaye. Bi zanîstî xebat li ser rêzimanî tên kirin.

Li gor min, pêwiste ku ev neslên kû bi kurdî mezin bûne hê li jiyanê ne, tevgerek xurt bigîhêje hev û lêkolînên kûr bên kirin. Li ser vê mijarê dibê mirov dikare komîsyonek ava bike. Enstîtuyên Kurda demên dirêjin ku xebatan dikin. Gelek tecrubên wan hene. Bi piranî mele jî li medresa perwerda ziman girtiye.

* Tecwîd (deng derxistina peyvoka),

* Kamûs (Lugat- Ferheng),

* Serf (ilmê fiiliyat, kişandina lêkera),

* Nehw (ilmê damezrandina hevoka)

Bi van re;

* İlmê manê (watekirina gotina)

* İlmê Beyanê (Vekirin û damezrandina hevokê)

* Îlmê Edebiyat

* Îlmê mantika ziman

Van dersan çiqas li ser zimanê Erebî hatibin dîtin jî, ji bo mantiqê hînkirina ziman, dikarin bibin alîkarê xebata li ser zimanê Kurdî jî. Di gelek medresa de, zimanê Farsî jî wek dersekê bikar hatiye. Bi vê rewşê ji bo etimolojîya gotina, em dikarin bêjin ku, alikariya mela ewê pir giring be. Ji Zanîngeha gelek kesên ku xebatên wan li ser zimanê Kurdî hene dibê ew jî bikevin nav vê tevgerê.

Bila ev paraxrafên meyên dawî bibe gazî ji bo avakirina vê komisyonê û hêvî dikim di demek kinik de ev xebat dest pê bikin.


Gotinên miftehî :